1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ew Çi ye Di Çavên Te De ?
Ew Çi ye Di Çavên Te De ?,Ew,Çi,ye,Di,Çavên,Te,De,?

Ew Çi ye Di Çavên Te De ?

A+ A-

- Selamun eleykum!
- Elêkumeselam, ser çavan. Fermo!
- Spas.
- Ew çi ye di çavê te de ?
- Berçavk e.
- Berçavk?! Ma tu çi karî dikî?
- Ez profesor im, zanyar im.
- Hela! Tu bi her tiştî dizanî pey?
- Erê, mirov dikare wisa jî bêje.
- Hela! Ji ber ku wê te ew tişt xistiye çavê xwe?
- Hema hema wisa ye. Ji xwendina zêde ye.
- Subhanela. Ey madem tu bi her tiştî dizanî ka ezê pirsekê ji te bikim, dibe?
- Fermo.
- Lê heke tu nizanî gerek tu 2 qurişan bidî min.
- Bila be.
- Dûre tu bipirse, heke min nezanî ez jî 2 qurişan bidim te.
- Na, heke te nezanî tenê 1 quriş bide, ez pispor im heke min nezanî ez ê 2 qurişan bidim.
- Baş e. De ka bêje ew heywanê ku sêling e û difire kîjan e.

...
...
...
Wele nizanim. Aha ji te re 2 quriş, îcar ez ê pirsekê bipirsim.
Fermo! Tu bipirse îcar.
Ka tu bêje, ew heywanê sêling û difire kîjan e.
Ez jî nizanim. Aha ji te re 1 quriş.

 Ji berhevka Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :