1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ez Di Tuwaletê Werbûm
Ez Di Tuwaletê Werbûm,Ez,Di,Tuwaletê,Werbûm

Ez Di Tuwaletê Werbûm

A+ A-

Bûbê Tehlo çûye Amerîka, nik kurxalê xwe Dara. Dara li balefirgehê pêşwaziya Bûbo kiriye. Pêkre derketine derve. Bûbo nihêriye lîmûzîneke 10 mîtro dirêj!

- Weeeew, ev çi ye, çiqas mezin e.?!

Dara hindekî keniyaye, gotiye:

- Ev der Amerîka ye Bûbocan, her tişt li vir mezin e. Pêkre ketine çewlika Dara. Diçin, diçin, nagihîjin malê. Bûbo şaş û matmayî dinihêre:

- Weeew, ev çiqas mezin e?!

Dara dîsa gotiye:

- Ev der Amerîka ye Bûbocan, her tişt mezin e.

Derbasî hundir bûne. Nîvrojê firavîn hatiye danîn, li dora maseyeke dirêj rûniştine. Bûbo bi zorê li seriyê din Dara dibîne:

- Weeeew, çi dirêj e ev mase?!

Bîsteke din Bûbo radibe ser xwe dibêje ez ê biçim avrêjê (tuwalet). Dara jê re dibêje derkeve vê hêwanê, li milê rastê here, deriyê duyem veke, ew tuwalet e.

Bûbo diçe, lê bi şaşî li milê çepê dizîvire, diçe deriyê sêyem vedike. Ew der jî birka (hawiz) malê ye. Tarî ye. Bûbo ku li bişkojka elektrîkê digere di birkê werdibe. Bi gufîna avê re herkes ji ser masa xwarinê dipengize û bazdidin birkê. Lê Bûbo bi tirs gazî dike:

- Hewar eee, ez di tuwaletê werbûm, sîfonê nekêşiiin haaaa! 

Werger: Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :