1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Jan Çiya
  4. Ew Niha Fûzevan e
Ew Niha Fûzevan e,ew,niha,fûzevan,e

Ew Niha Fûzevan e

A+ A-

Di sala 2007'an de di Med TV de dokumanterek tê nîşandan. Di dokumanterê de Herêma Medya ya ku ji aliyê şervanan ve wekî herêmeke azad tê parastin, tê danasîn. Şervanek bi navê Xetîce xuya dike, ku di dokumanterê de wekî Xetîca Turşîvan tê binavkirin.

Di heman salê de operasyoneke leşkerî li hemberî Herêma Medya dest pê dike. Bi hatina leşkerên tirk re şervan xwe didin alî û şerê "lêxe û vekişe" dimeşînin. Li hember vê yekê bêhna leşkerên tirk teng dibe û li ser zinareke Zapê wiha dinivîsin:

"Em hatin, lê me Xetîceya Turşîvan nedît."

Di dema operasyonê de hemû fermandarên operasyonê, di helîkoptêrekê de bi fuzeyê tên xistin û dimirin. Sermermandarê artêşa tirk di televizyonan de bi gotina wekî "têra operasyonê aborî nehate dayin û rêxistinê fuzeyên 7A bi kar anîn."

Bi vekişîna leşkeran re şervan dîsa dikevin Zapê û dinîsa li ser zinarê dibînin. Şervanek di demildest de hildikişe ser zinarê û xwe bi xelatekê berdide asta nivîsê û li ber navê Xetîce wiha dinivîse:

"Ew êdî fûzevan e".


Gotinên miftehî :