1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Em ê çawa bimirin?
Em ê çawa bimirin?,em,ê,çawa,bimirin

Em ê çawa bimirin?

A+ A-

Yanî di nav evqas deyn û kêmasiyên jiyanê de, bi rastî jî em ê çawa bimirin? Gelo mafê me heye ku em bimirin?

Hela de werin û ji xwe re li vê ecêbê binihêrin!

Em di rewşeke wisa xerab de ne ku mafê me tune ku em bimirin jî. Kî bawer nake bila ji xwe bipirse: Gelo hîn ku gelê min di vê rewşê de ye û gelek tiştên ku divê ez bikim hene, mafê min heye ez bimirim û biçim, an na? Kesekî xwedî wijdan be, bi rastî jî nikare bêje “erê”.

Em ê Çawa Bijîn ?

Yanî ku halê me ev hal be, di vê êşkence û nexweşiyê de em ê çawa bijîn? Ez bixwe ji zarokatiya xwe ve, ji dema dibistana seretayî ve ketim nav êşkenceyên vê dewletê. Heta saeta niha jî bêrawestan berdewam e û belku tu caran bandora wê bi qasî niha pirtir nebûbû. Pirsgirêkên me mezintir û pirtir bûne û di nav evqas keftûleftê de bi rastî jî jiyan nabe. Yanî ku ez biçim axretê û Xwedayê Teala bêje “te çima di jiyana xwe de qet nimêj nekiriye?”, bersiva min amade ye: “Ma tu ji wê re jî dibêjî jiyan?!”

De îcar ka werin û safî bikin. Mirin ji mafê me ye, an jiyan? Ez dibêjim qey ne herdu jî.

Lê madem ku em hatine vê cîhanê, hema ha li navê û ha li çongê! Bi xwedê me daye nav û em ê pê de biçin.

Em ê Çawa Hilbijartinê Qezenc Bikin?

Di 29'ê adara 2009'an de Hilbijartinên Herêmî heye. 550 şaredariyên bajarên kurdan dê di navbera 16 partiyan de were parvekirin. Heta niha ji van şaredariyan tenê 54 heb di destê kurdan de bû.

Em ê Çawa bi Gel Bidin Famkirin ku Lazim e Dengê Xwe Bidin Partiyên Kurd?

Çi dikeve ser pişta nivîskar, helbestvan, hunermend û rewşenbîran?

Li gor min tu tiştek nakeve ser pişta wan!

Heke tiştek biketa ser pişta me, em ê jî di hilbijartinê de hebûna.

Dê DTP'ê gazî saziyên me bikira û bigota “Gelo Em Çawa Dikarin Bi Gel Bidin Famkirin?”

Helbet pêdivî û lazimî bi pirseke wiha nedîtin û ji me nepirsîne.

Îcar ma derd e ku niha em jî rabin û pirsek wiha ji xwe re bikin û di ser re jî bibewsivînin?

Helbet derd e. Mesele jî ew e jixwe. Heke ne derd bûya jixwe me jî nivîskarî nedikir.

Lê em ji xwe re bikin derd jî û binivîsin jî dê haya kê jê çêbibe?

Li gor min wekî mirov hilkişe serê çiyayekî û bike hewar. Ji ber ku ne gund û bajar e, deng naçe mirovan.

Ev nivîs jî tiştekî wisa ye. Kesên ku siyaseta kurdî bi rê ve dibin jixwe kurdî naxwînin.

Îspat lazim e?

Fermo li hejmara firotina rojnameya rojane Azadiya Welat binihêrin, îspat jî ji we re lazim nabe. Tenê kesên ku di vê hilbijartinê de bûn bernamzet hemûyan Azadiya Welat bixwenda, ev hejmara niha dê duqat nebûya? Îcar hîn îspat lazim e!

Em ê Çawa Gulan Bişînin Ser Gora Ehmedê Xanî ?

Li gor min di hilbijartina 29'ê adarê de her dengek wekî şandina gulekê ye. Em bikaribin çiqas deng bistînin, ewqas gul diçin ser gora Ehmedê Xanî û hemû gorbihuştan, şehîdan û kesên çavên wan li dû wan maye.

Di îslamê de jî dibêje, kî ji miriyekî re fatîheyekê bixwîne, ew fatîhe dibe gulek û diçe ji yê mirî re.

Îcar min dest ji yên sax berdaye, ez dibêjim “ka em ê çawa pirtir gulan ji şehîd û gorbihuştên xwe re bişînin?”

Pirsên we jî pir in. De hûn jî pirsên xwe binivîsin û bersivên xwe bidin. Hela bê me çi ji bîr kiriye!


Gotinên miftehî :