1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Şevbihêrkeke Xeyalî
Şevbihêrkeke Xeyalî,Şevbihêrkeke,Xeyalî

Şevbihêrkeke Xeyalî

A+ A-

Pêşî deng hebû! Piştre reng û gerdûna bê dawî…  Ez êşa xwe ya ‘Mezra Botan’ ji nava dilê dîroka tijî bi raz hildibêjêrim.  Cebraîl ji me re negot: “Îkra!”… Em zarokên yezdan ên ji dêmariyê ne. Çirokên me tijî tirs, sitranên me rizgar nebûne ji şînê, bi hezaran sal in em xwe bi zimanê dayîkê li ser piyan digirin.  Di nava rûpelên dîrokê de, rûyê nexweş ê Heredot ronî dibe. Dibêje: ‘Ez wan baş nas dikim, jinên wan li ber devê çeman berav dikirin’ Arkeolog, dîroknas, botanikparêzên durû çiqas bêdeng dimînin ruyê wan ewqas zêde tarî dibe.

Deng û awaza   me veşartine di meşa bi dehhezaran a  Ksenefon de, di êşa Amida ya fosîlbûyî de, di Zerdeştê kal de ku çiya ji xwe re kiriye mesken, di fîgurên Med de, di dengê aştîxwaz ê Eyyûbî de, di kela Ruhayê de, di qedera Dîcle û Feradê de.  

Hêviya me di baweriya me de ye. Baweriya me jî  zêdebûn û bilindbûna dengê me ye… Ev yek di her carî de bi dengê Moxolan tar û mar bû. Em qiriman, talanan, rev, surgun û belavbûnan baş dizanin. Em her wiha temenê xwe yê li Surgunê û destanên ji bo pêşerojê hatine nivîsandin jî bas nas dikin.  

Makineyên mirinê xewên me serûbin kirin. Vejîna me ne mucîze ye, bi temamî girêdayî baweri, rûmet û aliyê me yê mirovî bû… Zordestî di dawiyê de vediguhere tirsê, tirs jî vediguhere wêrekî û cesaretê.  Xwezil bihata ziman ew  xewên me ku dilopên xwînê ji wan tê û xwezil disa bilebitiya ew  zimanên me  yê morkirî.…

Welatê Xanê  ‘Mem û Zin’ bû. Dem êdî bûbû qêrin û hewarek. Apê Musa  navê vê yekê  lekir “Birina reş”. Bedirxan digot jiyan bê ziman û hezkirin  nabe.  Dengê di dilê min de dibêje: “Kesê bê ziman ne dikare bibe xwedî dîrok ne jî  deng û siya wî çêdibe...!”  

Her gelên niştecih weke sterkên bi tirînc in, me ciya ji xwe re kirin mesken. Jinên me şînên dilşewat distiran wisa ji dil û ji kûr ve... Dayîkên me her yek teyrek bûn helînên xwe ji mehran diparastin. Em sond dixwin ku em ê derkevin gera rastiya xwe.  Xaka me bûye cihê miriyên bê goristan û bûye zimanê qêrînên ku nayê bîhîstin.  Ez giyana xwe dixwazim, zimanê xwe dixwazim. Ev zulum wê zaliman bixeniqîne weke  tofana Nuh...

Di wan rojên me yên şêlu yên li Surgunê de, em nîvmirî li ser piyan bûn, ew welatê me yê situxwar çiqas jî ji me dûr bû. Cinayetên faîlê wan diyar li hev zêde dibûn, ew medeniyeta em diqehirandin: bêdengiya bêdengiyê… Me sond xwariye  ku em ê  weke çemê ku buhura xwe dibîne, vegerin çavkaniya xwe. Xaka me neynikeke şikestî bû, rûyê me perçe perçe di we neynikê de. Bîranînên ku ji bîra me dernakevin tim xwe nû dikin.  Girtîgeh tijî bûne heta ber derî, ax û asîman bi dizî  şînê dikin ji wan qirim û komkujiyên  bê nav re.  

