1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Ez Kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim
Ez Kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim,Ez,Kurd,im,û,Azadiya,Welat(ê,xwe),dixwazim

Ez Kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim

A+ A-

Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya rojane ya ku nûçe û bûyerên li welatê min Kurdistanê û li dinyayê diqewimin ji min re dibêje û ez jê hîn dibim ez vî biryarê nerast di cî de nabînim û dîsa şermezar dikim.

Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku şîrove û nirxandinên siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî yên giranbuha û bi zimanê şîrîn Kurdî tê de têne weşandin û em ji van şîrove û nirxandinan mehrûm hiştine ez vî biryarê hişmendiya faşîzan napejirînim û dîsa şermezar dikim.

Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku helbest, kurteçîrok û serboriyên nivîskar û rojnamenûsên Kurdistanê tê de têne weşandin û em ji vana bêpar tên hiştin ez vî biryarê paşverû û dijberê Kurd û Kurdayetiyê dîsa şermezar dikim û sûcdar dikim.

Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya ku rûpela zarokan tê de heye û zarok tê de di nava deryaya Kurdî de avjeniyan dikin û bi vî biryarê paşverû zarokên me Kurdan ji vê avjeniya zimanî û çandî û yariyên dema zarokatiya kurdan bêpar hatine hiştin ez li ser navê zarokên xwe û li ser navê zarokatiya xwe; ez vê biryara asimîlekar û paşverû dîsa şermezar dikim û dîsa berpirsan sûcdar dikim.

Ji ber ku Azadiya Welat rojnameya min a ku ez wê dixwînim û ez tê de dinivisînim; a ku ez bi zimanê xwe xwe jê xwedî dikim û wê xwedî dikim hatiye girtin; ez vî biryarê ku paşverû, astengbar û li dijî demokrasî û azadiyê napejirînim, şermezar dikim û berpirsên vî biryarî yên huqûqî û yên siyasî sûcdar dikim.

Ez mafê xwe yê xwendina rojnameyê; mafê xwe yê nivisandina rojnameyê; mafê xwe yê ragihandina kurdî dixwazim!

Ez Kurd im, rojnameya xwe ya bi Kurdî û bi rengê Kurdewar dixwazim!

Ez Kurd im Azadiya Welat û Welatê Azad dixwazim!

Ez Kurd im Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim!

Azad ZAL

 


 
 
 
 
Digel Silavan
Azad ZAL
[email protected]