Emro,emro

Emro

A+ A-

Me çi zû bêriya zarokatiya xwe kir emro. Ma hê me çend sal emir kir? Çi zû sal ew qas ji me dûr ketin. Çi qewimî di nav van çend salan de. Her ku me dît, sal wek morîkên tizbiyek di destê kesek de bi lez dikşîne derbas bûn û çûn. Qet nepirsîn ji me daxwazek we heye an tune ye. Jixwe me jî ji lez û beza salan nikaribû daxwazek xwe bigota. Li hember vê jiyana zor û zehmet zimanê me di devê me de tevizî. Em bûn lalên bi zar û ziman li hember zeman. Tu carî em negihîştin dawiyê jî.  

Carna me xwest ku em bipeyivin, îcar li dora me kes tunebû ku li me guhdarî bikira. Wan jî dabûn dû salan û çûbûn. Ne ji me pirsîbûn ne jî haya me ji çûyina wan çêbûbû.
 
Jiyana me bi xizanî, nezanî û erzaniya hestên herî xweş têk çû emro. Dibêjim belkî ji serpêhatiyên xerab emrê me li me bû du car. Her êşek, her mirinek, her veqetinek, her koçek, her hezkirinek bêbext, her tenêbûna ku mirov tune dike, her xweziyek û her bêrîkirinek… Me çiqas xwest ku em xwe ji vana dûr bigrin jî ew hatin û bûn bela serê me. Dibêjim gelo em pir kesên bi hêz û qewet in loma?

Erê emro, tu tenê ji me re bêje ku min nehişt hun rojek ronahî bibînin. Te me di nav reşahiya xwe de wenda kir. Bila îcar wisa be emro. Ger ku jiyaneke din hebe emê nehêlin ku tu li me wisa bikî. Dinya bi dor e emro. Me vê carê nehesiband ku em dijîn.

Îcar dixwazim bibim dara tuyê. Payîza pelên xwe ji axê re diyarî bikim, zivistana razêm, bihara xwe nû bikim  û havîna bi sî û tuyên xwe kêfa mirovan bînim û qet ji zarokên baxçê xwe veneqetim.

Ji ber ku îro hatime bajarê zarokatiya xwe û li bin dara tuyê rûniştime pir xemgînim emro. Vê darê şehedê nîvê emrê me ye. Em û wê bi hevdu re mezin bûn. Lê em ji ber vê jiyana bi êş û elem zu mezin bûn. Pelên me zu weşiyan, guliyên me şikestin. Di bihara emir de, ev çi payîze te li ser me daniye emro?


Gotinên miftehî :