1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Em û klasîkên me
Em û klasîkên me,Em,û,klasîkên,me

Em û klasîkên me

A+ A-

Û bi awayekî gi?tî ev salox hatiye kirin: Klasîk ev berhem e ku tevî ku gelek dem di ser re derbas bûye jî ji nirx û hêjahiya wê ya estetîk tu ti?t kêm nebûye. (û her berhema ku em bêjin 300 sal di ser re derbas bûye jî nabe klasîk.D.Z)

Her wiha, heta roja îroyîn jî ji aliyê gelek kesan (û ferheng û ansîklopediyan) ve saloxa vê peyvê cuda cuda hatiye kirin.

Arthur Schopenhauer di warê huner û wêje û nivîsbariyê de wiha dibêje; "Pi?tî klasîkan tu hewcetiya nivîsandina berhemên dîtir nîn e, lewre her ti?tê pi?tî klasîkan hatiye nivîsandin lasayîkirin û dubarekirina wan pêvtir ne ti?tek e." Her çi qas Schopenhauer wiha gotibe jî, em hemû jî pir ba? dizanin ku di rastî û rasteqîniya îroyîn de tu lêtî û derbasdariya vê gotinê nîn e.

Ê me Kurdan jî, di warê muzîk û wêjeyê de me berhem henin ku em dikarin bêjin ew klasîkên Kurdî ne.

Belê, di van demên dawiyê de we?anxaneya LÎS ku li Amedê ava bûye, bi navê Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî, çend pex?anên klasîk ên bi Kurdî we?and û pê re jî çend çîrok û romanên ku pi?tî salên 1950yî çap bûne û êdî çapa wan a nû çênebûye çap kir. We?anxaneyê di rûpela serî yê berhemên ku wekî klasîkên pex?anên kurdî pejirandiye de (wek Guneh-Qedrî Can) gotina Amy Lowell ku gotiye: "Di warê zanistê de ji bo xwendinê berhemên herî nû tercîh bikin. Di wêjeyê de jî her tim ên herî kevn tercîh bikin. Klasîk her dem modern in." nivîsandiye.

Wek her kesekî bi wêje û hunera Kurdî re têkildar, vê xebatê bala min jî bir ser xwe. Lê ligel vê jî ev xebat ji ?a?fêmkirinekê re jî vekirî bû. Loma jî gava min ji Gerînendeyê We?anê yê we?anxaneya LÎSê û ji edîtorê gi?tî pirsî: Gelo çi sedem e ku pirtûka M. Baksî, H. Silêvanî, B. Nazê bi berhemên E. Rehmî Hekarî, M. Mehmûdê Bazîdî û Cegerxwîn re bi navê Klasîkên Kurdî diwe?in? Bersîva Lal Lale? ev bû: "Serê pê?în divê tu bizanibî ku em di binavkirina têgiha Klasîkên Kurdî de pir hesas in. Em bi we?andina ligel hev a van pirtûkan naxwazin bêjin ku ew jî klasîk in. Na xêr, diyarkirina klasîkbûna berhemekê ne bi we?anxaneyekê û ne jî bi kesan pêk tê. Ev bi demê re, bi xwendinê û xwendevanan re diyar dibe. Em pir zorê bidin em klasîkbûna berhemên kurdî ancax dikarin heta Nif?ê Hawarê bînin; û ev yek jî dê çi qas rast û di cih de be, ew çend ne diyar e. Her wiha, me di me?a we?anê de rêzek da destpêkirin. Navê vê rêzê jî Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ye. Jê pê ve jî çend rêzên we?anê yên we?anxaneya me heye. (wekî; Rêza Birca Belek, Rêza Boraboz) Me çend berhemên ji pex?anên Kurmancî –ku mirov dikare wan wekî klasîk bi nav bike- jî di vê rêzê de we?and. Jê pê ve tu sedema we?andina van berheman a ligel hev tune ye."

Belê, we?andina van berheman cihê kêfxwe?iyê ye ku êdî em dikarin ?anoya E. Rehmî Hekarî ya bi navê Memê Alan, Mem û Zîn a M. Mehmûdê Bazîdî wek pirtûkekê bixwînin.

