E nêr e ha !,E,nêr,e,ha,!

E nêr e ha !

A+ A-

Gundiyek rojekê kera xwe dide pêşiya xwe dibe bajêr ku wê bifiroşe. Dema ku nêzîkayî li bajêr dike, leşker pêşiya rê lê digirin û jê pirs dikin:
- Nereye? (Bi ku ve diçî)
Camêro hema bibêj qet bi tirkî nizane. Wisa fam dike ku leşker dibêje "nêr e ?" Ango dixwaze zayenda kerê hîn bibin. Dibêje wan:
- Nêr e bavê min, ez dê bibim û bifiroşim.
Leşker careke din lê îcar bi hêrs jê pirs dike:
- Nereye? (Bi ku ve diçî?)
Leşker hingê hêrs bûye, bi pirsa xwe re şîrqamek, du şîrqam li gundî jî dide. Camêrê me jî pir hêrs dibe û hema hişk bi destê yê leşker digire û dibe dike nav lingên kerê û dibêje:
- Hey kurê kerê ez çiqasî ji te re dibêjim nêr e, tu fam nakî tu bi xwe lê binêre.

Ji berhevka Mahabad Arda


Gotinên miftehî :