Çep û rast,Çep,û,rast

Çep û rast

A+ A-

Dawiya salên 70'yî ye. Di hin bajaran de hin tax di bin destê çepgiran û hin jî di bin destê rastgiran de bû û nikaribûn bikevine taxên hev.

Her wiha kesên biyan jî, gava ku riya wan bi van taxan biketina, îfadeya wan dihate girtin. Carekê riya yekî kal bi taxekê dikeve. Haya wî ji bayê felekê nîn e. Li ser rê hin xort hene û wî didin sekinandin.

Hin pirs jê dikin, paşê jî pirsa dawî jê dikin:
- Xalo tu çepgir î an rastgir î?
Camêr ji vê pirsê hinek fikaran dike: “Heger ez bêjim ez çepgir im û ew jî rastgir bin, ez bêjim ez rastgir im û ew çepgir bin, nabe. A çêtir hema ez milê xwe yê çepê rakim û bêjim rast û yê xwe yê rastê rakim û bêjim çep. Ez ê xwe wisa ji destê wan xilas bikim. " Û hema milê xwe bilind dike û çep rast dibêje.

Xort li vê rewşa mêrik metel dibînin û xwe ranagirin jê pirs dikin:
- Xalo gava ku tu milê xwe yê rastê bilind dikî, çep dibêjî û milê xwe yê çepê jî bilind dikî, rast dibêjî, ev çi hal e?
Mêrik hema bi derbekê re bersiva wan dide:
- Lawo wisa xuya ye ku milê min jî rast û çepê nizanin.

 

Ji berhevka Mahabad Arda 


Gotinên miftehî :