1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ”Em Hemî KCK’ yî ne”
”Em Hemî KCK’ yî ne”,em,hemî,kck,yî,ne

”Em Hemî KCK’ yî ne”

A+ A-

Îroj li Amedê ji aliyê BDPê ve xwepêşandanek hat lidarxistin. Nêzî sed hezar kes beşdarê vê xwepêşandanê bûn û vîna xwe diyar kirin û gotin ”Em hemî KCK’yî ne” Ev helwestek pir bi wate û grîng e, lewra bersiveke xurt e ji êrîşên dijmin ên bi qirêj û bêhuqûq re ku li ser siyasetmdarên kurd dimeşîne. 


Roj roja xîretê ye. Loma jî grîng e ku nakokiyên navxweyî çi dibe bila bibe, her kurdek dilsoz li hembrî van êrîşan helwesta xwe diyar bike û di mijarên bingehîn de yekîtiya xwe nîşanê dostan, dijminan û gelê xwe bide. 


Loma jî beşdarî û piştgiriya Hak-Par û KADEK’ê ya mitîngê ciyê dilxweşî û şanaziyê ye. Mîna kurdek, ev yek dilê min xweş kir û hêviyek xurt da min. Hêvîdar im ev helwest ji niha û pê ve jî bi vî rengî bidome. Kula me, ax û kesera me, xewn û xiyalên me yek in. Pir normal e ku nakokiyên me jî hebin. Ma di nav hêz û siyasetên kîjan gelî de ev nînin gelo? Ka li dijminên xwe em binihêrin, mina kûçikan diewtin hev û du, lê di mijarên berjewendiyên neteweyî de li heman defî dixin û tew bi hev re dikevin pêşbaziya ku ka kî bêtir deng ji defê tine. Ev dive baştir ji me re bibine mînak. 


Lê mixabin hin derdorên ku li ser navê kurdayetiyê di gola dijminan de avjeniyê dikin jî hene û van rojên ji agir, êrîşên faşîzan ên dewletê li dijî welatparêz û siyasetmedarên kurd, mîna fersendekê dibînin û ji dijminan bi hêrstir êrîşê Tevgera Azadiyê û pêgirtiyên wê dikin. Ji bo Xuda, bi devekî vala jî, van êrîşên faşîzane yên li dijî siyasetmedarên kurd rexne nakin, tew aqil didine dijmin ku dive ya rast ev êrîş bi çi rengî bêne kirin ku bêtir serkeftî bin. 


Mirovên egîd, fêris, famber, dilsoz, zanyar û xwedî prensîb, mirovên mirov, di rojên teng de şûr li dijminê xwe jî nakêşin. Paradokseke giran e ku dil li mirovan teng dike, digivêşe, xewnên şevan li mirovan diherimîne. 


Ya grîng ku gelê kurd li ser piyan e, ji heft saliyan heya heftê saliyan polîtîze bûne, dostên xwe, dijminên xwe, başî û xirabiyan pir baş ji hev û du dikarin veqetînin û qirêjiyan mahkûm bikin. 


Û dîsa lê; ev rojên dîrokî û ji agir, hemî nîşanên rojên xweş in, lewra mîna ku Seydayê mezin Cegerxwîn dibêje; ”Ronahî li pey tarî ye, tim roj e li pey şev, em nayêne kuştin.” 


Mahabad Felat Arda 

[email protected] 

2011-12-03


Gotinên miftehî :