1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Amîda Kurd
  4. Erdoğan navê bajaran dike çi?
Erdoğan navê bajaran dike çi?,erdoğan,navê,bajaran,dike,çi

Erdoğan navê bajaran dike çi?

A+ A-

Rewş diguhere.
Tehlîla Dewleta Tirk roj bi roj divê ji nû ve were kirin. Guhertina cîhanê li gor sed sal berê dikare di leza "şoreşê" de were qebûlkirin. Cîhan bi lez diguhere.

Di 2003'an de dema hate îqtîdarê Kurdên ne polîtîk bi van çavan li Erdoğanî dinihêrî?

* Oldar, misliman, mexdûr
* Li dijî Kemalîzmê, bê hêz, bi tenê
* Xwedî bername, hilmfireh, korfersend.

Wan Kurdan tiştekî xerab jî der barê Kurdan de ji Erdoğanî hêvî nedikir.

Wê demê bixwesta jî nikaribû navê bajarên ku Komara Tirk danîye biguherîne. Lewre Komara Tirk mîrata Atatürk bû û artêşa Atatürk li ser kar bû. Lê îro?

Navê ku Kemalîstan li Colemergê kiriye, yanî "Hakkari" radibe û dibe "Çölemerik".

Ji bo mirovên ne polîtîk ev jî zewqek e, qewqa pêkarînê ye. Kurdên nezan bi vî rengî tenê ber dilê xwe xweş dikin.

Mijara Kurdan dikare wiha were şîrovekirin. Kurd ji Komara Tirk, Kemalîzmê û Artêşa wê hez nakin û dema tîpeke Afrîka jî golekê bavê tîpa Koma Tirk dê kêfa Kurdan were.

Ew Kurdên ne polîtîk, ji wan heye ku Erdoğan jî golekê davêje tîpa Dewleta Tirk, Kemalîzmê û hikmê wê. Lê na! Rewş ne ev e. Hikum Erdoğan bixwe ye û li şûna Atatürk îro ew rûniştiye, hem kêmasîyên Atatürk serast dike, hem yên dewleta wî û heke bikaribe dê temenê Dewleta Atatürk dirêj bike, ji vê û pê ve tu niyet û armanca wî tune.

Madem ku dikare "Hakkari" rake û navê wê bike "Çölemerik", nexwe bila bi dilê gelê bajêr bike. Gel kîjan nav xwest bila wî navî lê bike. Li gor rastîya dîrokî, li gor nasnameya gelê bajêr. Bi vî rengî dê dilê gel jî qezenc bike? Ma ne?

Lê armanca wî ne ew e ku bi dilê Gelê Kurd tiştekî bike. Armanca wî temamkirina Dewleta Atatürk e, rastkirina şaşîyên çort ên qebe ye.

Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan di hesabê xwe yê Twitterê @PervinBuldan de dibêje "Pir girîng e ku navê Hakkari dibe Çölemerik, lê divê Çölemerik jî wekî bajar bimîne".

Qaşo ber dilê gelê Colemergê xweş dike, populîzma erzan a parlamenterîya klasîk a çanda Dewleta Tirk e. Ya rast di rewşên wiha de divê HDP dengekî yekdeng derxe û parlamenterên HDP'ê di warê "ji her serîyekî dengek derdikeve" de meşhûr in.

Gelê Kurd di hesabê @PervinBuldan de têra xwe şîroveyên rast nivîsiye û peyama xwe gihandine wê.

Lê mijar hat famkirin, Erdoğan dîsa Stratejîya Tevlihevkirina Serê Gelê Kurd xist merîyetê.

Bila hinek Kurd demek din jî bifikirin ku "Şêrek di dilê Erdoğanî de heye". Heta ew şêr serê wan jêke.


Gotinên miftehî :