EZ,ez,mahabad,arda

EZ

A+ A-

Ji axê bûme

Axê vedikolim

Sînoran ava dikim li ser

Parve dikim

Dibime desthilatdar

Ji bo wê şer dikim

Û yê tif dikê Ez

Û yê dibe ax, dîsa Ez

Yê şer dike Ez

Yê hez jî dike, dîsa Ez

Dijminê xwezayê, yê mirovan

Dijminê sedemên hebûna xwe

Kolînerê mezelê xwe

Bi erzanî, Ez

Yê diafirîne Ez

Yê hildiberîne Ez

Yê dijîne Ez

Yê tune dike dîsa Ez

Û ez li xwe geriyam her tim

Ez ji xwe reviyam her tim

Her ku ji xwe bi dûr ketim

Bûme giyan Bûme Xweda

Min xwe sparte Neezan Tuneyan

Tiştên tu carî nebûne tişt

Dema min xwe bi Xwe sînor kir

Ez bûme cinawir

Dema min Xwe înkar kir

Bûme sî

Dema hînê jîyana bi Ezên din re bûm

Bûme mirov

Dema min Ez dîtim

Têgihîştim

Tiştê lê digerim Ez bi xwe me

Û tiştê jê direvim!..

Û gihîştim raza rastiyê

Bûme desthilatdar

Li ser çavbirçîtiya nefsê

Cinawiriya wê…

Û jîyan di destên min de piçûk bû

Mirin jî herwiha

Wê demê ez bûme Ez

Ez bûme rastî Rastî jî, Ez!

Desthilatdar Ez bûm êdî

(Stockholm – 21 Eylül 2003)


Gotinên miftehî :