1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Dîsa Em Nebûn Tiştek
Dîsa Em Nebûn Tiştek,dîsa,em,nebûn,tiştek

Dîsa Em Nebûn Tiştek

A+ A-

Dîsa Em Nebûn Tiştek

Em çibin, em man ew. Me ne hevalên xwe guhart, ne hawê xwe.

Cîhan bi lez guherî. Bala we dikişîne, "êdî kes nabêje sebir bike", Zeman bixwe bû şoreşger. Her tiştî bi lez diguherîne. Lê me çi kir? Bav û kalên me di dema miletbûna xelkê de çi kiribe, me ew kir. Di dema dewletbûna xelkê de çi kiribin, me ew kir. Di dema yekîtiya dewletên xelkê de jî, bav û kalên me çi kiribin me ew kir.

Di çerxa xwendin û dibistanê de, bav û kalên me çi kiribe, me ew kir. Di sedsala înternet û ragihandinê de me wek xwe kir.

Dibêjin "gur postê xwe danayne". Qey ê me jî ew e.

Ez hinekan nas dikim, ku 24 saetan "ziman" û "kurdî" ji devê wan nakeve. Ew qasî behs dikin, ku mirov êdî dibêje "bes, we!" û mirov guhê xwe digire. Lê dema ku hinek kampanyayekê ji bo kurdî û ziman didin destpêkirin ew tune ne. Bi zanebûn, bi biryar, bi bextreşî, bi dexsî, bi hesûdî, bi


Gotinên miftehî :