1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. Dîroka îro di p’aşila dîrokê da...
Dîroka îro di p’aşila dîrokê da...,dîroka,îro,di,p,aşila,dîrokê,da

Dîroka îro di p’aşila dîrokê da...

A+ A-

   Dîroka îro di p’aşila dîrokê da...

                 (Pêşgotina r’ojnameya “K’urdistna Azad”)     

Van paşwextîyan agahî gihîştin destê me, ku di Ermenîstanê da Parlamênta wê k’omara Sovêtê ya berê, ya ku piştî hilweşandina Yekîtîya Sovêtê serxwebûn  bidestxistîye, bi fermî k’urd û k’urdên êzdî ji hev cuda kirine û êzdî wek net’ewek a ji  k’urdan cuda, zaravê kurmancî jî, yê ku bi giranîya K’urdistanê r’a t’evayî ew pê diaxivin, wek zimanê êzdikî p’ejirandine.   

Bi r’astî, em ji vê bûyerê mat’mayî û zendegirtî man: tiştekî ne nêzîkî heş û aqilan e! Çawa dikare? 

Em berbir’î serokê şêwra Otonomîya net’ewî-çandî ya k’urdên Fêdêratsîyona R’ûssîyayê Ezîzê Cewo bûn, ku ew, wek welatîyekî wê k’omarê yê demekê, pisporê k’urdzanîyê, vê bûyerê şrove bike.  

Mamosta Ezîzê Cewo xwe ji şroveyan r’a amade nedît, ji ber ku, anegorî gotina  wî, ev biencambûna pêvajoyek a siyasî ye, ya ku ji sala 1988-an va di Ermenîstanê da destpê bûye û mirov nikare bi gotineke kurt binirxîne. “Ji bo ku ev t’am bê têgihîştin, divê nirxandineke k’ûr û berfireh pêk bê, - mamosta got. – Di dema xwe da, 12 sal berê min wek bersiva gotarekê, ya ku r’ojnameya Partîya Daşnakan a  “Azatamart” da hatibû weşandin, nivîsîbû: di wê da  min nirxandinek a berfireh kiribû û ew ji heman   r’ojnameyê r’a şandibû. Lê r’êvebirîya wê r’ojnameyê du mehan weşandina wê îro-sibê xist û wisa jî ew neweşand. Min gotara xwe ji bal wan hilda û wisa jî bê weşandin di arşîvan da ma. Piştî van bûyeran min ew derxist, ji nû va xwend û dît, ku di wê da bersivên hemû pirs û pirsgirêkên wan leystokên siyasî hene, yên ku bi bir’yara Par’lamênta Ermenîstanê ya vê dawîyê va biencambûnê.   

Fermo, bersiva hemû pirsan jî hûn dikarin di wê da bibînin. Ew ji bo xwendin û weşandinê amade ye, min êdî ew ji ermenî wergeranîdye k’urdî.“

 Me jî bi spasdarî gotara mamosta Ezîzê Cewo hilda û em wê pêşk’êşî xwendevanên xwe dikin. 

Wek ku tê zanîn, mamosta Ezîzê Cewo k’urdzan – zimanzan e, helbestvan û r’ojnameger e. Ew di cîhana rojnamegerîyê da bi nasnavê wêjeyî  yê Korda Mad, tê naskirin. Dema ew êdîtorê r’ojnameyên “Botan” (bi zimanê ermenî – Yêrêvan,  1993-94.) û “Axîna welat” (bi rûsî-kurdî- Moskova, 1995-98) bûye, ewî hem r’ojname hem jî  helbest û gotarên xwe bi navê Korda Mad binnûs1 kirîye.  

Weha, gotara Korda Mad li ber we ye, bixwînin û bi xwe jî binirxînin... 


AŞ BI XIYALEKÊ, AŞVAN BI XIYALEKÊ...

1.Laçîn: lêgênd2  û r’astî 

...Piştî hildana bajarê Şûşîyê, dema di derbarê vebûna r’êya Laçînê da r’agîhandin, têlêvîzîyona R’ûsîyayê, li ser agahîyên ji Ermenîstanê gihîştine destê wê, r’agîhand, ku li herêma Laçînê di navbera hêzên Adirbêcanê û k’urdan da şer’ekî germ dimeşe... Piştî demekê dîsa wê têlêvîzîyonê, vê carê jî li ser agahîyên ku ji Adirbêcanê gihîştibûn dêst, agahîyên berê r’ed kirin. Heya r’êportyorê adirbêcanî got, ku li dijî ermenîyan di nav leşkerên Adirbêcanê da lezgîn, t’aliş, k’urd û nûnerên gelên din şer’ dikin... Li ser van daxuyanîyan, xudanê vê gotarê r’êplîkek di r’ojnameya “Rêspûblîka Armênîya” (“K’omara Ermenîstanê” – bi zimanê r’ûssî, 27. 05. 1992 s.) bi sernivîsa   “Provokatsîyona r’agîhandinî, yan windakirina bîra xwe” weşand. Lê piştî çendekî r’ojnameya “Hayk’” da (bi zimanê ermenî, 02. 06. 1992 s.) li ser r’ûpelê pêşin, li cîyekî ber ç’avan, bi tîpên mezin daxuyanîya R’êvebirîya T’evgera Ermenîyan a Hemnet’ewî hate weşandin. Em wê daxuyanîyê wek ku heye, r’aberî xwendevanên xwe dikin: 

“Di Laçînê da di navbera k’urd û adirbêcanîyan da p’evçûn dernek’etine.

Anegorî agahîyên ku T’evgera Ermenîyan a Hemnet’ewî ji çavkanîyên bawerîyê girtine, dibêjin, di Laçînê û wê herêmê da p’evçûnên k’urd û adirbêcanîyan çê nebûne.

Agahîyên di derbarê, xwedêgiravî, p’evçûnên “germ” ên di navbera k’urd û adirbêcanîyan da, ku hatine weşandin, nayên zanîn, k’a ji çi ç’avkanîyan hatine girtin.” 

Di çapemenîyê da gotinên nûnerê Qerebaxê Mêlîk’-Şahnazaryan jî hatine weşandin. Ew dibêje, ku Laçîn wan hildye, ewê jî wî di bin destê xwe da xweybikin. Pişt r’a cûr’e- cûr’e xerîteyên Qerebaxê, gotar û belgeyên din hatine weşandin.  

...9-10’ê hezîranê di Laçîna dagerkirî û wêrankirî da civîna damezirandina T’evgera K’urdî ya Azadîxwez lidark’et. Di vê civînê da Daxuyanîya ji nûva avakirina dewleta k’urd a li vê herêmê hate p’ejirandin. Lê berî wê di heman Laçînê da nûnerên r’êxistinên civakî yên k’urdên Yekîtîya dewletên serbixwe civîneke hevbeş pêk anîbûn û bir’yar girtibûn, di nav r’êxistineke giştî- T’evgera K’urdî ya Azadîxwez da bibin yek. Û divê armanc û hedefa vê T’evgerê jî ji nû va avakirina dewleta k’urd be, a ku salên  1923-31’an di nava sînorên Adirbêcana Sovêtî da hebûye û navçeyên Laçîn, K’elbecar, Qubatlû, Zengîlan û Cebraîlê hildaye nav xwe. 

10’ê hezîranê di navenda Laçînê da li ser avayîyê “Biryargeha” T’evgera K’urdî ya Azadîxwez ala net’ewî ya k’urd hate bilindkirin. A ku piştî çend r’ojan bi destê fîdayîyên ermenî hate xarê...

Wê r’ojê li wir, wek ku fîdayîyên li wir amade bûn, digotin, ku dema ew  k’etine vê herêmê, di navbera wan û k’urdên binecî da t’u p’evçûn lidarnek’etin, k’urdan t’u berxwedan nedane xuyanê. Digotin, dema ew k’etine wan gund û bajaran li wir şopên p’evçûnên germ dîtine (teknîkên leşkerî hatibûn welger’andin û şewitandin, laşên leşker û mirovên sivîl û h.w.d.).  

