1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Ez im ev, ev Ez im 2
Ez im ev, ev Ez im 2,ez,im,ev,ev,ez,im,2

Ez im ev, ev Ez im 2

A+ A-

Hesûdî û tirsa li dilê Ehrîman, 

navê Başiyê, 

bedêla mirovahiyê me, 

di her demên dîrokê de. 

Lê her ez im yê serkeftî. 

Ne dilfiroş im Ez, 

ne xwefiroş û ne jî dîlê XWE. 


Cudahiya navbera mirovahî û ajeliyê, 

giyana Spenta Maînyu, 

temsîla jiyan û ronahiyê, 

Hurmuz im Ez.


Kuştiyê bi destê birayan, 

Habîl im Ez. 

Bi xwîna min hatin avdan tovên başiyê 

û daristana parêzgeh a mirovahiyê 

li ser laşê min şîn bû.


Prometheus im Ez, 

agir û ronahiya li destê mirovahiyê, 

tirs û xofa li dilê Xwedawendan. 

Serîhildana li dijî çiqûsî û zilma Zeus, 

navê şaristaniyê me. 

Kurê Tîtanek, 

ji nîjada Xudawendan im. 

Li Çiyayên Qafqasan, 

nêçîra qertelan im Ez 

û her ji nû ve şîn dibim.


Gotin, Raman û Kiryara Baş, 

Navê Mirovahiyê û Hezkirinê, 

Pîroziya Agir, 

Wateya Ba, 

Erd û Avê; 

Ronahî, Germahî û Pîroziya Rojê, 

Zerdeştê Kal im Ez.


Înanna me, Îştar im, Eros im, 

Zîn û Şîrîn im di dilan de. 

Nav û xemla evînê, 

wateya jiyanê me Ez.


Sokrates im Ez. 

Bi pirsan dibişkêfim jiyanê 

û li xwe diverqilim, 

xwe dibînim, 

xwe nîşan didim,

devliken vedixwim jahra zirgêjnokê. 

Ji bo bimînim ji dîrokê re 

û bibime taliya li ruyê sextekar, 

derewkar û serdestan.


Bedêla gunehê yekem, Îsa me Ez. 

Mîxên di laşê min de daçikandî ne, 

kilîtên deriyên bihuştê. 

Û bi êşa laşê min vedibin car din ew derî.


Navê lehengî û dilêriya gelê xwe, 

gurza li destê Keyakser, 

Ristemê Zal im Ez.


Pêşewayê gelê xwe Keyakser im Ez. 

Kela zilmê hildiweşînim 

û li ser êşa gelê xwe dadimezrînim Medyayê. 

"Ême roley Midya û Keyxusrewîn, 

Dînman, ayînman her Nîşteman 

Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe, 

Zînduwe qet nanewê alakeman."


Serîhildana bi rûmet a mezin 

a li dijî xiyaneta xwarziyan, 

qêrîna azadiyê, 

lerza li dilê Dariyus, 

Mîrzayê Medî Fravartîş im Ez. 

Belê wenda dikim di şer de. 

Lê li ber xwe didim, 

serî natewînim li ber zilmê. 

Çavek min dertînin, 

ez diqîrim; "Bijî Azadî!" 

û Dariyus dilerize. 

Pozê min jê dikin, 

ez diqîrim; "Bijî Azadî!" 

û Dariyus dilerize. 

Guhê min jê dikin, 

ez diqîrim; "Bijî Azadî!" 

û Dariyus dilerize. 

Zimanê min jê dikin 

û dilê min di nav qefesa sînga min de diwerime, 

dibe qêrînek; "Bijî Azadî!" 

Siltanê ker diheje ji ber. 

Û piştî du hezar û pêncsed salan, 

dibime dilêriya gelê xwe.


Qêrîna li dijî zilm û koletiyê, 

Spartakus im Ez. 

Îroj têm çarmîxkirin, 

sibe li ser laşê xwe bi milyonan şîn dibim 

û mîna lehiya biharê 

bi ser gemara salan ve bi paş ve têm. 

Dibime îsbata serdestiya mirovahiyê 

ya li dijî zilm û zordariyê.


Evîndarê baxçeyê gulan im. 

Pir rengî û pir dengî ne wateya jiyana min. 

Lê tême fetisandin. 

Lewra nabime kesek din 

û tême tunekirin 

ji aliyê kesan ve.


Giyaneke paqij im Ez, 

xwedî xiyalên xweşik, 

ne gemirîme. 

Ezeziyê nizanim, 

pêlipiştkirin çi ye nizanim. 

Dostê dostê xwe me 

û kuştiyê bi destê dostê xwe. 

Ez im ev ev Ez im!..


Helbesta yekem a kurd, 

zimanê dayika xwe, 

rût û tazî 

Baba Tahirê Uryan im Ez. 

Di cîhan, jiyan, helbest û felsefeya Heyyam, Mela, Xanî û Mewlana de veşarî me Ez.


Giardano Bruno me Ez. 

Bêdawîbûnî û yekbûyîna gerdûnê diparêzim. 

Li ser laşê min 

şopên êşkenceya zilimkar û tirsonekan. 

Li ber teklîfên înkariya xwe, 

xwe bi mirinê ve girê didim. 

Mirina herî bi êş ne şewitandina min e, 

lê xweînkarkirina min e. 

Û li ruyê celadê xwe diqîrim: 

"Hûn biryara kuştina min ji min re dibêjin, 

lê hûn ji min bêtir ditirsin." 

Parastvan û kuştiyê rastiyên xwe, 

hedefa tîr û agirê kevneperestan im Ez.


Hallacê Mansûr im Ez. 

Nêrîn, dîtin û baweriyên xwe nafetisînim, 

bi dilêrî parve dikim. 

Ji lewra dibime tirs 

û hedefa serdest û gemaran. 

Dîwarên zîndanan tên ziman 

û êşa min diqîrin. 

Tirs, zilma xwe bi ser min de vedireşe. 

Û ez di nav xwînê de, 

celladên xwe efû dikim. 

Lewra Ez HEQim!..


Mela me Ez ji Cizîra Botan im. 

Şêx Ehmedê bengî, 

xwedî dil, mêjî û kesera mezin. 

"Gula Baxê Îremê Bohtan im 

şebçiraxê şebê Kurdistan im"


Pênûsa li dest, 

evîna li dil, 

zanebûna li mêjiyê Xanî me Ez. 

Evîn û keser, 

êş û azara welatê xwe 

bi evîna li dilê Mem û Zînê 

bi hostetî dihonim. 

Ji zarokên xwe re dibim rêzan û rêber. 

"Ne ji bo sahib rewacan 

Belkî ji bo piçûkêt kurmancan"


Navê jiyanê me Ez, 

gotina pêşîn, 

sonda mirovahiyê. 

Bedêl im Ez, 

di her dem, 

serdem û demsalan de. 

Tirs im Ez, 

di dilê tirsonekan, 

ezeziyan û xwefiroşan de, 

lewra yê serkeftî her Ez im. 

Ez im yê mayende û navê dîrokê. 

Li ser min şîn dibin bihar, 

gul û kulîlk, 

berfîn û newroz. 

Ronahiya Ahûra Mazda me li ser gerdûnê, 

navê başî û pakiyê. 


Û her Ez heme, 

bes Ez heme, 

lewra mayende me. 

Ez im ev , ev Ez.


Mahabad Felat Arda


Gotinên miftehî :