Diviyabû em bijiyana, me li berxwe bida, û herşev derketibana rêwîtiyên xeyalî. Di wan rêwîtiyan de diviyabû me guh bida  derwêş û  kahînan û me guhdarî bikira li wan kesên ku dizanin û napeyîvin. Diviya bû me ruyê xwe li sebra wan şervanên azadiyê bida ku îro li hember  dîrokê  ketine rikê û lazimbû em ji wan fêr bibana hukmê edalet û evînê…    

Kesê nejîbe nizane ka surgun çiqas bi lanet e û her tişt çiqas kêm û bê wate ye. Ji bo  watedar bibin, em xwe bi reng û dengê xwe ve girê didin. Em mafê xwînê yê medeniyêtê nikarin bidin, lewma ye herşev bi awayeke vampîrane û xwînmijî xwe dide ber deriyên me.   
Hertiştê me dîl hatiye girtin, fikir û ramanên me, hêviyên me heta evîna me... Bêdengiya me dibe tolhildan, dibe dijwarî û di berdêla yekî de em ê hezaran verişin…

Yê ku me ji me digire tirsa tinebûn û jiyana li  welatê xeribiyê ye.  Giyaneke perçekirî û bêçaretî… Esaret di navbera jiyan û mirinê de sitareke  bi jehr e. Ne hêsane ku mirov rastî û êşa li ser yaqûd hatiye kolan têbigêhêje! Em li rastiya xwe geriyan di îşaretên keviran de, di nava şer û êvinanan de. Li welatê me yê heznî  dem tim hilû ye, salname û saet tim sifir nişan didin.  Her tişt xemgîniya veqetînê û mahzuniya êvaran e.  Her êş  bi xwe re êşeke nû, her evîn evîneke nû û her şer bi xwe re welatekî azad tîne. Şerma  herî mezin a sedsala me ber bi dawiyê ve diçe. Ev yek wê helbet deriyê asoyên nû vebike.   Hertişt wê vegerin ser eslê xwe û av û çem wê vegerin ser çavkaniya xwe.  

Di xewa xwe de, ez û Mîtra bi hev re çûn bajarokeke çiyayî ya li qeraxê Araratê. Hertişt sipî çîl û ronî bû. Li wê derê jiyaneke xwezayî hukum dajot. Ji bo serdestiyê û mukemeliyê kes bi hev re nediket qayîşê. Di gel ewqas xizanî, belengazî  û êşê kesî nizanibû  bi kesî re kînê bike. Jinên xwedî hestên bilind, bi awirên xwe hezkirinê nîşanê zarokan didan, ji nava lêvên wan, duayên bêdeng difûriyan.  

Ez  û Mîtra dema bi wan re peyîvîn, ti deng ji wan dernediket, wan axaftina bi dengê bilind ji bîr kiribû.  Haya wan ji mirin û jiyanê tinebû, xwe avêtibûn ber bextê qedereke hezar salî. Qeder û jiyana wan çawa jî dişibiya darên mazî û çiyayên  qerac. Dema me ew neçarê axaftinê dikirin, zimanê xwe yê daxkirî nişanê me didan, êşa wan dibû qêrîn û li eniya me diket.  Ew xeyîdî bûn, berê xwe dabûn çîyayan. Digotin: “çiya bi me dizane, lewma me diparêze û vedişêre. Lê we, ne em  bîhîstin û ne jî xwest bibîhîsin!”  

