Ez Ne Misilman im,Ez,Ne,Misilman,im

Ez Ne Misilman im

A+ A-

Rojeke meha remezanê ye. Dema Osmaniyan e û kesên ku rojiya xwe bixwin, bi qemçiyan têne cezakirin.

Yê Bektaşî û yekî din bi hev re xwarinê dixwin û leşkerên osmaniyan bi ser wan de tên. Xwe bi wan re hêrs dikin ku çawan rojiya xwe dixwin. Wê demê kesên ku ne misilman be, rojî li wan ferz nebûye û nedihatine cezakirin. Loma jî yê bektaşî di cî de dibêje:

- Heyran ez xeyrîmuslim im, rojiya misilmanan li ser min ferz nîne.

Esker jê re dibêjin tu xwe bide alî û berê xwe didine yê din û wî dirêjî erdê dikin ku bi qamçiyan lê bidin, yê bektaşî dibêje:

- Bisekini!

Esker dibêjinê:

- Çi ye?

Bektaşî dibêje:

- Heyran, ev hevalê min e, xetayek kiriye ez naxwazim hûn lê bixin.

Ezker dibêjinê çare nîn e tu xwe bide alî em ê li te jî bidin.

Bektaşî dibêje eskeran:

- Ku ez bibime misilman hûn ê hevalê min efû bikin?

Ev pêşniyaz li xweşiya leşkeran diçe, lewra dê yekî kafir bikine misilman û dibêjin baş e. Ji yê Bektaşî re dibêjin eşheda xwe bîne, Bektaşî xwe li nezanî datîne û ew çi dibêjin bektaşî dubare dike. Hevalê xwe wiha rizgar dike, lê piştî ku leşker diçin, îcar hevalê wî êrîş dibe ser wî dibêje hey kafir, te çima ew derew kir?

Bektaşî dibêje

- Lawo, ez bûme kafir min xwe xelas kir, ez dîsa bûme misilman min tu xelas kirî, îcar dev ji ehmeqiyan berde rûnê li ciyê xwe.


Gotinên miftehî :