1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. DÛVKA AMERÎKA Û ISRAIL A ŞER
DÛVKA AMERÎKA Û ISRAIL A ŞER,dûvka,amerîka,û,israil,a,şer

DÛVKA AMERÎKA Û ISRAIL A ŞER

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Dema mirov bala xwe bide vê rêxistina hovane ya bi navê DAIŞ’ê ku wekî nexweşiya penceşêrê li herêmê belav dibe, pirsa herî pêşî gelo ev kîne û çi dixwazin tê hişê mirov. Gelo ji vî şerê ku li Rojhilata Navîn bi destê çeteyên DAIŞ’ê tê kirin kî çawa sûdê jê dibîne.

Ez di vê nivîsa xwe de li gorî xwe hewl bidin ku hinekî bersiva van pirsan bidin. Di serî de herî zêde ev şerê ku niha tê meşandin bi kêrî hêzên emperyalîst û kedxwar tê û bi vê yekê dê bi dehên salan dîsa ked û petrola van welatan bixun û bi dehên salan dê bazirganiya xwe ya çekan bi pêş bixin û li hemberî gefên nû bi terilyonan çekên xwe yên nû daxin bazarê.

Ji bo em bêtir li ser bingeha mînakên berbiçav bersiva pirsa xwe bin, ezê hin mînakên welatan û çawa sûdê ji vî şerî dikin bidim. Wekî mînak Tirkiyeyê bi riya van çeteyan dixwaze pêşî li statuya kurdên Rojavayê Kurdistanê bigire, lewre jî ew bercewendiyên xwe di alîkariya van çeteyan de dibîne.

Wekî mînak ew kiyarên hovane ên ku çeteyên DAIŞ û hin komên din ên radîkal bi taybetî li Sûriyeyê kirin, ji serjmkirina mirovan ta bi hemû sûcên şer ên ku dikin bi kêrî êrîşa Israîlê jî hat. Bi gotineke din ev şerê hovane yê ku niha Israîlê li dijî gelê Filistînê dimeşîne heke beriya van kiryarên hovanê ên DAIŞ bûna, dê dengvedanek mezin di nava raya giştî ya navnetewî de bida. Lê niha ew êrîşên hovane dema tu wan bi hovîtiyên çeteyan re bidî berhev normaltir tên xuyakirin.

Ji aliyekî din ve jî wan hêzên navnetewî ên bazirganên şer û petrolê xwestin ku hemû gemarî û hovîtiya radîkalên cîhanê li Sûriyeyê komî ser hev bikin û wan bi destê hêzên cuda bidin kuştin û tesfiyekirin. Lê beriya tesfiyekirina wan ji xwe re sûdê ji wan bigirin.

Rejîma Sûriyeyê ya ku herî zêde qaşo şerê van çeteyan dike bi xwe sûdeke mezin ji wan digire. Di serî de ew serhildana gel a rewa û mafdar a gelê Sûriyeyê bi kiryar û hovîtiya van çeteyan re di nava lingan de ma. Her wiha ew niha bi riya van çeteyan dixwaze hêzên din ên muxalefeta Sûriyeyê qels û lewaz bike. Niha ew çete li Sûriyeyê li şûna rejîmê şer bi hêzên din ên muxalefetê re dikin û bi taybetî bi gelê kurd re.

Mirov dikare wiha bi dehan mînakan rêz bike lê dawî ez wezîfeyek wan çeteyan a sereke jibîr nekim, ew jî reşkirina ola islamê ye.

Xwezî kurdan jî wekî van hêzan li gorî bercewendiyên gelê xwe bida bikaranîn. Wekî mînak xirakirina sînorên Saykis Pico yên ku bê wate bûne. Xwezî dagirkirina çeteyan a Şengalê biba sedem ku hêzên kurd tev bibin yek dil û yek dest û bi hevre parastina gelê Kurdistanê bikin. Lê mixabin di hişê gelekan ji me de Daişên veşartî hene yên ji xwe pêve tukesî qebûl nake.