Wê r’ojê em ewqasî agahdar bûn,  yek jî me Laçîna vala, şewitî û t’alankirî dît: dewsên p’encereyên demekê yên reş û tarî li me dinihêrîn- mîna çavên dayîkan ên ji hovîtîyê veciniqî û tirsîyayî...

Laçîn!..

Cara duyen em di navbera mehên hezîran- tîrmehê da çûne Laçînê. Dîsa ew Laçîn bû- bê hêz û bê taqet, şil û seqet (felş) bûyî. Dîsa wek berê şkevtên p’encereyên avayîyên şewitî, wêran û talankirî, dîsa wisa pelişî û tirsîyayî li me dinihêrîn... T’enê tiştek hatibû guhartin: Li ser k’ûça navendî ya bajêr li der-dorê komêndatûrayê girseyek a mezin a p’enaberên ji navçeyên Qerebaxê yên Şahûmanyan û Mardakêrtê hatibû û li ser hev berev bûbû. Her yekî, li k’u r’a gihîştibû, xwe avêtibû erdê: r’ûniştibûn, an velezîyabûn- jin, zar’ok, kal, pîr. Li ser dêmên hemûyan mora tirsê, westîyane, birçîbûnê hebû...

Van mirovan r’êya berbi Ermenîstanê girtibûn, dixwestin demekê berî  demekê van deran bit’erkînin, lê bê hêz bibûn. Digazinîn: alîk’arîyek a bi r’êxistinî nîne, ya ku tê jî di r’ê da belav û dêrs dibe, lê di k’etina navçeyên xwe da jî destê xiyanetê didîtin...  Çi jî hebe, mirov in – diaxivin, digazînin, mat’mayî dimînin û hêrs dibin.  

Êvarê, dereng nûnerê Ermenîstanê hat, bi gel r’a axivî, ber dilê wan da hat, soz da, ku alîk’arîya yekem, va ye, wê zûtirekê pêr’a bigîhîje...   

Li ser van dîmenan û di nava wan r’a k’urdên Laçînê hatin ber ç’avê min – di nava du agiran da. Ji hêla Ermenîstanê va bi destê hinek r’êvebirên T’evgera K’urdî ew xapandibûn, gotibûn ku leşkerên ermenîyan wê wan azad bikin, ç’irûska hêvîyekê vêketibû û wan ber xwe nedabûn. Heger wan ber xwe bida, wek ku fîdayîyên ermenî  digotin, lingê ermenîyan li wir nediket. Hemîn leşkerê Adirbêcanê ne ku t’enê r’evîyabûn, wan jî ji hêla xwe va, çi ji destê wan hatibû, anîbûn serê k’urdan... Û dîrokê xwe dubare kiribû – k’urd vê carê jî bûn qurban – qurbana şer’ê ermenîyan û adirbêcanîyan, û bê war, bê dost û kes wêran û t’alan bûn, hatin zêrandin û qetil bûn... Bersiva vê k’îyê bide? Cîhana bê wîjdan û bê exlaq, û dema hovîtîyê! K’urdên bê serî û bê t’evger!- Van mitalan t’awetî nedidan min.        

Temamîya şevê p’enaberan di k’ûçeyên Laçînê da bihurandin (gelo laçînî naha li k’u êwirîne? – hate serê min) t’enê, çiqas derfet hebûn, hinek kal, pîr û zar’ok li birygargehên k’oma sînorp’arêzên ji Gorîsê û Partîya Xrîstîyan –Dêmokratan da cî û  war  kirin... Şervanan xurekê p’ara xwe li wan beş kirin û heya sibetirê êvarê birçî man. Hinek ewr li esmîn berev bûn, baranek a sivik borizand, p’enaber li hev çûn-hatin, hewl dan xwe ji baranê bip’arêzin, lê st’ar nedîtin... Baş bû, ku baranê zû bir’î, an- na... Heger bajarê Laçînê û gundên dorê nedabûna devê êgir, dibû ku ew penaber ji bo  demekê star bibûna... Kal, pîr û jinan gazinê xwe dikirin: “Bş e, t’alan kirin, em têgihîştin, qanûna şêr’ a nenivîsî ye, em jî t’alan kirine, çima agirdûdayî kirin, mirov jî şênwarên ku hiltine, bişewitîne?! Tiştekî dinê ye,  ger ew ji destê dijmin va berdana... ”  

R’oja veger’a me li ber kanîya li ser kûça navendî ya Laçînê êdî p’enaberên ji gundê Çaylûyê (yê Qerebaxê) hatibûn û li ser hev berev bûbûn: ew jî wê şevê peya hatibûn û berbangê bi zor û cefayekî xwe ji Laçînê r’a gîhandibûn. Laçîna şewitandî,  t’alankirî û felşbûyî t’u alîkarî nikaribû bida wan jî.                           “”

Wê sibê nobedarê komêndatûra sînorp’arêzên ji Gorîsê Anûşavan Hayrapêtyan divê r’êberîya me berbi bakûr bikira- berbi gundên Laçînê yên milê K’elbecarê. Anûşavan ji gundê Aravazê ye, yê navçeya Gorîsê ya Ermenîstanê, fermandarê bêlûka sînorp’arêzên ji gundê xwe ye. Wek ku wî ji me r’a got, têk’ilîyên wan bi gundên   k’urdan ên cînar r’a berê jî hebûne. Digot, ku heya piştî p’evçûnên ermenî – adirbêcanîyan ê salên 1988-an jî têkiilîyên wan û gundîyên herêma Laçînê, her çiqas jî lawaz bûbûn, r’anewestyabûn. Wek ku wî digot,  k’urdên wê herêm bi  têgîhîştinî li doza ermenîyan a azadîxwez dinihêr’în (û ev jî xwezayî ye), digot, ku çi ji destê wan hatîye, alîk’arî dane hev. Bi gotina wî têk’ilîyên ermenîyan û k’urdan t’im jî ên dostanî bûne. Heya serhatîya hevaltîya xwe û P’irxanê ji gundê Garak’êşîşê ji me ra got – wek  ku  mirovekî cîhaneke nû veke! 

- Hûn dizanin? – P’eyv yek bi yek ji devê wî r’êzdibûn, - gelekan li van deran xwe wek t’irk didan xuyanê (ermenîyên wan deveran adirbêcanîyan r’a “tirk” dibêjin), çawa bikirana, hûn r’ewşa wan t’exmîn jî nakin! Ez bi gelekan va çûme-hatime, bi wan  r’a bi t’irkî axivîme, min hew dîtye, ewan di nav xwe da bi zimanekî din axivîne. Min pirsîye, derk’etîye, ku bi k’urdî diaxivin, ew bi xwe jî k’urd in... Û ji wê r’ojê va  danûstandinên me yên k’ar werguhêzî yên hevalatîyê, dostanîyê bûn... Ewana bawerîya xwe bêt’ir ji me tanîn! – Di dawîyê da Anûşavan li ser da zêde kir.   

