1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmet Gulabî Dere
  4. Ewropa ji me çi dixweze
Ewropa ji me çi dixweze,ewropa,ji,me,çi,dixweze

Ewropa ji me çi dixweze

A+ A-

Careke din me baş dît ku welatên Yekîtiya Ewropayê pir durû û zalimane nêzîkê Kurdan dibin. Parastina demokrasiyê û mafên mirovan tenê ji bo berjewendiyên wan dikevin rojeva wan. Ev nêzîkatiya Ewropayê ji mêj ve heye û bi awayeke pir zirav dahate meşandin. Lê belê, bi operasyonên ku vê dawiyê pêkhatine ve YE’yê bi awayeke pir aşkere siyaseta xwe dimeşîne.

Bi operasyona ku li Belçîkayê pêkhat ve baş derkete holê ku YE’yê bi her awayî di xizmeta Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de ye. Çawa ku birêz Murat Karayilan daye xûyan, ev operasyon li gorî projeya Amerîkayê pêkhatiye. Tenê Belçika, Fransa û Italya di nava heman kiryarê de tinene, hemû welatên YE’yê di vî derbarî de bi yek gotinê tevdigerin. Lewre ev operasyon ya DYA-YE’yê ye.


Dema pêkhatina vê operasyonê jî pir girîng e. Di aliyekî li Amerîkayê, de Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Nûneran de pêşniyazbiryara di derbarê Komkujiya Ermeniyan de hate erêkirin, di aliyê din de jî di rojeva YE’yê de hin pîlanên neyênî di derbarê pêvajoya Tirkiye-YE’yê de pêşdikevin. Her du mijar jî reaksiyona Tirkiyeyê dikêşînin ser xwe. Ji bo asta reaksiyona Tirkiyeyê nermtir bikin, Amerîka û Ewropayê bihev re vê operasyonê kirine rojeva xwe. Qasê ku tê xûyan ev operasyon wê hê jî bidome û weke helwesteke lidijî hemû Kurdan pêşbikeve. Lewre divê hemû Kurd di vî derbarî de şiyar bin û bi her awayî bitekoşin.

Tê zanîn ku hemû Kurdên hatine girtin bi salan e li Ewropayê karê siyasî û rewşenbîrî dimeşînin. Ne Remzî Kartal, ne Zubeyir Aydar, ne Hecî Ehmedî û ne jî ên din di nava xebateke îlegal de cih negirtine. Heke suçeke hebe ew jî xebata ji bo gelê Kurd e. Ev xebat jî parastina rûmeta gelê me ye.

Ev cara yekemîn nîn e ku polîsê Belçîkayê dikeve bûroyên Televîzyona Kurdan û heman saziyê  krîmînalîze dike. Her dema ku Ewropayê xwestiye mesajekê bide Tirkiyeyê Belçîka ketiye dewrê û li hemberî saziya gelê Kurd şîddet bikar aniye. Bê guman dewleta Belçîkî û her wiha YE’yê baş dizanin ku Televîzyon ji bo Kurdan tişteke pir biwate ye û ew bi keda sedan hezaran Kurdan li ser nigan disekine. Krîmînalîzekirina ROJ TV’yê ji bo wan girîng bû daku ew dizanin cihê heman saziyê ligel Kurdan pir cuda ye.

Ez helwesta gelê me ku li ROJ TV’yê û li siyasetmedarên xwe xwedî derketin pir baş û di cih de dibînim. Divê gelê Kurd ti mecal nede Ewropiyan ku ew destên xwe dirêjî nirxên me bikin. Heke Ewropî di helwesta Kurdan de qelsiyeke bibînin ew ên bikevin nava hewldanên qirêjtir.

Dibe ku hin Kurd, di vê demê de, di malên xwe de bêdeng û rehet rehet rûdinên. Dibe ku ew dibên « Mehrê ku bi min venade bila hezaran salan bijî » Lê belê ez dibêm bila ew jî bizanibin ku her demê li derên xeter de kesên fedekar û birûmet cih digirin, lê ji bo duşmin her kesê ku ji xwe re dibêje « ez Kurd im » xeter e û rojekê wê dor bibe ya wan jî. Lewre nîşandana helwestê berpirsiyartiya hemû Kurdan e.

Ev operasyon ne ya destpêkê ye û ne jî wê bibe ya dawî. Têkoşîn didome, divê herdem bidome.


Gotinên miftehî :