Dînê Meşkînî,dînê,meşkînî

Dînê Meşkînî

A+ A-

Cîranê me bû. Çend zarokên wî jî hebûn. Ji nişka ve dîn bûbû. Êdî şilfî tazî li nav gund digeriya. Ji kûçikan nema ditirsiya. Darekî hişk î xwaromaro di dest de bû. Zarok jê ditirsiyan, kes newêrîbû nêzî wî bibe. Em li Meşkîna Lêf bûn, zivistan bû.
Jina wî li xwe heyirîbû. Rebena xwedê nema dizanibû dê çi bike. Mêrik nema dihat malê. Bi şev û roj li çol û çepelan bû. Çiyayekî bilind heye li rojavayê Meşkîna, jê re dibêjin Pozê Bîran. Mêrikê me berê xwe dida wir û diçû, li dora Sûsikê, li dora Girikê Mala Hecî Ubêdila şev û roj digeriya. Hecî Ubêdila mirovekî alim bû. Bavê wî Mele Mihemed ji Hekarê ji gundê Xanî koçber bûbû hatibû vir. Li vir meletiya gundê me dikir. Kurê wî Hecî Ubêdila ev Girik û Temz (Temz navê taybet ê wan bexçeyan e) ji mala Qenco kirîn û derketin Girik, li wir ji xwe re qesrek lêkirin, wekî tu bibêjî.
Me ev mêrik bir cem Hecî Ubêdila. Xwedê jê razîbe bi rojan bende ket, lê dînê beradayî bû, zirt î dîn bû. Jihevdeketî bû loo. Hecî Ubêdila rabû berda, dîsa bi çolê ket. Xwedê di navbera min û we de be, ez xalif nabêjim. Rojekê di wê heriya zivistanê de kûçikan berdayê û ket xwarê, min bi van herdu çavên serê xwe dît, ew laşê wî ket nav wê herî û pirikê, lê nehişt ku darê wî bikeve nav heriyê, biliiind kir û ji heriyê parast. Rabû û bazda çû.
Êdî nema kesî dida dû. Dema ku dihat dora Meşkîna jî zarokan bera dû didan, bi keviran û bi kuçan ew heta Xanîka bi dûr dixistin. Dema mirov ji Meşkîna derdiket li piyê çem aşekî avê hebû. An dihat li wir av vedixwar, an jî diçû li pişta Sûsikê ji Kanîka Kewan vedixwar.
Ez serê we neêşînim, rojekê mêrikê me tê malê. Hildikişe ser xanî. Şev e, tarî ye, çav çavan nabîne. Hilkişiyaye ser xênî û li ber kuleka tifikê gazî jina xwe dike.
- Lê Hedlaaaa! Hedla derî veke ji bo xwedê.
Rebenê dilê wê pê dişewitî, bavê 3 zarokên wê bû. Lê zarok jê ditirsiyan, dîn î perçe bû. Hedla bi girî dibêje:

- Here ez derî li te venakim. Zarok ji te ditirsin. Here jixwe re têkeve berqefa derekê.
- Hedla qîzê ez baqil bûme. Ma tu nabînî ez ji kûçikan ditirsim, bi dizî hatime ser xênî ku kûçik min nebînin. Derî veke ez ê bêm hundir.

Dema ku qala kûçikan dike Hedla fam dike ku bi rastî jî tiştek heye. Bi lez direve derî vedike. Bi rastî jî baqil bûbû, tu dînîtî mînîtî pê re nemabû.
Îcar wî mesela xwe ji me re got:
"Ez bûm û çend hevalên min hebûn. Bi roj û şev em bi hev re bûn. Kincên wisa xweşik li me bûn, sîlehên wisa xweşik di destên me de bûn, bila we bidîta. Rojekê ez hatim nav gund û kûçik hatin min, ez ketim xwarê, min nehişt ku ew sîleha wekî qîzekê têkeve nav heriyê, min bilind kir elahwekîl.

Me dawet li dar dixistin, lo me rojên cejnan pîroz dikir, hema çi û ne çi.
Îcar şeva borî em ji Sûsikê dihatin Pozê Bîran. Me got em li Kanîka Kewan hinek av vexwin û herin li Pozê Bîran goştê çûkan bixwin. Yekî got em di nêzî Şasar de neçin. Min jî got: Law Şasar ne tiştek e. Bavê Hecî Ubêdila di Şasar de veşartine, goristana wî ye. Niha jî goristana malbata wan e, miriyên xwe li vir vedişêrin. Malek ji xwe fedî dikin, zerar ji wan nayê.
Gotinek ji min, yek ji wan camêran gotin em di wir de derbas nabin. Wele min got hûn di ku re diherin herin, ez ê di wir re biçim. Yabo dema ez di nêzî Şasar re derbas nebûm... Hema min dît yekî bejindirêj û ji Şasar derket. Bi lez ber bi min ve hat. Sîleyek wisa li ser çavên min xist û got: Tu çi dikî li van çol û çepelan, nîvê vê şevê û şilfî tazî? Zarokên te tî û birçî li mal in, çi karê te heye li van deran? Hema ku min hew li xwe nihêrî ez şilfî tazî me. Şev nîvê şevê ye û darekî xwaromaro jî di destê min de ye. Ne hevalên min hene û ne kes. Min bi lez berê xwe da Meşkîna û ez hatim. Aha mesela min ev e."


Gotinên miftehî :