Ew Bajar,ew,bajar

Ew Bajar

A+ A-

EW  BAJAR

ez diçûm kîjan derê wî bajarê ku li bin guhê dîwarên wî diketim  
her serê qorziyekê wateyek dihewand ji êşan
û her dawiya kuçeyeke tarî, dilêkî kevirî
ew kevirên ku carinan dibûn şîmaq
û  kêmcaran gulên bi sitrî li ser rûyê min…
ji ber wê ew awirên hişk ji dilê bi hizin derketin
û ji ber wê bê silav û bê xweşûbêş dûrketin
ji tengalekan bi tengala terkîwelatiyan re
terqîbûn…
 
ez xeyidîbûm... ez xeyidibûm ji wî bajarî

min bêrîkirinên xwe xistin bahola xwe û çûm...
min awirên xwe ji berriyê dan hevdû
û ji ser keviran pelînên xwe û likumandinên xwe
eşkere kirim çongşikestinên xwe
girêk û gerînokên qirika xwe şanî wan kirim û çûm

li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan
fîkandinên rojhilatî newalên newayên kemanjenan dagirtin
ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî
bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî
49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan
temaşe kirin di sehera sibê de maşûqan
dema ez çûm…

dema ez çûm jinê reşa xwe avêt ber reşêşkan
tilîkên min î diricifîn firkandin bi tilîkên narîn berbûkan
ramûsanên xwe û bêhna kilên xwe bi min re şandin
ji heyvê re diyarî bûkên bahozan

ez çûm… ez nepeyîvîm û çûm…

ez diçûm…
ez diçûm û birîn dibû bedena min
her ku roj diçû ava li ser axa şop û şûnwarê min


Gotinên miftehî :