Elîşêr û Qoçgirî,elîşêr,û,qoçgirî

Elîşêr û Qoçgirî

A+ A-

Dilo Yeman, Yeman, Yeman/ Çiya girte Berf û Duman

Gelî can û Cananên hêja; van şevana, demên ku di xewnên min de derbas dibin pir nêzî hev in. Êş û azara wan wekî hev in.

Sal 1920 bû îjar. Ez di nava eşîrekê de bûm ku ji xwe re digotin “em Elewî ne û em Kurd in.” Ji wê herêma wan re digotin ‘Qoçgirî’. Li herêma Sêwazê bû. Serê havînê, xwezayek pir şîn û dengê xuşexuşa çemên wan, Çemê Mûnzûr tevlî ewran dibû. Yekî bi navê Elîşêr pir diket ser zimanan. Digotin, xwedêgiravî ew dixwaze li gorî Prensibên Wilson dewleteke Kurdistan ava bike û ji ber wê fikra wî jî şerekî giran dest pê kiribû.

Lê pir neçû û Dewleta Cuhmhuriyeta Enqereyê, yekî bi navê Osmanê Qop peywîrdar kir. Ew kes jî bi diziyê û qetlan dihat naskirin li herêmê û gelê wê derê jê re digotin ‘kurtêlxur’. Ji bo ku dewlet wî ji qetl û diziya ku kiriye efû bike, wî jî şerê bi Elîşêr re pejirandiye û piştî wê jî qetliamên nedîtî kirin li vê derê. Wusa xuya dibû ku eşîrên din jî piştgiriya xwe ji Elîşêr dikişandin. Zaneyekî bi navê Nurî Dêrsimî çû ba eşîran got “xwe venekşînin”; li gor dihat gotin ew kes diçû dest û piyên wan, xwe li ber çongên wan ditewand, lê fêde nekiribû.

Li gorî ku leşkerên wî digotin; Elîşêr mirovekî zane bûye, hertim kûr diramiya û gelek ramanên balkêş jî datanî holê. Wî helbest jî dinivîsî, digotin. Lê belê tevlî vê dilpakiya xwe jî Elîşêr û êla xwe têk çûn li pêş çavên min jî. Piştî têkçûnê helbestek wî ku di şer de nivîsandibû di nava mirovên herêmê de pir dihat bilêvkirin û wekî stranan êdî dihat gotin:

 

( Yemîn edenler elmaya
Zulfîkar î Murtezaya
Gerîden teller çektîler
Bîz uymayiz eşqiyaya)

Yên bi sêvê sond xwarin
bi zulfîkar û Murtaza
ji paş de têl kişandin
gotin em guh nadin eşqiyayan”.

Dilo yeman yeman yeman
Çiya girte berf û dûman
Me ra bişîn Şahê Merdan
Ew dermanê hemû derdan.

Piştî ku şiyar bûm, bi cîh min zanîbû ku min ev stran bihîstiye ji stranbêjên ku bi zimanê wî jî distiran. Lê min qet nizanîbû ku ew stran ji ku tê û nefikirîbûm ku çi wateya wê heye heta niha. Ez rabûm çûm sûkê kaseta wê stranê kirrî û îjar bi baldarî min lê guhdarî kir. Hinek peyvên bi raz tê de bûn. Min Firsetek dît û ji Kaloyekî Elewî pirsî; “Elma, Zulfîkarî Murteza , Şahê Merdan” çi ye ?

Kalo jê re got: “Elma” bi Kurdî wek tu zanî sêv e û li ba Kurdên Elewî pîroz e. “Zulfîkarê Murteza: şûrê Hz Alî ye”, “Şahê Merdan: Navê Hz Alî ye, eslê wê ‘Şahê Merdan Alî’ ye. Ango dibêje ;

Yên bi sêvê sond xwarin/ bi zulfîkar û Murtaza/ ji paş de têl kişandin/ gotin em guh nadin eşqiyayan”.

Elîşêr van rêzikana ji bo eşîrên kurd yên ku çûne aliyê dewletê dibêje; ku wan jî ji paşde têl û sînor kişandin û gotin “em alikariya eşqiyayan nakin”. Pir kêfa min dihat ku hînî gelek tiştan dibim û bi çandên derveyî bajarê xwe dihesim. Lê ez bi bihîstina çîroka Elîşêr jî ewqas xemgîn bûbûm. Ew jî wis adihat gotin di nava gel de:

Di sala 1937’an de li navbera Sêwaz, Erzîngan û Dêrsimê eşîr û mirovên herêmê hatine bin banê hêzên Elîşêr. Li gund û bajarên wekî, Maciran, Xafik, Zerenîk, Germîşêx, Deverik û Xozatê; Elîşan, Dr. Nurî Dersimî, Misto, birayê wî Izet û Mehmût, lawên Gulaxa Izet, Nakî û Hesen Eskerî, Paşo, Mista, Mistefa Axa, Seyît Ebas, Huseyin, Hasan, Ezamet, Takî, Bekoyê Hiseyn û Rifet, sewq û idare û amadekariya vê serhildanê kirine pêşî. Di roja 01.10.1920’an de, di bin seroktîya Elîşêr de bi serdegirtina navçeya Kemahê û temamîya gundê Kemahê ve serhildan dane destpêkirin. Bi belavokekê diyar kirine ku daxwaza serhildana Qoçgirî azadîya kurdan û serxwebûna Kurdistanê ye. Şerê ku dest pê kiriye cara pêşîn ji îlona 1920’an heta Berfanbara 1920’an dom kiriye. Cara diduyan jî, ji sibata 1921’an heta pûşpera 1921 an. Di vê bizavê de Hukumeta Kurd a Muweqet jî hatiye avakirin. Le ev bizav û tevger jî bi xwînrijandin, malkambaxkirin, nefîkirin. zîndankirin, dardakirin, kuştin û welatwêrankirina wan hatiye qedandin.


Gotinên miftehî :