...Mîkrootobûsa ÛAZ-ê ya r’engê k’eskê tarî em berbi bakûr va dibirin. Em herdu gundên destpêkê derbas bûn. Wek ku Anûşavan gotibû, divê li wan deveran  teknîka zirî ya şewitî mabûya, ya ku demên p’evçûnan k’urdan welger’andibûn û şewitandibûn. Bi gotina wî OMON-ên (t’îmên t’aybet) adirbêcanî li wan deveran di bin t’ehdîda ç’ekan da k’urd neç’ar kirine, ku bi wan r’a her’in, û ji ber ku k’urdan berxwe dane, nexwestine  her’in, beşekî wan bê hêvşandin, qet’il kirine. Bi gotina Anûşavan, dema êrîşa ermenîyan k’urdên binecî bi OMON-an r’a p’evçûne û berbi bakûr va meşîyane – berbi  K’elbecarê, lê OMON – berbi başûr, berbi Qubatlîyê va. Digot, ku k’urdan xwestîye piştî K’elbecarê, li ser Qazêx r’a ji Adirbêcanê derên û berbi R’ûssîyayê va her’in.... Li  wan deveran em r’astî cilên mirovên kuştî hatin, ku di nav xwînê da mewicî bûn, cî-cîna jî xwalî avêtibûn ser û veşartibûn. Laşşê mirovan nemabûn. Hinekî wê da cîyê teknîka şewitî, parç’eyên wan ê belavbûyî vîalî – wîalî k’etibûn, dora wan jî fişekên gulekirî yên vala k’etibûn, ji her cîyan bîna k’izûr dihat. Deşta şêr’... wek deşta şêr’! Anûşavan ji dûr va gundên di qefên ç’îyayên bilind û hasê da, ên ku wek hêlûnên teyrên  baz xuya dikirin, nîşanî me dan. Wîalî ç’îyan navçeya Gorîsê bû. Ç’îyane p’ir’ hasê bûn.   

- Dibînin, çi ç’îyane hasê ne, - Anûşavan got, - heger gundên k’urdan nînbûna, heger p’evçûnên k’urd û adirbêcanîyan nînbûna,  me dijwar bikaribûya Laçînê hildin. Hûn bi xwe binihêr’in, heger t’avîyên xwe baş bigirtana û ber xwe bidana, k’îyê bikaribûya li wan ç’îyan r’a derbas bibe?  

Bi gotina Anûşavan, heya hatina hêzên ermenîyan, hê di mehên adar û nîsanê da li van deveran bûyerên dramatîk pêk hatine. 

... Em li van deveran r’astî tu laşî, yan p’arç’eyên laşên kuştîyan nehatin. Bi gotina Anûşavan wan bi xwe t’u term binax nekirine. Windabûna laşên kuştîyan wî weha şrove dikir. Bi gotina wî, di van daristanan da hê jî xortên k’urd mane. Û, k’urd jî, di çi mercan da dibe, bila bibe, kuştîyên xwe bê ç’alkirin nahêle... 

Dîmenekî p’ir’ melûl bû – gundên wêran ên vala, li derdorên r’êyan zît’olên cilên kuştîyan ên di xwînê da mewicî, p’arç’eyên teknîka leşkerî, pêlîstikên zarokan, tiştên navmalê... Li van deveran trajêdîya mirovî hatîye lîstin û hemû p’erde û lîstikvnên wê hîn ne dîyar in! Demê bi xwe her tiştî di cîyê wan da dayne, û dîmenên vê trajêdîyê wê bi hemû dêtayên wê yên kêm va t’emam bibe... K’î dizane k’engê?

...Vê carê em di Laçînê da şopa k’urdan diger’îyan: tiştên navmalê,  t’aybetmendîyên wan ên k’urdî, p’irtûk, name, belge û tiştên din. Wek ku tê zanîn, wargwhê k’urdî ya demekê- bajarê Laçînê, bi siyaseta  serdarîya Adirbêcanê ya  bêk’urdkirinê, êdî dema dagerkirina wî ya ji hêla ermenîyan va ji sedî 80%-ê binecîyan bibûn adirbêcan. Her çiqas k’urd di bajarê xwe da bibûn kêmanî, lê dîsa jî ji hemû k’urdên herêmê yên here aktîv di vî bajarî da jîyane: di malên wêran û şewitî da me nameyên k’urdan, ên ku wan ji serokatîya Sovêtê r’a şandibûn - ji bo ew bêdadîya  dîrokî bê r’akirin û mafên wan ê otonom li wan veger’înin- bi dehan û sedan binnûsên k’urdan va, bersivên wan, ên ku ji “jor” va hatibûn. Êdî di derbarê gundên k’urdan da nabêjin.  Dertê holê, yên ku haya me ji tiştekî nînbûye, dîs em bûne. Li wir di navbera k’urdan û  serdarîya Adirbêcanê da nak’okî û p’evçûn hebûne, k’urdan ji bo mafên xwe yên net’ewî têk’oşînek meşandine, bêyî dengderxistineke zêde... Di mala yekî da me hejmarên rojnameya “R’ya t’eze”,  berevkirî û dirûtî dîtin. Ji bo her salekê cûda ji salên 70’î û vir va- r’ojnameya ku di Yêrêvana p’aytexta Ermenîstana Sovêtî da r’onayî dibîne! Bi dehan p’irtûkên k’urdî û yên di derbarê k’urdan da, çapemenîya bîyanîyan. Ji belgeyên ku me dîtin, dida xuyan, ku navê xudanê malê Bendalî Bendalîyêv bûye – r’ewşenbîrekî k’urd, welatp’arêzekî dilsoz. Di maleke din da me p’irtûka dîroka Adirbêcanê ya ji bo dibistanên rûsî dît, a ku sala 1977-a hatibû weşandin. Hinek r’ûp’elên vê p’irtûkê qat kiribûn û cî-cîna hinek tişt jî bi qelemê kivşkiriibûn. Ew agahîyên di derbarê herêma Qerebaxê û k’urdan da bûn. Di derbarê van da emê hê biaxivin. 

...Em bi dilekî kul û kovan veger’îyane Yêrêvanê. Gotinên ç’ekdarên ermenî: Vanîk û Anûşavan Hayrapêtyanan, Slavîk, Artyom û yên din hîn jî li ber guhê me bûn,  ên ku li ser axa K’urdistana Sor a dagerkirî weke xwedî dimeşîyan û li ser bûyerên dagerkirina Laçînê gotinên xwe digotin. Gelo çiqasî r’ast dibêjin? Lê heger hemû ç’îr’ok in? R’astî li k’u ye? K’anê gotina t’erefê din? K’urdên Laçînê çima bêdeng in? Pirs in, pirs in, pirs...

2. K’î divê dersê bide k’ê?!

...Em hê jî di bin bandora bûyerên Laçînê, tiştên ku me li wir dîtibûn, hevdîtin, gotin û dîmenên dîtî da bûn. Em hê jî nkribûn hînî jîyana Yêrêvanê bibn, a ku bi r’û va aram, bê xem û ji şêr’ dûr dihate xuyan. Jîyana wê ya r’ojane hê em di nava xwe da nedabû bîrkiirn, dema hevalekî min du hejmarên r’ojnameya “Azatamart” (bi r’ûsî, hejmara 26/69, 26’ê hezîranê – 2’ê tîrmeha 1992. û hejmara 27/70, 3-9’ tîrmeha 1992.) drêjî min kir û  got: “Binihêr’e, ji bo te di van da tiştin hene!”  

Min herdu hejmarên r’ojnameyê per’kirin: di her hejmarekê da r’ûp’elekî r’ojnameyê (bi giştî du r’ûp’el) gotarek bi sernivîsa “Ên kurd” hatîye weşandin û xudanê wê jî Garnîk Asatiryan e.  

Me hîç hêvî jî nedikir, ku G. Asatiryan jî wek k’arbixêrên ermenî yên wextekê, di çarç’oveya hêz û derfetên xwe da, wê li ser t’aybetmendîyên k’urdan ên net’ewî, çand û hunera wan r’aweste. Lê ku armanca gotara wîyê ew be, ku nîgara gelê  k’urd wek nîgara dijmin nitirîne, me ev jî hêvî nedikir. Ew, ku Garnîk Asatirîyan (ji vir û pêva: G.A.) nû nîne, ku agahîyên di derbarê dîrok, ziman, çand û hunera gelê k’urd da lêp3 û berovajî dike, me ew jizûva dizanibû. Lê ku ewê wan t’evan ji bo armancên xwe yên gemar û k’etî bikar bîne?.. Çi jî hebe, em binihêrin, k’a ew çawa nîgara dijmin dinitirîne û bi xwe jî paşê, xwedêgiravî “hewl” dide, ku  xwe “efû” bike: “Ji van gotinan nayê wê wat’eyê, ku xudanê van r’êzan dixweze r’engan tîr û tarî bike – nîgara k’urdan wek  dijminê ermenîyan ê qanîqan ji nû va vejîyan bike, an jî, Xwedê neke, ji bo k’în û nefretekê li dijî k’urdan gur’ bike.” (“Azatamart”, hejmar 27(70), rûpel 10).  

