Evîn çi bû?,Evîn,çi,bû?

Evîn çi bû?

A+ A-

Demî: 6 Tîrmeh 2007 În(© www.amidakurd.com)Gule dikare evînê bikuje?Mirin wendabûna bedenekê ye?Baþ e mirin dikare evînê jî bimirîne?Tariya þevê bi xedarî dioriya. Dengekî kûr di guhê min de dizimiya. Min xwe berî nava tarî û valahiya þevê da û ber bi wî dengî ve çûm, mîna dînan bûm.Çi bû ev deng? Dengê evîndarê mirî bû? Yan jî di orîna bi saw a þevê de dengê mirinê bû ku dixwest min bikþîne nava xwe? Tu li ba min bûyî, li ber serê min, lê niha tuneyî. Te jî di bêdengiya kûr a þevê de xwe berî nav wê orînê da, mîna min? Ev deng û orîn, êþa li dû evîndarê mirî bûn gelo? Êþ ev bû? Baþ e evîn çi bû? Çi bû ku min ev qasî bi mirinê ve girê dida, li gel ku min ji mirinê nefretê dikir? Evîn ev bû gelo? Evîn hezkirina mirinê an miriyan bû? Evîn devjêberdan û çûndin bû, yan berxwedana li hember mirinê bû? Tarî û zilûmata mirinê, evîndarê min bi xwe re biribû. Li dû bazdam... her kes di xeweke kûr de bû. Jixwe, xew jî navê din ê mirinê nîn bû? Mirinê gelek evîndaran di xewê de negirtibû? Xew û mirin li dijî evînê bûbûn destbirakên hev? Dema asîman û tariya þevê bi hev þa dibûn, ez li evîndarê xwe, li evînê, belkî jî li mirinê digeriyam. Evîn bi destan dihat girtin gelo? Min destên xwe dirêj kirin û xwest pê bigirim. Gurmîna asîman bû, mîna ku bixwaze rê li ber xwegihandina min a evînê bigire, hêrsa xwe vedireþiya bi ser min ve û mîna tofanê bi ser rûyê min de dibarand. Ber bi palê ve bazdam û di tariya þevê de bi ser wî dengî ve qîriyam: "Va ez hatim!" Lê dengê min di qefesa sînga min de dîl mabû, di qirika min de bûbû girêkeke hiþk. Hewaaar, kesek dengê min nabihîze? Deng ji min dernakeve gelo? Çima ji min pê ve kesek dengê min nabihîze?Hestir dikarin ev qasî biêþînin hewar!.. Hêrsa ku ji asîmanan dibariya di nav dilê min de kom dibû û dilê min li dijî mirinê mezin dibû.Qidûmê min þikestibû, çokên min nedigirtin, çavên min bûbûn þev... Destên min di pêsîra mirinê de bûn û min evîna xwe paþve dixwest. Lê tu kesekî ji min pê ve dengê min nedibihîst. Çi ecêb! Ev çi bû? Kabûsek bû gelo? Ez dê hiþyar bibûma? Lê mixabin, hezar mixabin ku na. Ev rastiya jiyana me bû ku li me kiribûne mîna kabûs.Mirin li ku derê bû? Çima kesek tunebû? Yan dîsa herkesî di xewê de girtibû?Bi bêbextî. Jixwe navekî din ê mirinê jî ne "bêbext" e? Belê, mirin bêbext bû.Baþ e evîn çi bû?Min destên xwe dirêj bikirana, min dê bikaribaya bigirim?Evîn ked bû gelo?Yan jî çûndin?Belkî jî, evîn bi mirinê xapandin û devjêberdana evîndarê xwe bû.Belê evîndar dev ji evîna xwe berdabû û xwe radestî mirinê kiribû. Orîna kûr a þevê gazî min dikir û min ber bi mirina wî ve dibir.Lê ev vexwendina þevê, mîna hemî vexwedinên wî yên din, bê wext û ne di cî de bû. Diviya li hember vê vexwendinê min li ber xwe bidana. Diviya li dij xew û mirinê min evînê vejiyandana.Axxx dilê min diêþe... hûn bi êþa dil dizanin? We qet þîna evînê girtiye? Baþ e piþtî evîndarê mirî, evîn dikare dîsa þîn were? Dikare dilê birîndar û westandî ji nû ve vejîne? Yan min dilê xwe li serê wî girî, di orîna kûr a þevê de wenda kir? Dil dikare bê wendakirin? Evîn dikare teva bibe? Lê gelo dilê bi êþ dikare evîneke din ragire? Dil tirsiyabû. Lewra navê evînê ji bo dil bûbû mirin. Lê divê mirov li ber xwe bide û li derê dilekî din bide. Dilek wisa ku dema bikevî hundir, bikaribî xwe jî di nav de bibînî.  Belê, êdî dil dikaribû evîneke din ragire. Divê, heyva çardeþevî ji bin ewrên reþ û tarî derkeve û dil bi taveheyvê rohnî bibe. Dê evîn xwe radestî mirinê neke. Jixwe evîn ne ew bû ku mirov li ber mirinê li ber xwe bide û ked bide? Evîn ne germayî û ronayiya hêviyê ye ku di çavên xweþik de dibiriqe?Belê, evîn germayî, evîn ked, evîn vekirina dilan e. Evîn du çavên xweþik in ku tariya þevê diçirînin.Ez ji nû ve rast li evînê hatibûm, lê ku car din wenda bikim? Dê wenda bibe gelo? Dema ez di nav tariyê de li ser wî girî di nav mirin û dengê evînê de diçûm û dihatim, gurmîna asîman, tofan û bagerê ez avêtim ber deriyê evîneke din.Dilek birîndar, nêrînên kûr! Min ew nas kiribû, evîna ku lê digeriyam ev bû. Xwediyê çavên xweþik bû evîna min. Min wî li qonaxa dilê xwe dît.  
Bîrgul Ozbariþ Arda [email protected]


Gotinên miftehî :