Ew jî te vexwar,ew,jî,te,vexwar

Ew jî te vexwar

A+ A-

Mêrik ser çavên wî bi birîn, rûyê wî daliqandî li barê rûniştiye. Li ser masa wî îskanek araqê. Lê belê jê nayê ku vexwe.

Di wê navê re deriyê bar3e vedibe, yekî mîna gamêşekî ji xwe bawer, bê mirûz dikeve hindur û raste rast tê ber masa wî. Bê pirs û destûr radihêje îskana wî ya araqê û bi ser xwe dadike. Devê xwe bi pişta destê xwe paqij dike, bi nêrîneke cuda li mêrik dinihêre, jê re dibêje:

-- Çi bû, qey ne bi dilê te ye hevalo? Te pozê xwe daliqandî ye, tu li valahiyek bê wate dinihêrî.

Mêrik bi kul û xeman dest bi serpêhatiya xwe dike:

-- Mepirse hevalo. Ez mirovekî gelekî bê siûd im. Serê sibehê min û hevsera xwe pev çinî. Ez ji mal qewirandim. Bi wê hêrsê ez dereng çûm kar. Karmend li min û manan bû. Ez ji kar avêtim. Bi xezeb û bê mirûz ji cihê kar derketim. Bê hemdî xwe dimeşim. Tirimbêlekê hat li bin guhê min xist. Nexweşxaneyê bi derman ez pansûman kirim û dû re min berê xwe da malê. Bi hêviya ku dilê hevsera min bi min şişewite û efû bike. Ez çi bibînim. Di nav nivînên me de bi mirovekî din re ye. Min got ev qasî jî zêde ye. Min rahişt demançê ku xwe bikujim. Lê li hev siwar kir û neteqiya. Hevsera min ji tirsa ku ez ê wê bikujim bi mêrik re reviya û çû. Min xwe bi kinidirê bi dar ve kir, kindir qetiya. Ez çûm medbexê, min gaz vekir, lê ji ber ku perê wê nehatibû dayin, ew jî hatibû birîn. Gaz tunebû. Ez çûm eczanê, min jehra mişkan stand û anî xist nav araqa xwe ku vexwim. Ew jî te hat vexwar. Oof ez çi bikim?


Gotinên miftehî :