Wek ku tê xuyanê G.A. bi xwe jî texmîn dike, ka çi bîn ji nivîsa wî tê.  

Her çiqas jî ew, xwedêgiravî, xwe “efû” dike, lê hema di wê “efûkirinê” da û bi wê ew ne r’astedêr ji xwendevan r’a dibêje- çi ku min nivîsîye hûn weha têbigihîjin.   

Her çi jî bûbe, em binihêr’in, k’a G. A. çawa bi “zanistî” “nîgara dijminê qanîqan ji nû va vejîyan” dike, û ji bo gelê mijara gotinê, wek net’ew, çarç’oveya mafê jîyanê datîne û nava wê t’evlîhevîya “zanistî” ya wek girara qereçîyan da “r’êvebirîyê” ji gelê xwe r’a dike, û berê wî dide k’u...   

“Dertê holê”, ku heya G. A. di Ermenîstanê da di derbarê k’urdan da “nêzîkbûneke sade, r’omantîk” hebûye.  “...(Dibe ku, ji ber ku di dema Sovêtê da bi pirsa net’ewan r’a nêzîkbûneke t’aybetî hebûye) bi giştî di derbarê k’urdan û çêbûna wan, dem û r’ewşên belavbûna wan a di Ermenîstanaê da, bi t’aybetî nêzîkbûneke sade, r’omantîk hebûye, ne ku îdêolojîyeke zanistî ya bi belgeyan va xinê”. Û piştî vê: “Bêagahîbûn, an jî, dibe ku, kêmasîya biwîjdanîya zanistî digîhîne wê, ku gelek caran têkilîyên ermenîyan bi k’urdan r’a digîhînin... demên Tîgranê Mezin4. Pirs di wê da ye, ku ji Înç’îç’yan û Lêo5 destpkirî, di nav r’ewşenbîrên me da ew t’exmînek a çewt belav bûye, ku marên6 kevnar pêşîyên k’urdan in...”  

Di sêrî da divê bê gotin, ermenîyan ne ku t’exmîn kirine, ku mar (med) pêşîyên  k’urdan in, lê p’eyvên mar (med)  û k’urd ji bo wan p’eyvne yekwat’e bûne: ermenîyan gotine k’urd, med têgihîştine, gotine med, k’urd têgihîştine. Ji bo vê hinekî paşê emê biaxivin. Û, ya duyem, hûn tê digihîjin, “dertê hole”, ku berê ermenîyan cînar û dost û dijminên xwe nas nekirine, gelek tişt çewt tê gihîþtine, û G. A. jî, nizanî ji k’u derk’etîye, r’abûye, meydanê dixwîne û “dersê” dide gelê ermenî?! Mirov nizane bik’ene, an bigirî!... 

Ev êdî çend sal in, ku G. A. dicêr’ibîne, gelê ermenî bi “îdêolojîyek a zanistî” (belê, belê, hema wisa – “îdêolojîyek a zanistî”, ango – ya dijk’urdî) p’erwerde bike û ji bo wê jî  “destk’evtîyên zanistê yên vê dawîyê bingeh digire”. Û yek t’une, ku pirs bidê: “Gotina te di derbarê k’îjan zanistê da ye? Çima li vir pirs di derbarê zanistên xwezayî, yên r’asttirîn da ye, di derbarê xêt’an, şûmêran (sûmer), an gelên din ên dîrokî da ye? K’urd hebûne, hene û îro jî bi cînartîya ermenîyan û Ermenîstanê, hinek cîyan jî herdu gel di nav hev da dijîn. Û gelê cînar jî (heya du biryaên cînar, bav û kur’ê cînar), heger ew cînarên hev in, wê di navbera wan da hem p’êwendîyên qenc hebin, hem jî yên xirab. Û ev jî ji berjewendîyên wan, an bi destê dijminê herdu alîyan û cehş û k’irêkirîyên wan dijminan ên xwefiroş û k’irêt tê. Divê herdem tiştek bê zanîn (û dîroka  mirovayîyê vê ji me r’a dibêje!) ne gelên yekawa bêguneh hene, ne jî yên yekawa biguneh: divê mirov wêrekîya wî û paqijîya mirovî ya sade hebe û bikaribe di nav gelê xwe da hem wê bibîne, hem jî a din – hema ji bo xatirê dihatûya gelê xwe û berdewamîya wî. 

Belê,  hema di çapemenîya ermenîyan a dawîya sedsala XIX û destpêka sedsala 20’î da, ya ku G. A. bîr tîne, di derbarê têkilîyên k’urd û ermenîyan da r’ûpelên r’onî –çiqasî bixwezî, hene… Hema divê mirov xwe şûna koran daneyne, bibîne, binase û bide nasîn. Û ew jî ji herdu gelan r’a weke hev pêwîst e. An, na di gotara G. A. da wek  tayekî sor xêzek derbas dibe, ya ku xwendevan ji r’êya r’ast dûrdixe û dixalifîne. Her çiqas ê dizane, dizane, hema hinekên bê agahî dikarin bik’evin bin bandora wan  derewan, ji ber ku ew li ser r’ûpelên çapemenîya fermî hatine weşandin. Divê bê gotin, ku ev gotara bi serê xwe ya t’ek t’enê nîne, ku G. A. ji sala 1988-an û vir va bi hevp’ar û hevk’arên xwe yên ji r’ojnameya “P’yûnîk” va bi t’evayî davêjin meydanê û bi hest û hîsên gel, ên ku bêyî wê jî hatine t’evlihevkirin û gur’kirin, bilîzin… Baş e, ku yên vî r’engî di nav civaka ermenîyan da kêm in. Dîsa baş e, ku lîstikên weha li vir dibin, an na, heger ew di nav civakeke fanatîk da pêk bihatana, bi “dua-drozgên” asatirîyanan naha ji zû va!..


     3. Nexwendîtî, femkorî, yan..?

Siyaseta ku xwestine dutîretîyê bikin nav k’urdan û wan ji hev p’arç’e bikin, nû nîne. Ew siyaset ereban, farisan û t’irkan ji berê va bik’aranîne. Hema îro, tiştekî balk’êş li vir heye: li vir vê siyasetê, ya ku xelkê jizûva avîtine ser k’ulîkê dîrokê, G.A. û yên mîna wî, xwe pêr’a gîhandine, r’evandine û li ser xaka Ermenîstanê didine lîstikê. G. A.  k’etîye k’uç’e û kolanan gewrîya xwe diqelêşe, k’axazokan tenî dike, ji ç’ermê xwe dertê, ku “îzbat” bike,  xwedêgiravî, êzdî û zaza ne k’urd in. Û ji bo wê jî mînakekê  tîne, ew jî, ku hinek êzdî  hene, ku dibêjin, em ne k’urd in. Berê pêşin ew hewa siyasî, ya ku bi saya yên mîna G. A. li Ermenîstanê çê bûye, baş e, ku êzdî dibêjin em êzdî ne, û dest ji wê jî bernadin û nabêjin, ku ew ermenî ne (her çiqas, kes nizane, dibe ku ew dem jî bê!). A din, ma yên wisa di nava k’îjan gelî da t’unene?! Em hema hildin ermenîyên kat’olîk, ên ku xwe “fr’ang” nav dikin. Ev hevtê sal e, Ermenîstan wek k’omar heye, siyasteke net’ewî ya yekgirtî tê meşandin, dibistanên net’ewî hene, lê hê jî fr’ang (ermenîyên kat’olîk) bi dijwarî hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan r’a pêk tînin,  xwe fr’ang dihesibînin, ên din- ermenî, ji zaravê xwe r’a, yê ku ew û beşekî mezin ê ermenîyan va pê diaxivin, nabêjin ermenî, dibêjein fr’angî (bi ermenî- fr’angêrên), hema em hemû jî dizanin, ku ew r’engekî ermenîyan in. Êdî em di derbarê ermenîyên hemşî da, yên ku misilman in,  nabêjin… Dîsa jî balkêş e, ku ew wê nêr’îna dûrî heş û aqilan, ya ku zimanê k’urdî, yê ku k’urdên êzdî pê diaxivin,  êzdikî nav nake, nap’ejirîne û ji wan r’a k’urdzarav dibêje (bi ermenî- k’rdalêzû).

