1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Dîktator jî nikarin çareser bikin
Dîktator jî nikarin çareser bikin,dîktator,jî,nikarin,çareser,bikin

Dîktator jî nikarin çareser bikin

A+ A-

Navê “Manîfestoya Hawara Kurdî” hate guhartin. Lê dîtin neguherî. Bîr neguherî. Nexwe rewş jî naguhere. Ji ber vê yekê, li gor bersiv û dîtinên ku li ser nivîsa min a borî hatin nivîsîn, ez ê hin tiştan bêjim.

Hevalên min hemû dizanin ku ez gelek salan li girtîgeha Trabzonê mam. Hin hevalên me li wir jî bûbûn dildarên kurdî. Ji bo kurdî tiştek nedikirin, lê her roj digotin “divê em bi kurdî biaxivin.” Navê wan jî derketibû bi “îlkel mîlîteyetçîlikê.” Yê min ji ber ku rewşa min hinekî ji ya wan girantir bû, ez “reformîst” bûm. Çi hîkmet be, niha jî ji min re dibêjin “radîkal.” Herdu gotin hevdu nagirin. Lê dîsa jî bila kes nexitime. Ez dikarim rê bi ber wan bixim. Oportunîst car caran reformîst in, car caran jî radîkal xuya dikin. Hûn divê ji min re bêjin “oportunîst”, dê ji bo we çêtir be.

Di encamê de li girtîgeha Trabzonê biryarek hate girtin. Em 90 kes bûn. Biryar ew bû ku dê tu kes bi tirkî neaxive. Bi rastî çend heval hebûn ku dikaribûn bi erebî biaxiviyana, lê hem erebî ne xetere bû, hem jî ew heval ji Başûrê Rojava bûn û ji me bêhtir dildarên kurdî bûn.

Navê wê li ser e, zindan. Tu çi bibêjî deng dihere her kesî. Hewşa wê jî hewşeke biçûk e. Her dem li hewşê jî çend heval dihatin dîtin. Nexwe kî li ku biaxive, dê were bihîstin û heke hinek bi tirkî biaxivin, dê di demildest de werin hişyarkirin.

Hema ez dirêj nekim û bêjim. Her kesî wekî xwe kir û piştî 48 saetan em vegeriyan sêla berê. Sekreterê wê demê Yaşar Aslan û nûnerê wê demê Nimet Epözdemir hîn jî sax in û dîtyarê vê yekê ne.

Ez reformîst bûm, lewre min JIYANA REWŞEN dixwend. Ew jî mehê carekê derdiket û 64 rûpel bû. Ji ber ku min pir jê hez dikir jî, jixwe roja ku dihat hemû diqediya jî.

Encam ev e. Birayên delal. Em ji bo vê dozê ketin hundir, lê rewşa me jî ev bû. Me çi binivîsiya, me çi bikira, nedihat hişê me ku em zimanê karê xwe bikin zimanê dayika xwe. Di serê me de bi mîxan, bi çakûçan, bi horsan hatibû kutan.

Bila tu kes çewt fam neke. Ez hîn jî hevalên wan im. Sibe tiştek çêbibe dê berî her kesî ew canê xwe di ber me de feda bikin. Em di xizmetê de nagihîjin wan. Lê ez mecbûr im li ser bîra rewşê van tiştan bînim ziman.

Dildarên kurdî îro dikin hawar. Heke min tu qîmet neda wan, minê qet qal nekira. Ma jixwe kesî nivîsên min di tu malperan de dîtiye? Ma ev ne cara yekem e ku ez li AmidaKurd dinivîsim. Ji ber ku ev cara yekem e hêviyek hatiye min.

Hevalan name şandine û gotine “Tu hinekî reşbîn” bû. Dibêjim: “Hahooooo. Ma tiştekî hûn rizgar bikin maye. Aha Amed, aha hûn. Amed bûye febrîqeyek ku mirov kurd tên dinyayê û lê tirk mezin dibin.” Aha Şirnex. Haya we jê nîn e, aha Culemêrg. Aha Sêrt. Tew qala Riha, Entab, Meletiye, Erzerom  û Elezîzê mekin. Ji bo sala 2007an qala Kerkûkê bikin, lê qala Amedê mekin.

Mamoste Samî Tan dibêje: “Di demokrasiyê de mafê her kesî heye ku bangê arasteyî civakê bike, bi raman û dîtinên xwe bandorê li kesên din bike, bi şertê ku bi darê zorê li ser mirovan ferz neke. Heke wisa nebe, wê demê pêwîst nake ku em serê xwe bi tiştekî re biêşînin”

Na mamoste. Banga we ne demokratîk e. Demokrasî derfetê dide ku mirov gazî civakê bike ji bo baldarî zimanê xwe be. Lê civak bi vê bangê pêwistiya ziman nabîne. Demokrasî radibe maf dide wan jî, ku ew li bang û hawarê guhdar nekin. Tu dest ji Demokrasiyê berde, min çîroka xwe li jor got. Me ji demokrasiyê wêdetir, biryareke dîktatorî girt, lê dîsa jî 48 saet ji bo têkçûna wê bes bû. Yanî wekî te gotiye, ez dîktator bim jî ez nikarim tiştekî bi dîktatoriyê serast bikim.

Û… Çareserî heye. Hem jî li ber lingê herkesî ye. Çareseriyeke ewqas hêsan e ku du heb xwendekarên dibistana amadehiyê jî dikarin bibînin û bi ser bikevin. Ez vê yekê naynim zimên. Ji kerema xwe re kesên ku dizanin ez qala çi dikim, bila neynin zimên. Ji ber ku dê hin kes vê çareseriyê ewqasî ji dirûvê wê derxin ku kî sibe bixwaze bi kar bîne, were reşkirin.

Ji bo aştiya zimanan jî bi tenê dibêjim, ewqas dema kurdî nîn e ku bi têkoşîna aştiyê re derbas bike. Kî dixwaze kurdî, tirkî, erebî, farisî û heta îro elmanî û swêdî bigihîne aştiyekê, bila bifermin. Ez bawer nakim ku ev ziman yek jî, aştiyê bi kurdî re qebûl bikin.

Di encamê de dixwazim ji bo Mamoste Samî Tan tiştekî bêjim. Ew di vî warî de ji min çêtir dizane. Heke ez dikarim du gotinan serast binivîsim jî bi xêra wî û keda wî ye. Îro li gor derfetên xwe wisa dibêje. Lê heke derfetin baş di dest de hebûna dê ji bo vê rewşê tiştin din bikira. Dê halê me jî ne ev bûya. Dîsa bi serê min wisa ye.