1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ez dibêm çi tu dibêjî çi !
Ez dibêm çi tu dibêjî çi !,Ez,dibêm,çi,tu,dibêjî,çi,!

Ez dibêm çi tu dibêjî çi !

A+ A-

Bûbo rojekê çûye cem şêx ji bo têkeve terîqetê. Ew derxistine hizûra şêx. Bûbo gotiye: "Şêxê min, ez dixwazim bikevim terîqeta te, tobe bikim." Şêx gotiye: "Dibe, lê divê pêşî tu 3 heftiyan neçî nav nivînên jina xwe, da ku em îradeya te zexim bikin."

Bûbo gotiye "baş e" û çûye. Çawa be 3 hefte derbas bûne, Bûbo dîsa çûye hizûra şêx. Şêx pirsiye: "Te çi kir, ma te gotina min bi cih anî?" Bûbo wiha bersiv daye:

- "Wele şêxê min heftiya pêşî bir baş bû. Heftiya duyem sebra min dikira di ser re biqulipiya. Heftiya sêyem ji bo em ji mal bi dûr bikevin em çûn Mîgrosê. Li wir dema jina min alavên jorîn dadixist çavên min li çîpên wê ket, kurmên hevşabûnê hatin min. Dîsa jî min xwe girt. Lê dema ku daket û alav ji destê wê wergeriyan erdê, jinik jî daqûl bû ku bide hev. Welhasil ..."

- "Here nexwe îradeya te ne xurt e, ez te naxim terîqeta xwe."

- "Ez dibêm çi, tu dibê çi lo! Ez dibêm Mîgros nema me dixe hindur tu behsa terîqetê dikî."

Şandkar: Mihemedê Hadî


Gotinên miftehî :