1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Em Keran Berdin Wan
Em Keran Berdin Wan,Em,Keran,Berdin,Wan

Em Keran Berdin Wan

A+ A-

- Roj baş!
- Roj baş kurê min, ser çavan.
- Kes li mal heye dayê ?
- Na kurê min, ez bi tenê me. Xêr e, tu çi dixwazî ?
- Ez ji partiyê hatime dayê, em îmzeyan berhev dikin.
- Kîjan partî kurê min?
- Partiya me dayê, ya kurdan.
- Baş e kurê min, îmzeya çi ye?
- Kesên ku ji Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêjin “birêz” têne cezakirin. Em jî îmzeyê didin û dibêjin “birêz” û de werin me jî bigirin.
- Îcar em têkevin hefsê baştir e kurê min?
- Na dayê! Dema em gelek kes îmze bikin dê dewlet nikaribe kesî bigire.
- Çima kurê min, herder tijî hefs in, her der tijî leşker û polês in, çima nikare me bigire, ma dê ji hejmara me bitirse?
- Dayê dema 100 hezar kes îmze bike dê bixe ku? Dê çawa xwedî bike? Dê dinya jê re nebêje çi? Dê çawa ji bin rabe?
- Kurê min madem wisa ye, ka were em di kaxezê de bêjin “em ê keran bera diya we bidin” û em dilê xwe rihet bikin.

Ji berhevka Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :