1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Ez im ev, ev Ez im 1
Ez im ev, ev Ez im 1,ez,im,ev,ev,ez,im,1

Ez im ev, ev Ez im 1

A+ A-

Navê bêemriya Xuda me 

ji bihiştê hatime avêtin 

bo xerab nekim delaliya wê. 

Û mirin ji bo min bû navê rizgariyê 

lê ji wê jî bêpar mam 

û qedera her kesekî 

bû hesûdiya min.


Ji nesla Kabîl im 

kujerê birayan. 

Hatime lanetkirin

nîşankirin 

ji aliyê Hezkirinê ve 

û bi rêyan ketim. 

Li seranserê cîhanê 

şopa lingên min 

û orîna poşmaniya min...


Meymûn im ez 

her dixwazim. 

Jixwedayîn çi ye nizanim.


Dathan im 

xwîna xwe difiroşim fîrewnan. 

Şopa qamçiya li ser pişta qewmê xwe me.


Kyros im ez 

xwarziyê xayîn 

qewmê kewê 

û êşa zêde ji du hezar û pêncsed salan 

di qefesa sînga Medan de veşarî.


Xençera Brutus im 

li ser sînga Sezar daçikandî.


Yahûda me ez 

navê xiyanetê. 

Pîroziyek difroşim dergevanên kenîşteyan 

bi çend polên zêrîn.


Dûpişk im 

bi evîna xwe vedidim.


Bi tenê Ez 

"Saqoyê vala" heme li ruyê erdê. 

Cîhan li der û dora min dizivire 

navend ez im 

her tişt ji bo min e 

tenê ji bo min. 


Ji lewre jî Guy de Lusignan im 

xwîna li şûrê Seleheddîn im Ez.


Li Dêrsimê Rayber im 

benê li qirika apan û kurapan im Ez.


Rêbirê giyana azad 

tirs e serdara min 

li nav xwîna min digere 

û kolê wê me Ez. 

Li hember rastî û başiyan pêgiran im ji lewre.


Li Çemê Akheronê avjeniyê dikim 

di nav êşan de. 

Tewanbar im Ez. 

Tewanbarê evînê 

hezkirin 

û hemû nirxên mirovahiyê me. 

Û bi tewanbariyên xwe re tune dibim.


Histiriya navbera evîna Mem û Zîn 

Beko me Ez.


Aciziya Xuda 

hîlekar im 

êşa di nav giyanan de me. 

Nefsekî şidet û Xirabî me Ez.

Selefxur im 

bi huner im. 

Hêviyên min ji ked û rastiyan wirdetir in. 

Dijminê xweza û xwezayiyê me.


Mirmirk im ez 

û hêjîrên hingivîn 

şîn nabin di nava min de.


Ne poşman im 

ji lewre bêtir har im 

û nayêne efûkirin gunehên min.


Bê wijdan im. 


Li min nayên zirxên pakiyê. 

Kincên gunehbariyê ne li ser min. 

Ji lewre dûr im ji Xuda 

û bêyî Xuda me Ez. 


Dema xirabiyên xwe bi aqilê xwe dihonim 

hêzek nikare raweste li ber min.


Çelexwarî ne

hezkirinên min.

Û bi wan re Ez. 

Hezkirinên min kiryarên min in

Nîmetên dinyayê ne bi tenê 

daxwazên min. 


Her tişt ber bi rastiya xwe ve diçe. 

Daxwaz û hezkirinên mirov in ew.


Girî çi ye nizanim. 

Û giyan di nav gemarê de fetisandî


Çaqa her heft gunehên bingehîn im 

Hesûd im 

Çiqûs im 

Qure me 

Xwarok im têr nabim 

Bişehwet im 

Tiral im. 

Ez im ev, ev Ez im!..


Kujerê evîna xwe 

dost û hezkiriyên xwe me. 

Çekên min in hesûdî 

û ezeziya min. 

"Yan para min î, yan tune yî, divê tune bibî." 

"Yan mîna min î, yan tune yî, divê tune bibî." 

Diruşmên min in ev. 

Yan na nebûyan, 

derew û bêbextiyan dikim. 


Giyana Beko Ewan di xwe de dijînim, 

mezin dikim. 

Dibime histiriya navbera evînan. 

Ez im ev, ev Ez im!..


Diz û sextekarek hoste me. 

Bi gotinên jiberkirî yên "egîdî", 

rûdinêm li ser nirx 

rûmet 

û dewlemendiyên ji parzûna dîroka bi ê 

elem 

xwîn 

û rondikên çavan dawerivî. 


Bi druşmên ji dilê xwe mezintir 

û bi êrîşan 

pîsî û xerabiyên xwe vedişêrim. 

Û wisa jî ji herkesî "mêr"tir, "camêr"tir û "egît"tir im 

di nêrînên nezan 

çavên kor de.


Û bivirê li çoka xwe dixim

mezelê xwe bi destê xwe dikolim. 


Hesûdî û ezeziya min çekên min in 

lê tunebûna min jî... 

"Yê bi şûr bijî wê bi şûr bimire."


"Berê Gotin hebû û Gotin Ew bû, Gotin Xuda bû." 

Paşê, gotin bû mirov 

û her mirovek bû xudayek 

û her xudayek bû derewek 

hesûdî 

çiqûzî 

ezezî 

xiyanet 

bêbextî 

şidet 

tiralî 

û şehwetek. 

Gotin ji Xudabûnê derket 

bû rûpoş

û qirêjiya mirovan.


Û ez têk diçim 

jiyan jî bi min re. 

Ez im ev, ev Ez im.


Mahabad Felat ARDA 2007-12-27


Gotinên miftehî :