Ez û rengê min,Ez,û,rengê,min

Ez û rengê min

A+ A-

Serê pêşîn bi min nas hat û ez fikirîm, ka ez wî ji ku derê nas dikim. Dûre, min kesê ku di nav neynikê de li hember min disekinî baş tê derxist. Ew Stefan Zweig ê simbêlpalik û enîfireh bû ku bi keneke sivik û şîrîn li min dinihêrî. Piştî ku min xwe ji şaşwaziya ewil dûr xist, min gotê:
Hosteyê min, tu û van deran?
Wî bi domandina bişirîna xwe, gote min:
Ez hatime bi te re sohbetê bikim.
Hestên min ên kêfxweşî û şaşwaziyê di heman kêliyê de bi cih bûn û min gotê:
Ez ê gelek kêfxweş bim. Gelo dê sohbeta me li ser çi be? Û em ê çawan karibin… tu di nav neynikê de û ez…
Wî bi sekanî û aramiya ji zanînê pêkhatî, gote min:
Li ser taybetiya rengan…
(Aha ji te re sedemeke dîtir a şaşwazbûnê!)
Hîîî! Te çawan dizanî ku ev çend roj in ev yek serî li min digerîne?
Ji rûpelên dîrokê... Ma ne her nivîsandî ye…
Nizanim seyda, tu çêtir dizanî. Lê tiştê ez dizanim, carinan ez dikim nakim nikarim rengê xwe li ‘mirovên dî’ bidim qebûlkirin.
Wekî çawan?
Wekî mînak, di van rojan de li dereke cîhanê, fuareke mezin a pirtûk û wêjeya zimanan tê lidarxistin.* Li warê ku cara yekem çapxane lê hat vedîtin.** Li warê ku zilm û hovîtiyên Hîtler lê zabû û dest pê kiribû û tu tirsiyabûyî ku kirinên wî mayînde bin û ji ber vê jî hemû hêviyên te şikiyabûn, jiyan li te bêwate hatibû û ev yek bûbû sedem ku tu ligel pîreka xwe xwe bikujî. Çi ecêb e ne wisan? Warê mezintirîn fuara şarezatiyê û kirinên hovîtiya herî mezin heman cî û der e. Û… Roja îroyîn, li dereke dîtir a heman cîhanê, li warê min, hin ‘mirov’ bi kuştin û qedexekirina zimanekî ruhê xwe têr dikin û bi vî awayî geşahî û rewnaqiyekê didin rengê xwe. Her wiha, ev ji salekê zêdetir e amadekariya vê fuarê ji alî wan ve tê kirin û li wir, cih ji rengê min î taybet û xweserî min re tune ye. Rengê min î arizî min, xweserî min, ji aliyê wan ve tê redkirin û ji aliyê cîhanê ve jî têr û baş nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ez dilteng dibim, pê diêşim û pirî caran jî bi xwe de diramim ku ka sedema vê yekê çi ye…
Seydayê gewre, nivîskarê cîhanî, tehliyek tev li kena xwe ya sivik dike û didomîne:
Ne hewce ye ku tu li bendê bimînî ku kesên din rengê te qebûl bikin. Berî her tiştî divê tu rengê xwe yî hundirîn û xweserî xwe xweş ava bikî, reng û dirûveke baş û xurt bidiyê û dûre jî, bêyî ku li benda qebûlkirina kesên din bimînî, bi rengê xwe kêfxweş bibî, da ku karibî di siberojê de rengên dîtir jî li rengên xwe bînî…
Yanê her wekî Îrfan Amîda gotî, "Divê ez bingeha redkirina wan ava bikim. Û divê ev redkirin heta ku lêborînê bixwazin, bidome."
Camêr xweş gotiye… Belê her wisan e…
Yanê dîtin û boçûna te jî ew e ku tu dibêjî, tu kes ne rengê kesê din e; her kes rengekî xwe heye; û divê her kes rengê xwe bi xwe ava bike û reng û dirûvekê bidiyê…
Helbet. Lê heye ku carinan ‘hin mirov’ ji bo ku rengê xwe geştir û rewnaqtir û dewlemendtir nîşan bidin û ji bo ku karibin bêjin, ‘va ye rengê me dikare bi gelek rengan re li hev bike’, hewlê bidin rengê te yî xweserî te wekî ‘rengekî ji xwe’ bidin nîşandan. Di vî barî de jî, berî her tiştî divê tu ne di ser wan re, lê rasterast di ser xwe re xwedîtî li rengê xwe bikî...
Sihet xweş Seyda, bi Xwedê te xweş got.

Kêliyekê ez awirên xwe ji neynikê didim alî, hoste Zweig wê kêliyê li min dike derfet û delîveya naskirina rengê xwe û ji ber çavên min winda dibe.
Ez jî bi dilekî hênik car din berê xwe didim hundirê xwe da ku karibim xweşiktirîn têkiliyê bi rengê xwe re daynim.

* Mebest fuara mezin a navneteweyî ya Frankfurtê (Elmanya) ye.
** Çapxane ji aliyê Johann Gutenberg ve li Strassburgê (Elmanya) hat vedîtin (Tevî ku baş ne diyar e jî li gorî dîrokzanan di navbera salên 1440-1450’yî de ye).


Gotinên miftehî :