Lê bi vê yekê re jî pirsek heye û serî li min digerîne.

Gava em li cîhanê dinêrin, di warê wêjeyê de, bi gi?tî berhemên ku wekî klasîk hatine binavkirin, ji Ewrûpayê ne. Yanê ev yek piçek jî bi destpêk, doman û modernîzebûna civakê û bi tevgera ronesansê ve jî girêdayî ye. Û berhemên ku ji aliyê cîhanê ve wekî klasîk hatine qebûlkirin jî, zêdetirê wan heta nîveka sedsala 19emîn hatine nivîsandin.

Di warê helbestê de tu kêmasiya kurdî nîn e; em bi hêsanî dikarin ?iîr û berhemên Boraboz, M. Cizirî, M. Bateyî, E. Xanî wek klasîk qebûl bikin.

Lê belê di warê pex?anê de ne wisan e. Ez ne ?a? bim, Mem û Zîn a M. Mehmûdê Bazîdî wek yekem pex?ana Kurdî (bi Kurmancî) tê qebûlkirin. Lê jê pê ve jî heta dawiya sedsala 19emîn tu pex?anên bi Kurdî nîn e di destê me de. (Ger ez di vî warî de xwedî agahiyeke kêm bim, ji kerema xwe re bila zana min hi?yar bikin. D. Z) 

Û kevntirîn berhema pex?anî ya bi Kurdî di destpêka sedsala 20emîn de hatiye nivîsandin. Wek paradoksekê bala me diçe ser vê rastiyê: ev dem dema ge?bûna modernîteya huner (û bi taybetî wêjeyê) ye.

Û pirs hê jî serî li min digerîne;

Em wêjekar –zêdetirê me-, em Nif?ê Hawarê wek nif? û tevgereke avangardîst a nûjeniya Kurdî bi nav dikin û wisan jî qebûl dikin. Û bingeha nif?ê Hawarê jî digihe heta Cemiyeta Hêvî û kovara Rojî Kurd; û ev jî bandorgirtina ji modernbûna cîhanê ye û her du tevger jî tevgerên nûjenî û moderniya Kurdan in.

Ez ê li vê derê navbereke biçûk bidim mijarê û peyt û saloxdana ?talo CALV?NO ku bi ya min tekûztirîn peyt û saloxdana berhema klasîk e, bînim bîra we. ?talo CALV?NO dibêje; "Klasîk ew berhem e ku di xwendin (an guhdarîkirin, an jî tema?ekirina) her carê de eynî çêj û tehma estetîkî dide."

Îcar di vê rew?ê de, ji ber ku em di warê demê de –wekî derengmayîna di gelek ti?tan de-, di afirandina berhemên çêjklasîk û nirxklasîk de dereng mane, di warê hunerê de ji bo nimandin û diyarkirina klasîkan ji me re dimîne qebûlkirin û ?opandina peyt û saloxdana ?talo CALV?NO.

Û ez ê karibim ji bo xurtkirina vê dîtin û boçûna xwe du çîrokan wekî mînak bêjm: Gelo çend kes ji me dikare bêje, ez her gava ku çîroka N. Zaza ya bi navê Gulê û çîroka C. Alî Bedir-Xan a binavê Gazinda Xencera Min dixwînim, eynî çêjê ji wan hilnadim? Her wiha helbesta C. Alî Berdir-Xan a bi navê Bilûra min.

Belê ji ber ku ez bi xwe, di xwendina her carê de heman çêj û tehma estetîkî ji wan berheman hildidim, dikarim bêjim ku; wekî çawan her ti?tê me kurdan ketiye nava hev, klasîkbûn û modernbûna me jî ketiye nava hev; û em di warê pex?anên wêjeya kurdî de neçar in ku di nav modernbûna xwe de klasîkbûna xwe û berhemên xwe yên klasîk peyde bikin.


   Dilawer Zeraq
[email protected]

Gotinên miftehî :