1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê
Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê,ergatîvî,taybetî,û,pirsgirêkên,wê

Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê

A+ A-

 

 

Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê

      Yek ji taybetiyên Kurmanciyê jî ergatîvî ye û ev taybetî di nava mijarên rêzimanê de xwediyê ciyekî girîng e. Dema ku em bala xwe baş bidin vê mijarê em ê bibînin ku gellek taybetiyên ergatîviyê hene. Herweha di warê ergatîviyê de hin pirsgirêk jî hene. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser rewşa ergatîviyê, taybetiyên wê û pirsgirêkên wê bisekinim.

 Ergatîvî çi ye?

     Ergatîvî ew rewş e ku di lêkerên gerguhêz de pêveber li gorî bireserê tê kişandin. Di rewşa ergatîviyê de bireser ji qertafan diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nagire û xwerû ye; lê kirde di rewşa ergatîviyê de ji qertafên diyariyê yekê digire û xwe diyar dike. Di rewşa ergatîviyê de tu bandora kirdeyê li ser pêveberê tune ye. Pirjimariya bireserê ji qertafên pêveberê tê famkirin. Herweha bireser ji cînavkên xwerû pêk hatibe, qertafên kesane yên cînavkan jî diçin ser pêveberê.

     Rewşa ergatîviyê di Kurmanciyê de tenê di demên borî de derdikeve holê ji ber vê yekê jî Kurmancî zimanekî nîv-ergatîv e.

      Mînak:

      Wê kovar xwend.                   Te ew bir.

kovar xwendin.                Te ew birin.
  

Di mînakan de jî dixuye ku di rewşa ergatîviyê de “kovar” bê qertaf e. Pirjimariya “kovar”ê ji qertafa li ser pêveberê ji “-in”ê tê famkirin. 

Te ez pelaxtim.                       Min dê ew bibira.

em dîtin.                           Min ew bixwesta.*

Min tu dîtî.                             Te ez didîtim.

       Di van mînakan de demên curbicur yên borî dixuyin, dema ku bireser ji cînavkeke koma xwerû pêk hatibe qertafên cînavkên kesane tên ser pêveberê.

*Qertafa kesê sêyemîn di demên borî de nayê bikaranîn.

 Taybetiyên Ergatîviyê

 1)    Di rewşa ergatîviyê de bireser ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nastîne û xwerû ye.

 Mînak:

Min helbest xwendin.            Te ew kuştin.              Baran cil şûştin.

Te ew dît.                               pirtûk xwend.      Evînê nan xwar.

 2)   Di rewşa ergatîviyê de kirde ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê distîne.

 Mînak:

Berfînê ev anî.            Ristemî gur kuştin.                 Hevalan nan xwar.

Dîlberê ew birin.         Ehmedî  kevir avêt.                Zarokan deng nekir.

 3)   Bêjeyên nêr ên ku “a” û “e” yê dihewînin di rewşa ergatîviyê de dema ku bibin kirde dikarin ji nava xwe bitewin û ew tîpa wan bibe “ê” û bi vî awayî xwe diyar bikin.

 

Mînak:

Hesên ew xwar.          Ristêm deng nekir.                 Osmên nan bir.

Rizgêr şer kir.             Rêzên pirtûk xwend.              Menêv lê xist.


 4)   Di ergatîviyê de cînavkên xwerû ‘ez, tu, ew, em, hûn, ew’ dibin bireser û pêveber li gorî wan qertafên kesane distîne.

 Mînak:

ez dîn kirim.                     Min tu  hîn kirî.          Kemalî em gêj kirin.

Wî yê ew bigirta.                    Min hûn dîtin.            Zarokan tu birî.

 5)   Di ergatîviyê de cînavkên diyarkirî “min, te ,wê/wî, me, we, wan” dibin kirde.

 Mînak:

Min ew difirand.                    Te ez kêfxweş kirim.              Wan kulîlk stendin.

dê hûn fam bikirina.        Me dar birrîn.                         deynê xwe da.

 6)   Têrker bi piranî bi daçekan re tên bikaranîn, ev ji bo rewşa ergatîviyê jî derbasdar e. Piştî daçekê cînavkên diyarkirî tên bikaranîn û têrker jî qertafan distînin.

 Mînak:                      

Min ji pirtûkê hez kir.             Ristemî ji pirsî.                 Zarokan li me nihêrî.

Hevalan bi çetelê xwar.          Me ji wan re got.                    Berçemê bi re xwar.                                         

7)   Di rewşa ergatîviyê de bireser dikare qertafên nediyariyê “-ek” û “-in”ê bigire. Dema ku qertafa nediyariyê ya pirjimar “-in” bê bikaranîn pêveber jî qertafa pirjimariyê digire.

 Mînak:

Min pirtûkek xwend.             Wê gulek anî.                         Zarokan pirtûkek dît.

Te hevalin dîtin.                     Wî zebeşin xwarin.                 Hevalan hêkin xwarin.

 8)   Kirde jî di rewşa ergatîviyê de dikare qertafên nediyariyê bigire, lê piştî qertafên nediyariyê divê dîsa ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê bigire.