Heger çend êzdî di bin bandora wê hewayê da, ya ku asatirîyanan li Ermenîstanê saz kirîye, ji xwe r’a nabêjin k’urd, nayê wê wat’eyê, ku êzdî ne k’urd in. Vê carê em dikarin wan k’urd hesab nekin, lê bi giştî nikarin êzdîyan k’urd hesab nekin, ji ber ku di cîhanê da net’eweke wisa nîne, êzdî t’enê di nav k’urdan da hene, di welatê me  K’urdistanê da hemû êzdî, bi zîyareta xwe Lalişê va, bi r’êbeîrya xwe ya olî va weha  dibînin: “Ê ku ne k’urd e, ne êzdî ye, yê ku ne êzdî ye, ne k’urd e!”. An: “Heger êzdî ne k’urd e, êdî kî kurd e?!”  Di Ermenîstanê da jî cîyê ku k’urdên êzdî xur’û di cîyekî da  dijîn (di gundên xwe da) vê dibêjin, ên Gurcistanê jî vê dibêjin…

 A din, divê r’ûyekî mirov hebe: ew çawa dibe, ku heman G. A. di hevp’eyvîna  xwe ya “Kurdistan prêss” ê da dibêje, ku di Ermenîstanê da “60 hezar k’urd” dijîn (“Kurdistan prêss”, № 87 (17-18) 26. 12. 1990, r’ûp’el 13), lê heman hevpeyvîn bi   werger  di r’ojnameya “P’yûnîk” da (№ 2(10), 16. 02. 1991 r’ûp’el 24) bi zimanê ermenî  tê weşandin û “60 hezar k’urd” dibe “çend hezar k’urd”. Û îro jî berdewam dike îsbat bike, ku di Ermenîstanê da “... heya bûyerên sermaweza 1988’an der-dorê 5-6  li wir hezar kurd dijîyan... Naha di Ermenîstanê da ne zêdeyî 700-1000 k’urdî mabin...”. Tu ji mirovê weha r’a çi bibêjî?! Ew xwe bi xwe bi xwe va girêdayî maye – îro weha pêwîst e, weha dibêje, sibê cûr’ekî din pêwîst be, wê tiştekî din bibêje...

Di gotara xwe da G. A. Di derbarê wêje û çanda k’urdî da agahîyên salên 50-60-î tîne, dema jîyana klasîkên wêjeya kurd jî 3-4 sedsalan vir va tîne, hîç gotinekê jî li ser çanda  k’urdî ya kevnar nayine zimên.  

Di du hejmarên r’ojnameyekê da pey hev gotara “Yên k’urd” hatîye weşandin, ew jî di bin r’ûbrîka (jorenivîsa giştî) “Cîhana hawîrdorê me” da, û tu tiştekî bingehîn ê nêzî têgihîştina mirov di wê da nabînî. Ji wan bîna “k’axazokên” şer’ û şilt’axên herêmî yên sedsalên navîn tê.  

Helbet, di rojên me da jî mirov dikare mînakên weha hinek cîyên din, li bal şer’lat’anên “dîrokê” yên din jî bibîne, lê mirov li vir ji tiştekî mat’mayî dimîne: G. A. belge û îzbatîyên dîrokî nayne, nanirxîne, û paşê r’ed nake; ew dibêje, ji bo ku bibêje, ji bo nêr’înekê di  nav civakê da amade bike. Wek ku tê xuyanê, ewî dersa xwe ji Gêbêls baş girtîye, ê ku di dema xwe da gotîye: “Dereweke sed carî bê dûbarekirin, wê şûna r’astîyekê bê p’ejiranddin!”. 

Her çiqas G. A. digazine, ku “...derfetên weşana r’ojnameyê bi sînor in”, lê, eger gotineke mirov hebe, du r’ûpelên rojnameyê jî bes in, ku mirov bikaribe, çawa bixweze, wisa jî her net’ewekê pêşî xwendevanan bike..

Çi dibe, bila bibe, gotin hatine avîtin, divê ew bê bersiv nemînin. 

G. A. dinivîse, ku di vê serdema bilindbûna xwetêgihîştina k’urdan a net’ewî û k’ombûna wan da, xwedêgiravî, hewl tên dayîn, ku hinek berekên (eşîr) îranî, yên wek zaza, lûr û gûranan (ew navên ‘lor’ û ‘goran’ weha dinivîse. – K. M.) di nav xwe da  bihelînin. 

Berê pêşin, eger ew yekîneyên îranî yên cuda ne, çima berek (eşîr) û ne ku gel navdike. A din jî, çima G. A. t’exmîn dike, ku di derbarê van beran da, wek ên k’urdî, t’enê di vê serdemê da hatîye zanîn. Hîn zimanzanê ermenî yê navdar Hraçîya Aç’arîyan, dinivîse, ku zaza xwe kurd dibînin (divê bê zanîn, ku Açar’îyan ev agahîyana hê di destpêka sedsala bîstî destxistibûne).

Û G. A. di vê lîstika xwe da xwe ewqasî ji bîr dike, nabîne, ku her çiqas li cîyekî navê berekê wek “gûran” dinivîse, li cîyekî din “herêmek a ne eşîrî” bi “goran” nav dike (li şûna ‘û’,  ‘o’ dionivîse) dîsa jî nikare mirovê şareza û pispor bixapîne. Ew dinivîse: “Her weha k’urdên bê eşîr jî hene, yên bajarî, herêmên ku gundîtîyê va mijûl dibin û yên din, ên ku “kurmanc”, “miskîn”, an “goran” tên navkirin:- Li ser vê me dixwest, ku G. A. navên “kurmanc” û “goran” hemberî navên zaravên “kurmancî” û ”goranî” bikira, û ewî bi xwe jî wê bidîta, k’a ew “r’astîya” wî çiqazsî r’astî û zanistî ye. Paşê, ji bo ku van bêaqilî û sewdaserîyên xwe “îsbat bike” ew dinivîse: “... Wek ku zaza, her weha lûr û gûran (dixweze bibêje, ‘lor’ û ‘goran’.- K. M.), hema-hema bi t’aybetmendîyên xwe yên êt’nografîk va yekîneyên îranî yên ji k’urdan cuda ne”. – Meyê li vir şêwir bida “k’urdzanê” nû pêk’etî, ji bo ku ew biçûya mûzêyûma êtnografîk a  Sardarapatê (Serdarava) û bidîta, ku ermenîyên herêmên cuda-cuda (yên Stembolê, Hemşênê, Qerebaxê, Sasûnê, T’iflîsê, Yêrêvanê û yên din) çiqas bi cil û libasên xwe va  mîna hev in, bi van ermenîyan r’a biaxivîya û bidîta, k’a ew û wan va (an jî ew bi xwe  di nav hev da) çiqasî ji hev fêm dikin. Her çiqas ev êdî 70 sal in, ku “siyaseta” û perwerdeya zimanekî wêjeyî tê meşandin, lê hê jî di Ermenîstanê da çend zaravên ermenî hene, jîyan dikin (û wê hê jî hebin!) û gelek caran jî di navbera wan ermenîyan da, yên ku zimanê wêjeyî nizanin, divê yan wergêrek hebe, an jî divê herdu ermenî bi zimanekî din ê duyemîn bi hev r’a biaxivin, ê ku herdu jî dizanin. Bi giranî jî vê r’olê zimanê r’ûssî dilîze. Û ev jî xwezayî ye, mirovê zane û xwedî t’erbîye ji bo vê ne mat’mayî dimîne, ne jî vê yekê ji bo xirabîyê bik’ar tîne...  

