Ev Çiya Rûspî ne
di qada şer de pişta me negihişt erdê.
te şahid bivê, va Herekol.
miradkar, bi bext û ol
va Cûdî, û va ye ev ax!
kîj wextî bêleheng ma?
kî gavê bêkêr?
ev axa bi xêr û bêr
ji bakur ve serejêr:
Gebar, Sîmal, Bêxêr...
her yek şêrko, ango yek yek Êzdînşêr.
li piştekê bigerî, va ne:
ev Nemrûd e ev Agirî ye ev Sîpan e.
kîjan e nerûspî heyran, bêrûmet kî ji van e?
ronakê lêda çûrisî
kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e.
enîmêr e û Dêrsimî,
ev çiya Tûjik e, heyran!
heyran, ev çiya destbirakê Sîpan e.
ku di bin berfê de mane.
ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
zivistan e!
bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
têhn vedide l' lûlan ji teqînê.
stran dikevin pêlên xuşînê,
şer dîne, şervan dîne
çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
ev çiya rûspî ne, heyran!
me, lome nekir ji wan.
na na, û ne ji yekî!
navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî
me lîland,
loma bi Sîpan in stranên me
ka bistrê, heyran!