 Mînak:

Hevalekê ew bir.        Pisîkekê şîr rijand.                              Camêrekî ew çê kir.

Zarokinan li wê xist.   Hevalinan deng nekir.                        Ajalinan ew xwarine.

 9)   Di rewşa ergatîviyê de bireser ku ji ravekê pêk were, di vê rewşê de bireser xwe diyar dike. Ku ravek pirjimar be pêveber jî qertafa pirjimariyê digire.

 

Mînak:

Min navê gulê nivîsî.              Wan şaxa darê birrî.               Berfînê destê xwe jê kir.

Te hestên xwe vegotin.          spartekên xwe çê kirin.    Reso dîwarên bilind lê kirin.

 10)    Di rewşa ergatîviyê de cînavk bêjaya nîşaniyê ‘ha’yê digirin û bi wî awayî ravek çê dibe û ev ravek peywira bireserê digirin ser xwe.

 

Mînak:

Min vêya dît.              Te vêna nebirin?                     Berfînê vêya girtibû.

Wan vaya kuşt.           wêna xwendin.                Zarokan waya biribû.

 

Nîşe: Awayên weke “viya, vêya, vana…”yê jî dikarin bên bikaranîn.                   

 

11)    Di rewşa ergatîviyê de bêjeyên piştî lêkerên berbiçûnî bêtir têrker in û tên diyarkirin û têkiliya wan bi bireserê tune ye.

Mînak:

Min bir malê.              Te gote .                             Ew çû gundî.

Hate kuştinê.              Te nan da Berfînê.                 Ristem gote wan.

 

 

Çend Pirsgirêkên Ergatîviyê

 

1)   Di warê ergatîviyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku bêtir di zimanê axaftinê de bireser tê diyarkirin û di şûna cînavkên xwerû de cînavkên diyarkirî tên bikaranîn.

Mînak:

Min cilan şûşt.            Te zarokan bir?                       Berfînê kulîlkan çinî.

Min dît.                 Te min kuşt.                           Zarokan daran av da.

 

2)   Di hinek nivîsaran de em dibînin ku dema ku kirde ji du hêmanan an ji ravekê pêk hatibe û pirjimar be, herçend bireser yekjimar be jî pêveber li gorî kirdeyê pirjimar tê kişandin, ev jî li gorî rê û rêbazên ergatîviyê çewt e.

Mînak:

Ristem û Şakirî darek birrîn.                          Fatme û Besrayê cilek stendin.

Zarokên gund kursiyek anîn.                         Xwendevanên me dibistanek çê kirin.

Diya min û bavê min ew qebûl kirin.            Xortên gundan agir kirin.

      Ji ber ku bireser yekjimar e divê pêveber li gorî wê bê kişandin. Herçend kirde ji du hêmanan pêk hatibe û pirjimar be jî nikare tu bandorê li ser pêveberê çê bike. Ku em bireserê derxin û cînavkekê têxin şûna wê rewş zelaltir dibe. Ev hevokên jor divê bi vî awayî bin:

 Mînak:

Ristem û Şakirî darek birrî.                            Fatme û Besrayê cilek stend.

Zarokên gund kursiyek anî.                           Xwendevanên me dibistanek çê kir.

Diya min û bavê min ew qebûl kir.                Xortên gundan agir kir.

 

3)   Di hinek nivîsaran de em dibînin ku kirdeyên pirjimar nayên bikaranîn û bireser yekjimar be jî pêveber ji bo ku tevlihevî çê nebe qertafên pirjimariyê distîne, ev awa çewt e û divê teqez di rewşa ergatîviyê de kirde bê bikaranîn. Ev çewtî jî pirr tê kirin.

 Mînak:

Çalakiya xwe li dar xistin.                 Helwesta polêsan şermezar kirin.

Telefonî min kirin.                             Dewletê şermezar kirin.

Qala baran û lehiyê dikirin.                Mudaxaleyî vîna gel kirin.

        Di hemû hevokan de jî bireser yekjimar e lê pêveberan qertafa pirjimariyê stendine. Ji ber ku kirde nehatine bikaranîn ev rewş derketiye holê. Divê kirde bên bikaranîn û pêveber yekjimar bên kişandin. Awayên rast bi vî awayî ne:

 Mînak:

Wan çalakiya xwe li dar xist.            Me helwesta polêsan şermezar kir.

We telefonî min kir.                           Saziyan dewletê şermezar kir.

Pisporan qala baran û lehiyê dikir.     Polêsan mudaxaleyî vîna gel kir.                     

Nîşe: Di vî teşeyê çewt de ku pêveber jî yekjimar be “kirde” tevlihev dibe. Hevoka yekemîn dema ku bi awayê “Çalakiya xwe li dar xist.” be, yekjimarî û pirjimariya kirdeyê tevlihev dibe û ji ber ku ergatîvî heye nayê famkirin ku kirde kesê çendemîn e. Ji ber vê, di rewşa ergatîviyê de divê kirde bê bikaranîn, ne ku ji dêvla wê qertafa pirjimariyê li pêveberê bê zêdekirin.

 Bahoz Baran

 [email protected]