G. A. armancek daye pêşîya xwe û ew armanc li pêşîya wî k’etîye, ewî jî çavê xwe girtîye, devê xwe vekirîye û daye pey, dimeşe...

Weha anegorî “t’êza” G. A. a “zanistî” k’urd di destpêka sedsala 19’an (1813, 1828) ji herêmên Îranê yên bakûr-r’ojavayê hatine ser axa Adirbêcanê.”  

Di sêrî da divê bê gotin, ku her çiqas ne di destpêka sedsala 19’a, ne jî heya damezirandina Komara mûsafatan ne ji bo herêmeke erdnîgarî (cêografîk), ne jî ji bo herêmeke bi serdarî navê Adirbêcan nehatye gotin, lê dîsa jî di wan herêman da k’urd hê ji mêj va hebûne. Weha di p’irtûka “Dîroka Adirbêcanê” ya bi zimanê r’ûsî da, ya ku me di maleke  Laçîna wêrankirî da dîtibû (xwedîyê malê cî-cîna bi pênûsê hinek agahî k’ivş kiribûn û  p’el jî qat kiribûn) agahî hene, yên ku hem nezanîya G. A., hem jî armanca wî ya nep’ak derdixin  holê. 

Di r’ûp’elê p’irtûkê yê 36’an da belgeyek hatîye weşandin, di wê da tê gotin: 

“Nitirandina bajarê Bardayê ji hêla dîroknivîsê ereb ê sedsala dehan El Îstaxrî va. 

...Li ber dergehên Bardayê, yên ku wek “Dergehên k’urdan” dihatin binavkirin”...

Lê di r’ûp’elê 37’an da §10’an a beşê V, di bin sernivîsa “Avabûna dewletên fêodalî” da em dixwînin:

“...Salên 70-î yên sedsala X di herêma Gencayê da dewleta kurdan a Şeddadîyan ava bûye. Serdarekî vê dewletê Barda û Şek’î hildane û gîhandne aqarên  di bin serdarîya xwe da. Şeddadîyan derbeke giran gîhandine Qezeran û bi wê yekê dawîya êrîşên wan anîne... Di dema serdarîya Şeddadîyan da li ser ç’emê Erez p’ira hatîye çêkirin, bingeha diravbir’înê û dergehên hesinî yên Gênceyê yên bi nav û deng hatine danîn”... 

Lê cîguhastina k’urdan a girseyî ya ji Îranê berbi Başûrê Kafkassîyayê – li ser xaka Adirbêcana îro bi fermana Şah Abbas pêk hatîye – ji bo ku sînorên dewleta xwe yê  bakûrî bi hêz û mit’în bike.  

Ev hê hemûşk nîne: dema G. A. navên herêmên k’urdan di Îranê da r’êz dike navê “Ostana Kurdistanê” ‘ji bîr dike’, ya ku li ser her xerîteyeke Îranê ya fermî jî heye.  

...Û weha, mirov dikare bi r’êzê her “îsbatîyek” G. A. “îsbat” bike. 

Di gotara G. A. da her weha beşê “Darayî” jî heye: bi giştî ji çend r’êzan e. Li vir jî armanca vî mirovê hanê ew e, ku k’urdan tenê wek gelekî k’oç’er û r’êncber bide nasîn. Helbet, heger tiştekî wisa hebûya jî, tu şerma wê nînbû (her çiqas, anegorî agahîyên bawerîyê ji 100-î 40 %’ê binecîyên K’urdistanê zêdetir bajarî ne.)... Mirov divê ewqas femkor nînbe, ma ji bo gelên cîhanê yên here pêşkevtî k’î r’êncberîyê dike? Ma, gelên ku di nav wî da hem jî r’êncber nînbûn, hene? 

A din jî, eger k’urdan r’êncberî kirine jî, ya xwe kirin, û ew jî r’êyeke t’ek-t’enê bûye, ji bo ku azad û serbixwe bijîn û xulamtîya bîyanîyan nekin. Û ji xêynî wê, di cîhanê da gelê xur’û rêncber, k’arker, bazirgan hene, gelo? Lê ji bo ku “gotina” xwe îzbat bike û xwendevanan bide bawerkirinê, G. A. gotineke k’urdî ya gelêrî “dibîne” û wek mînak tîne: “Şivantî-mêrantî”. Wek tê xuyanê G. A. helbestên navdar ê ermenî yê mezin Hovhannês T’ûmanîyan nexwendine (wê ku bixwenda!..). Eger xwendibûya, wê bidîta, k’a T’ûmanîyan çawa pesnê lehengîya “lawikên şivan” dide... Û ji bilî vê, eger ji  bo şivantîyê bi r’astî jî mêrxasî pêwîst nake, çima her mirovek nikare şivanîtyê bike – bi berf û bager û tavî-teyrokê r’a her’e şêr’, gur û çeqela û dizan bide r’evandin... Xwe wisa hêsa nîne!..

Lê dîsa jî!

Eger mirovê ku xwe ewqas zaneyê r’abûn-r’ûniştina gelê k’urd dibîne, divê ji bîr nekira (dibe ku wisa pêwîst e!), ku gotineke gelê k’urd a din jî heye, ya ku hê bêht’ir t’aybetmendîya gelê k’urd a net’ewî derdixe holê:               

“-K’ê dinê dot? 

          - Yê k’ir’î – firot! 

Dîsa negihîşt Xeta cot!”

Aha, ev e formûla gelê kurd a bextewarîya mirovî... 

Êh, çi bikî, eger mirov bixweze, wê bikaribe her tiştî “bibîne” û berovajî bike, t’enê dimîne, ku ew bikaribe, wek mrov, destûrê bide xwe, ya din pirsa têknîkê ye... 

Piştr’a jî G. A. dîsa bi wê “hostatîya” xwe, ji bo pirsa ku di çavkanîyên ermenîyan  ên sedsalên navîn da navên k’urd û med (bi ermenî - mar) yek dihesibînin, r’ed dike û wek îsbatîya bingehîn van gotinan tîne: “...Berbangê zû ên med hatin,  ên ku  k’urd tên navkirin” (Arîstakês Têvkants, Hayêrg, T’îflîs, 1882, r’û 175-180, bi zimanê ermenî). Bûyera mijara gotinê, ango hatina med-k’urdan a berbi dêra T’spinê, 19’ê gulana    1426’an pêk hatîye. Her çiqas ev gotin îzbatîya yekwat’ebûna p’eyvên  k’urd û mad in, dîsa jî G. A. anegorî şanê xwe yê mirovî û zanistî hewl dide, ku  yekwat’etîya van p’eyvan, ango medbûna k’urdan, an k’urdbûna medan r’ed bike. Û vê jî çawa dike?!  Dibêje, ku, xwedêgiravî, ew “hinartineke wêjeyî” ye. Û li vir jî ew bi xwe bi xwe r’a amin dimîne. Ew bi “hostatîya” xwe ya lêpokîyê (sextek’arîyê) ç’avkanîyeke ermenîyan a din dide jibîrkirin. Eger mirov gotinên wê çavkanîyê jî bi bîr bîne, wê p’erdeya vir’ û şer’latanîya G. A. ya “zanistî” biçir’e.    