Li wî bajarokê, ronahî ji Qendilan dihat û her tişt di bin berfê de bû. Her sibeh berê xwe bi rojê ve dikirin û bi bêdengî dua dikirin. Herçend bi şik û bi tirs li mirovan binêriyan jî, mîvanperwer bûn. Ocax tijî darên kelem kirin. Em di navbera rasti û xewê de diçin û tên:  di şeveke bi lerz de di bin taveheyvê de, li deriyê çiyê yê Amedê  Şex Seid û 40 hevalên xwe li ber sêpiyan in. Celad gotinên wan ên dawî dipirse. Bersivên wan ên mîna çîk werdigerin birûskê. Şehrî Amed reş girê da; Dersim serî hildaye, dema Seyîd Riza û  Kurê ciwan hatin darvekirin, Xarpêt ket nava bêdengiyê ti wate neda vê rewşê, reng guherand... Bêdengî weke pantereke reş e, dadgerên xwedî apolet tev weke zebaniyên dojehê ne. Zulma herî dijwar jî ew e ku  li ser wê xaka wan a sitûxwar ji bo wan heryekî, cihê goristanekê jî nayê veqetandin. Dil birîndar û peritî ne.
Sî liviyan,  şevbihêrk dest pê dike, kilam û şînên bê dawî…  Dema Şakiro distirê saw bi me digire, ji destana Mem û Zin keder dipijiqe. Dûre  Xerapetê Xaço dest bi destana Dewrêşê Evdî û  Edûlê dike. Dema  Dewreş tê kuştin, kilam giran dibe, dengê dengbêjan bêtir bi dilşewatî bilind dibe.  Edûlê heta mirina xwe bi sebra Penolope sitranên şînê distirê. Edulê bi dengê xwe yê eflatûnî wiha dibêje:  "Herê delalo, herê delalo,
Siwarên mala bavê min ji mal siwar bûn, germa vê havînê
Pêşîya selefê siwaran kete çîyayê Evdil Ezîzê
Nîvê siwaran man li Girê Laylaniyê, Gola Xatûniyê
Paşiya siwaran ma li qiraçê Mêrdînê
Gelî Kîkan û gelî Milano
Herçî kesê, ku cewaba Dewrêşê Evdî, siwarê Hidman, lawkê êzdî,
delalê malê, xêmê binê beriyê,
ji nava hezar û pêncsed siwarê Gêsa ji min re bîne
Ez ê bidimê çar aşê bavê xwe yên li ber ava misêrbînê
Heger bi her çar aşan qayîl nebe,
ez ê bidimê deh heb caniyên bavê min hene,
kehêl in, eslî ne, ez ê bidimê rihînê,
Çar qesir û qonaxên bavê min hene,
ez ê bidimê li bajarê Misêrbînê
Eger her çar qesir û qonaxa qayîl nebe,
ez ê di ser de bidimê hezar û pêncsed zêrên Osmanî ji xezînê.
De bajo, de bajo, rêdûro, de bajo
Hesp betiliyo, de bajo
Kîskê te qulo, tûtina te rijiyawo, de bajo
Eba ser milê te sê tixto.
Herê lo delal, li min avêtiye stêrka sibê, stêra recilxêre.
Delalî malê, Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî, siware li Hidmanê nêre
Ez ê rabim, xilxalê lingê xwe bişkênim,
ji Hidman re bikime cotekî nehle
Ez ê xizêma pozê xwe derxim, jêre bikim hûr bizmêre.
Ez ê keziyên xwe bibirim, ji Hidman re bikim,
gulik û rîşî û du hevsêre
Ji îro pêde, wê berê te têkeve binê beriyê,
nava hezar û pêncsed sîwarên Gêsa,
Xelk ê bibêje:"Ev siwarê hanê çiqas bi hizn e,
çiqas bi delal e û çi bi cemal e".
Herê lo delal, herê lo delal, herê lo delal,
De bajo rê dûro, de bajo.
Ji hevalan mawo, de bajo
Kîskê te qulo, tûtina te rijîyao, de bajo
Ebakê te sê tixto
Li ser milê te bû belawo, de bajo.

Li ber çaya  demkirî, destan dirêj bû û dirêj bû…Dîroka jibîrbûyî, ya di şînê de û dîroka veşartî di van destanan de ji nû ve vedijiya. “Ew siwarên  egîd li hespan siwar bûn û çûn.” Ew ciwanmêrên egîd rojekî vegeriyan û ji nû ve rûmetekî dan vê jiyanê… Wan ji tirsê, wêrekî û cesaret derxistin û nefret wergerandin hezkirinê.
Yên di vê rêyê de mirin, di ronahiyeke bê dawî de hatin defin kirin.
Di tariya reş de, qêrineke ji çiyê deng veda: ‘Ey mirovên ku ji kuştin û cînayetan  zewq digirin, ey kesên talan û hilweşandinê weke merîfet dibînin, zanibin ku vî gelî evîna xwe ya ji av, ax û agir kiriye nemir.  Dema dilê wan di bin zilma hezar salî de hat kutan, wan mirin ji xwe re  kir nemir û evîn û hezkirina xwe  jî kirin bê dawî.  

Min fem kir ku ew kesên xaka wan hatiye talan kirin, nikarin bibin xwedî ziman û salname.  
Min fem kir ku li deverên  lê zivzive çirtik davêjin, qeda û belayên ji mirinê mezintir tim li ber derî ne.  
Min fem kir ku herkes dikare ji herkesî her tişt bigire lê tenê nikare mirinê bigire.  
Min fem kir ku di bin esaretê de dar fêkî nadin, rojên bûyînê nayên zanîn û jiyan tenê bi demsalekî dimeşe.  
Min fem kir ku rêya diçe bextewariyê ji rêya xirabiyê hêsantir e.  
Ù min fem kir ku jiyana bê azadî ne layîqê jiyanê ye.  

Aydin DERE
[email protected]

 


Gotinên miftehî :