1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Şerê Bûbo û Bush
Şerê Bûbo û Bush,Şerê,Bûbo,û,Bush

Şerê Bûbo û Bush

A+ A-

Bûbo ji êrîşa Emerîka ya li dijî Iraqê aciz dibe. Riyekê dibîne û bi telefonê xwe digihîne Bush :
-"Elooo! Ez Bûbo, ez ê dest bi şerê we bikim. Bila haya we jê hebe." Bush bi bersivê dide :
-"Hehehe.. artêşa te ji çend kesan pêk tê ? " Bûbo hinekî difikire: "Hmmm.. bûrayê min Hadîka, kurmeta min Hemo, û lîstikvanên gogê û çirê.." :
-"Em 16 kes in ! " Bush di bin simbilan re dikene lê bi cidiyet dibêje :
-"Birêz Bûbo, li hember artêşa te ya 16 kesan artêşa Emerîka ji 2 milyon kesan pêk tê.! 
- Bûbo dibêje "Hmmm..":
-"Ez ê dûre dîsa li te bigerim." Di nav re çend roj derbas dibin. Bûbo dîsa li Bush digere :
-"Serok, daxwaza me ya şer didome. Me hinek amadehî ji bo şer kiriye." Bush bi baldarî dipirse:
-"Gelo çi amadehî ? "
-"Wele terextora axê me, çifta min a yeklûle û goga gogevanên me.." Bush gdikene:
-"Baş e, lê 150 hezar tangên me, 30 hezar balefirên me, 10 hezar jî keştiyên me yên şerî hene. Haa di vê navberê de hejmara leşkerên me jî bû 3 milyon" Bûbo li hember vê pêşketinê hinekî aciz dibe :
-"Temam, ez ê demek din dîsa li te bigerim" Piştî çend roj din dîsa li Bush digere :
-"Serok, ez biryara xwe ya şer paşde distînim." Bush bi meraq dipirse:  "Çima ? " Bûbo bi mirûzekî tirş dibêje :
-"Me li peymana Cenewre nihêrî û xwend. Têra 3 milyon dîlan (hêsîr) cihê me tune ! "

Werger: Jan ÇIYA, Rêzan TOVJÎN


Gotinên miftehî :