Bixwînin û mat’mayî nebin: “Binecîyên wê cîhanê (ango – wî welatî. – K. M.), yên ku k’urd in, med tên navkirin” (MatênadaranaErmenîstanê7, destnivîsa № 1495, r’û. 142b û 142-an; t’emenê vê destnivîsê 400 sal e!). Li vir li ber çavan e, ku ermenîyan gotine “med” têgihîştine “k“urd”, gotine “k“urd” têgihîştine “med”. Em dibêjin, piştî ewqasî êdî şrove ne pêwîst in û îzbatkirin jî naên xwestin, ji ber ku, yên ku di vê cîhanê da bi cînartîya k’urdan û di nav k’urdan da jîyane, û k’urd ne bi gotinên hineke din nas kirine, ermenî bûne. Ermenîyan jî heya sedsala şanzdan (ya ku bi nivîskî heye) k’urd wek med û med jî wek k’urd nas kirine... 

Lê di derbarê wê yekê da, ku G. A. bereka k’urdan a r“ojkî ji ermenîyan  dihesibîne, em dihêlin ser wîjdanê wî yê “zanistî”, lê bes, dîsa jî meyê bixwesta r’astîyê li ber xwendevanên xwe vekin. Hema di gotara xwe da (dibe ku, bêyî ku wê têbigîhîje) ew bi xwe wê “t’êza” xwe vala derdixe, dema li r’ex p’eyva ‘r’ojkî’ di nav cotkevanan da  dinivîse: “(her weha, ‘r’ûzakî’)”. – Divê bê gotin, ku p’eyva ‘r’ojkî’ ji p’eyva k’urdî ya ‘r’oj’ tê, şêwazên vê p’eyvê yên kevn jî: ‘r’oz’ an ‘r’ûz’ îro jî di hinek deverên K’urdistanê da hatîye p’arastin(vê hemberî p’eyva farisî ya ‘r’ûz bikin, ango, ‘r’oj’). Û, eger  G. A. dixweze p’eyva ‘r’ojkî’ bi navê malbata ermenîyan a “R’iştûnyan” va girê bide, wê demê divê ew di sêrî da îzbat bike, ku p’eyva ‘R’iştûnî’ ji p’eyva ‘r’oj (r’ûz)’ tê?!... 

Bêç’aretîya G. A. û bêwat’etîya “t’êza” wî li ber ç’avan e! 

Bi van “îsbatîyên” xwe yên vala, bi “meşa” xwe ya “r’edkirinê” va G. A. digîhîje pirsa ji hêla k’urdan va avakirina dewleta net’ewî, û “dide xwîn”, ku k’urdan di dîroka xwe da dewleta net’ewî ava nekirine... Eger ev yeka mirovekî bigota,  yê ku bi  ç’avkanîyên ermenîyan r’a nenas bûya, mirov dikaribû ev yek, wek bêagahîya û nezanîya vî mirovî bip’ejiranda. (Û li vir G. A. ç’avkanîyên ermenîyan li hêlekê hîştîye û çûye hewcê r’êwîyê t’irk Evlîya Çelêbî bûye. Dibe ku wî ji bîr kirîye, ku heman Evlîya Çêlêbî di derbarê ermenîyan da jî nivîsye, lê divê em ne bi devê wî bi hevr’a  biaxivin). K’urd, çiqas dewlet û mîrtîyên wan jî hebûne, her çiqas di welatê xwe da dagerkirî jî bûne, lê “di welatê dagerkirî da jî t’ucar bêdewlet nînbûne. Her çiqas k’urd di  bin bandora hinekan da jî bûne, ew bindestî bi şêwazî (şiklî) bûye, t’enê xerc dane û serbixwe mane. Û ew nîvserxwebûna wan jî bi destê berdestî û xulamokên serdarîya  t’irkan hatîye t’unekirin (em dibên, G. A. divê di derbarê vê yekê da ji bîr nekiribe, ji ber ku bi hemû hêza xwe va hewl dide, xeta wan berdewam bike). Ji bilî vê, wek tê  zanîn, G. A. nikare, yan jî naxweze tê bigîhîje, ku peyva ‘emîr’ bi k’urdî ye, ango, ‘mîr’, ‘p’adişah’, ‘qral’, ‘şah‘ (êmîr < ê mîr), û her mîrekî k’urd xwe wek şahekî (qiralekî) hîs kirîye.

Ji bo ku ev t’evlihevîya çêbûyî ji hev bê vebijartin û ava zelal bik’eve, dibe ku bi pêwîstbe, dehan p’irtûk bên nivîsar. Lê em bi ewqasî t’êr bibin û li ser lêytmotîva siyasî a G. A. r’awestin.  

Di beşê gotara xwe ya yekem da (“Azatamart”, № 26 (69)) di nav wê t’evlihevîyê r’a, ya ku wî bi xwe bi destê xwe çêkirye, G. A. wê nêr’înê davê meydanê, xwedêgiravî  “k’urdên Başûrê Kafkasîyayê bi sekna xwe va t’imê bi mêla (tangîrîya) adirbêcanîyan va k’etine ç’av, berovajî êzdîyan, “...ên ku di nava sedsalan da di mêla wan a berbi  ermenîyan da t’u guhar’tin çê nebûne...”  (Weha, ji bo çi ew ewqasî hewl dide, ji ç’ermê  xwe dertê, “îzbat” bike, ku êzdî “ne k’urd in”! – K. M.). Helbet, tiştên weha ji bo me nû nînin, li ber  ç’avan e, ku sparîşa hinek derdorên siyasî pêk tîne. Ewî berê jî di gotarên xwe da êzdî wek yekîneyeke êtnîkî ya ne k’urd a serbixwe dayê xuyanê, lê bi wê yekê heya di  nav hinekên xalifî û tirsîyayî da jî helwesta dijber hişîyar kirîye. Û ji bo vê jî ev yek ji pisporê “êzdîbazîyê” xweş nehatîye, û ew berê xwe dide şêwazên nû yên bandorkirinê – k’urd dostên dijminên me ne (ango, ên adirbêcanîyan û t’irkan), û, ji bo wê jî, eger hûn xwe k’urd bibînin (an nav bikin) hûnê jî bik’evin r’êza dijminên me. 

Fermo, de bibêjin, eger ev ne t’êr’ora psîkolojî ye, lê çi ye? 

Peyr’a bi wê germahîyê di beşê duyem da (“Azatamart”, ,№ 27 (70)) G. A. berdewam dike: 

“Naha jî çend goitn di derbarê wê da, ka dîaspora k’urdan, wek navenda bingehîn a amadekirina îdêolojîya net’ewî, hemberî ermenîyan xwedî çi helwestê ye. Vê dawîyê, bi giranî jî piştî dagerkirina Laçînê, hewl didin, bidine xuyanê, ku k’urdan bi eyîtîya xwe va di derstpêkê da jî mêla ermenîyan kirine û, bi xwezayî, dijî t’irkan bûne. Helbet, ev ç’îr’ok berê jî, dem bi dem dihate r’aberkirin, xazma, ew p’ir’ baş di çarç’eveya întêrnasîyonalîzma lêp da cîh dibû”. 

