1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. Edeba Edebiyatvanekî
Edeba Edebiyatvanekî,edeba,edebiyatvanekî

Edeba Edebiyatvanekî

A+ A-

”Bi qurbana zarokê xelkê bûyo” dibêjin di nav gel de. ”Ka binêre zarokên xelkê çi dikin û tu çi dikî!”

Li Kurdistanê û bi taybet jî li bakur û rojavayê Kurdistanê, demên dîrokî tên jiyîn ku dê mora xwe li ser pêşeroja gelê kurd bixin. Di demên wiha de bê guman ku li gel rengê her tiştî, rengê mirovan jî, bi rawestan û helwesta wan a li hemberî bûyer û qewmînan, pir zelal derdikeve holê. Lewra rastiyên jiyanê, neynika rastiyên mirovan in jî.

Ez ê li ser rol û helwesta nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên cîhanê ku di demên dîrokî yên welatên xwe de girtine, ranewestim û mînakan jî nedim, lewra wê demê dê hin ”rewşenbîr”ên me yên nehêjayî vî navî ne, dê ji van mînakan ji xwe re parek derxînin. Lê divê bê gotin ku hemû çelexwariyên me yên bi dîroka bindestiya me re di nav me de ava bûne, di hin kesên navên ”rewşenbîrî”yê li xwe dikin de zêdetir xwe diyar dike. Di van demên dîrokî de, li ser navê rewşenbîriya kurd, gotinên qirase û pûç dikin, xwe dixin dewsên wisan ku bi tu rengên xwe ve nikarin nêzî wan dewsan jî bibin. 

Di dema herî zêde ku pêdiviya me bi yekîtiya gelê kurd heye de, li şûna çêkeriyê, malxerabiyê dikin, fitne û fesadiyê belav dikin, bi rêya înternetê û teknîka pêşkeftî. Êdî kurê pîrê jî ne hewce ye biçe bi ser kaniya gund ve birî, ji bo nav û deng ji xwe berde. Kompîturek peyda bike, înternet, YouTube û bes. Xwe bikşîne kamerayê, çi dibêjî bêje û di YouTube´ê de biweşîne, mîna ku tu rêber an serokekî yî, xîtabê ”gelê xwe” bike.

Nivîskarê me yê ”Gewre” (Demên dawî ev gotina ”gewre” bûye moda di nav rewşenbîrên kurdan de. Tu ji min re bêje gewre û ez jî ji te re.) Jan Dost jî wiha kiriye û derbarê bûyerên rojava de ”nêrînên” xwe bi me re parve kiriye. Min lê temaşe kir. Ji êrîşa li dijî PYDê û hemû hêz û kesên pêve girêdayî û heqaret û çêrkirina PYDê û dîsa tehdîtkirina hin xizmên xwe yên di nav PYDê de û dîsa parastina ”Artêşa Azad a Sûriyê” ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiyeyê ve bi her awayî û alî ve û pir aşkere tê destekkirin pê ve, tu tiştek erênî ku mirov bêje ”aha vê jî ji bo xêra gelê kurd got”, nîne mixabin.

Li hember van êrîşan û dîsa êrîş, çêr, heqaret û nebûyên li dijî PYDê ku di twitter´ê de dike, yek ji rêveberê malpera me Rêzan Tovjîn jî êdî hew li ber xwe dide û bersivek didê: ”Tu neçî leşkeriya wan, kurd naçin”. Piştî vê gotinê êdî Jan Dost çêrên ku ji devê sûtalên kuçan jî bi zor dikarin derkevin, aşkere li dê û bavê hevalê me Rêzan Tovjîn dike.

Bavê Rêzan Tovjîn, melayek kurdî welatparêz e ku zarokên xwe jî bi nirx û rûmetên welatparêziyê mezin kiriye. Hêja ye ku mirov bi tenê destên wî ramîse. Diya Rêzan Tovjîn, jineka klasîkî kurd e. Welatparêz e, dayikek kedkar, dilsoz, dilşewatî kurd e ku mîna gelek dayikên kurd, hêjayî destramûsanê ye. Rêzan Tovjîn, di gelek beşên bi êş û elem a pêvajoya vê têkoşînê re derbas bûye û bi xwe berdêlên giran daye. Nivîskar û rewşenbîrek kurd e. Serokatiya Komeleya Nivîskaran a Amedê kiriye. Di warê bernameçêkerî û înternetê de, her wiha wergerandina gelek bernameyên navneteweyî li kurdî, bi qasî wî tu kesî ked nedaye. Dilsoz û dilperitiyek kurd e. Li gel hemû tengasiyên jiyanê jî, loqa devê wî jê bixwaze, dê bi kêfxweşî û devliken dirêjî te bike. Nizane û nikare ji tu kesekî re bêje NA. Ji lewre jî gelek tengasiyan dikşîne. Van aliyên Rêzan Tovjîn, her kesê ku wî dinase, dizane. Jan Dost li Ewropayê dijî û ji bilî nivîsandina pirtûkên bi kurdî (ku bê guman tiştek hêja ye, lê divê mirov bi xwe hêjayî wê hêjayiyê be, bi sekin û helwesta xwe ya jiyanê ve. An na tu hêjayiya wan nivîs û berheman jî namîne.) tu bedêlî nedaye. Belê dibêje ”şehîdên me hene.” Lê ji bîr dike ku ew şehîdên gelê kurd in, tu kes nikare li wan xwedî derkeve, lewre ne ji bo Jan Dost û malbata xwe, lê ji bo pêşeroja azad a vî gelî, wê berdêla giran dane, gihîştine asta şehadetê. Endamê kîjan malbatî bin jî, hêjayî û pîroziyên gel bi xwe ne ew.

Bi gelek caran gotinên mîna ”dêqehp” û ”ker kurê kerê”, Jan Dost xwe mezin nekiriye, bi kodika li ber xwe de kiriye. Ew ne ji mala Seyda, lê ji mala Xweda be jî, bi vê helwestê dê bi tenê karibe bibe rûreşiyek ji wê malbatê re. (Yê bixwaze temamiya van qirêjiyan bibîne, min di facebooka xwe de weşandiye, bila bixwe bibînin. http://www.facebook.com/mahabadfelat.arda)

Edeba mirov eger ne li gor edebiyata mirov be, xêr û kêra wê edebiyatê jî nîne!.

Ev helwest, helwesta giyaneke nexweş e, tu navek wê din tuneye û pirê caran an dermankirina wê ne pêkan e, an jî pir zahmet e. Dijminahiya PKKê û Serokatiya PKKê û pê re jî ya PYDê, çavên wî ew qasî kor kiriye ku tu tişekî û kesekî nas nake û hesab jî nake. Her kesên alîgir û parastvanên van partiyan ji bo Jan Dost armanca êrîşê ne û di videoya xwe de jî gelek caran ji xwe dibêje: ”Li şûna hûn bi PYDê re ne, bi şeytan re bin çêtir e.” Êdî piştî van gotinan, cî ji gotineke din re namîne mixabin. Û hezar carî mixabin ku mirovên me, hêjayiya wan çi dibe bila bibe, ked û hilberînên xwe, pir bi erzanî dikarin bikin bi qurbana nexweşînên xwe.

Her çendî ev çend roj in bi xwe re şer jî dikim ji bo tiştek nenivîsim, lê ji kî/ê tê bila bê, li hember êrîşeke wiha qilêr a li dijî kes û malbateke dilsoz, welatparêz û kedkar. min nekarî bêdeng bimînim.

Gotina ne çê, li bejna xwediyê xwe tê!..

Mahabad Felat Arda 2012-09-08


Gotinên miftehî :