Mirov li vir çi dikare bibêje? Ev gotina mirovekî ye, yê ku her tiştek kirye heşê xwe, û hewl dide bi her awahî wê bide p’ejirandin. Lê dîsa jî, ji bo xwendevanan divê hinek tişt bên r’avekirin. Berê pêşin, dagerkirina Laçînê çi têk’ilîya xwe bi dema întêrnasîyonalîzma gotî r’a hye? Naha demne nû hatine, yên ku bi gotarên yên mîna G. A. tên nirxandin. Û, ya duyem, divê hê mirov bikaribe  îzbat bike, ku dagerkirina Laçînê di xewn û xiyala k’urdan da hebûye û k’urdan xwastine, ew pêk bê. T’u kesek jî naxweze, ku welatê wî bê dagerkirin... Û hûrbînîyên here girîng di p’eydabûna vê gotara G. A. da ev in: gotara wî ya “Yên kurd” 26’ê hezîranê destpê  kirîye bê weşandin, em hildin, ku ew 10 roj berê gihîştîye r’êdaksîyonê (+ -) û dîsa em bêjin, ku wî ev gotar 10 rojan berî spartinê destpê kirîye binivîse, bi vî awayî, 5’ê  hezîranê dertê holê. Lê Laçîn 18’ê gulanê hatîye dagerkirin, û di Ewropayê da di derbarê wê da, em bibêjin, wê piştî r’ojekê- dudîyan agahdar bibûna. Lê r’êaksîyona dîaspora k’urdan piştî 9-10’ê hezîranê dîyar bûye (dema Daxuyanîya jinûva avakirina dewleta k’urdan hatîye p’ejirandin) û wana nikaribûn bi r’êya “felvekirina k’oç’ekan” pêşda têderxista, ku amadek’arîyên dagerkirina Laçînê tên kirin û piştî wê jî wê hewar-hêwarezeya asatiryanan destpê bibe, ku...

Li vir mirov dikare her tiştekî bibêje: “Gelê k’rud dijminatîya xwe bi tu gelî r’a jî nîne, gelê qenc û xirab nînin, hene r’êjîm û mirovên xirab, ên ku nanê xwe bi k’arê xwe yê k’irêt û gemar dixwun. Hema li ser van gotinên G. A. gotineke gelê r’ûs tê bîra mirov: “Her kes weke k’etîbûna xwe têdigîhîje....”.  

Weha, di bin bandora vê hewayê da li hemberî k’urdên Ermenîstanê helwestek tê amadekirin, a ku bi cûr’ekî din nikarî nav bikî, eger ne wek hewla jênosîda (t’evkujî) psîkolojîk. Û bi nêr’îna me, ev tiştên weha wê hê paşê berhemên xwe yên “pêwîst” bidin, eger mitaledarîya (r’ewşenbîrîya) ermenîyan bi xwe di nava xwe da qîmetekî nede van t’evan (em bi bîr bînin, k’a cihanê piştî bûyerên Almanîyayê yên pey sala 1933’an r’a “berhemne” çawa temkirin). Ji bo wê î, em, wek welatîyekê Ermenîstanê, deynê xwe yê mirovî hesab dikin, r”onayê bavêjin ser alîyên van bûyeran ên r’eş ên tarî.  

Di dema xwe da, dema hê nû lîstoka “êzdîbazîyê” dihate gur’kirin, dema êrîşên psîkolojîk danîn ser k’urdên êzdî, ku ew xwe, wek net’ew, ne k’urd hesab nekin, G. A. digot: “Îro weha pêwîst e, em weha dibêjin, sibê cûr’ekî din pêwîst be, emê tiştekî din bibêjin!”           Û ev lîstokên, k’etî û k’irêt di nav wan mirovan da, yên ku p’irî-hindikî haş ji dîrokê hene pirsan çê dike: 

- Eger ev gelan dijmin bûne, wan çawa dikaribûye zargotineke hevbeş û hevp’ar bisêwirînin. (Binihêr’e “Êmînîyan azgagrakan joxovatsû”- bi ermenî, - Berevoka êtnografî ya Êmînî!). 

- Ew çawa ye, ku bi hezkirineke mezin ewledên gelê ermenî yên welatp’arêz û mezin bi k’urdan va mijûl bûne, yên wek Abovyan, Orbêlî, Îsahakîyan û Dêmîrç’îyan, Hraçîya K’oçar û yên din. Gelek t’êmayên k’urdî ji bo afrandinên nivîsk’arên ermenî yên mezin   bûne bingeh: H. Tûmanîyan destana xwe ya “Hildana kela T’imikê” li Cavaxk’ê ji kalemêrekî k’urd bihîstîye, ç’îrokên Hr. K’oçar ên destpêkê bi mijarên  k’urdî bûne, hunermendê mezin Komîtas mijara dîploma xwe li Bêrlînê li ser   sazbendîya k’urdî nivîsye û p’arastye... û “Dilê yaman” straye, îro jî gelek stranên k’urdî di nav ermenîyan da tên gotin... Û ev xwezayî ye. Wisa xwezayî ye, wek ku em -  k’urd jî dema di nav ermenîyan da jîyane, ji çanda wan bi bandor bûne... 

Li vir êdî çi k’arê “întêrnasîyonalîzma lêp” heye? Lê, ger di derbarê wê da tê gotin, divê bê zanîn, ku wê “întêrnasîyonalîzmê” ewqas zîyan gîhandîye me, ku negîhandîye t’u kesî. Di serdema vê “întêrnasîyonalîzmê” da bû, ku di Ermenîstanê da gunehên ku Împêratorîya Osmanîyan li hember gelê me û ermenîyan kiribû, dane bê,  berê têk’oşîna gel ji armanca r’ast guhartin û k’urd kirin hedef, r’oj bi r’oj dilsarî kirin nav du gelên cînar û dost, r’oj bi r’oj r’ûpelên dîroka herdu gelan ên r’onî hatin girtin û  bûyerê bi destê dijmin û xayînan bi yekalî derxistin holê û kirin p’ara gelekî. Ma xayînên k’ê nînbûne û îro jî nînin? Ev tişt, ê ku îro tê kirin, gelo ne xayîtî ye? 

Dîrokê van hemûya bidarizîne!...  

Bi gotinekê, yên ku dîroka gelê me feş kirine, p’ir hebûne, û ew îro jî hene, yek kêm, yek zêde – xem nîne. Dîsa jî em hêvîdar in, ku di Ermenîstanê da, ên ku wê pey vê xetê her’in, wê kêm bin, her çiqasî jî yên weha îro bi zilpindên r’êxistinên siyasî hewayeke siyasî çê dikin...

Çi jî hebe, tiştek, ê ku dilê mirov şa bike, nîne: yê ku wê gotara G. A. bixwîne, wê di nav wî da hîsên t’evlihev hişîyar bibin û wê mat’mayî be û bi xwe jî pirsa bide xwe: 

- Sert’aca nezanîyê, yan bi bir’îyar xwe li r’êyek a nep’ak girtin e? Û li ser wê rêyê  armancaek a nepak şopandin e? – Dibe ku hem yek, hem jî ya din! Her çi jî hebe, dixwînî û naxwezî bawer bikî,  ku di van r’ojên me da gotareke vê r’adeyê dikare p’eyda bibe, ew jî ya bi destê mirovekî hatibe nivîsandin, ê ku dixweze xwe wek xebatkarekî zanistî bide xuyan û di r’ojnameya partîyek a siyasî da hatibe weşandin! 

- Gotara G. A. di nav xwendevanan da şêwra mêrxasekî mûltfîlma (fîlm karton) a “Maûglî”, ya ku bi t’êma ç’îr’oka R. Kîplîng hatîye kişandin, hişyar dike – Eger têk’ilîyên hemûyan berbi başîyê va diçin, bê gotin, ew li yekî xweş nayê...”

- A din jî, ku mirov mat’mayî dike, ew e, ku piştî gotarên weha helwesta r’ewşenbîrên (mitaledarên) ermenî p’ir’ kêm tê xuyanê (weke t’unebûnê!).

- ...Propaganda dijminatîya net’ewî û net’ehmûlkirinê tê meşandin û “berhemên” wê (bila, piştî dehsalan be jî!) wê bigîhîjin.

- Gelo, yên ku wan berheman tem bikin, wê kî bin?


Korda Mad 

Laçîn – Yêrêvan Tîrmeh – 1992. 


Gotinên miftehî :