1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Ez im ev Ev ez im 3
Ez im ev Ev ez im 3,ez,im,ev,ev,ez,im,3

Ez im ev Ev ez im 3

A+ A-

Giyana Zerdeştê Kal
navê bedewiyê
kiryara xweş
gotina xweş
ramana xweş im ez.

Her sê pirtûkên pîroz lal in
li ber gotinên min.
Ferîşte dihesidin ji azadiya min.
Lewre ew bi Xwedayê xwe
û ez bi azadiya xwe ve girêdayî me.

Dîrok di roja me de
ez di destpêka dîrokê de veşarî me.
Ez im ev ev ez im!..

Tirsa dilê xudawendan im
serî pêl nakim li ber ajoyan
ez ajoyên xwe diajom
destûr nadim bême ajotin.
Û dibime armanca tîrên ji agir
û Gayê Esmanî yê Xwedawendan.

Serbixweyî
û azadî ye tirsa wan 
û yê ku dê bibe tunebûna wan.
Ji lewre ye ev hêrs,
ji lewre ye ev xezeb.
Lê xezeb e
dijminê xwediyê xwe.

Gilgamêşê hemdemî me
lê li giyayê bêmiriniyê nagerim.
Azadî
û serbixweyî ye daxwaza min
yên bêmirin dikin jî her ew.
Û ew in
yên bi min re
ji zarokatiya min ve mayî.
Dermanên êşên min
çekên li destê min in ew.
Bi hesûdî diparêzim wan
û tim li wan digerim
dema ku herî nêzîkî wan im.
Ev lêgerîn e bêmirinî
yê din xurê maran.
Ez im ev, ev ez im!..

Bi vexwarina carek jahra zirgêjnokê
xwe bêmirin kir Sokrat.
Lewre dev li ken û digot:
”Ku venexwim wê demê dimirim”.
Min hezar carî vexwar heman jahrî
ji dêlva we hemuyan.
Bi êşa min paqij dibe qirêj
û gemara hezarê salan
Îsa me li çarmîxan
bedêla gunehê yekem
û gunehên giran.
Ez im ev ev ez im!..

Bi derziyan dikolim bîran
Di roja teng de digerim li ronahiyan
Hêrsa xwe di xwe de vedişêrim
li benda roja xwe…
Û bi tîrên ji dil û mêjiyên min pekiyayî
di xwînê de dimîne
Gayê Esmanî
Xudawend har
kef li dev
çav bi xwîn.
Giran im ez
ne gepek piçûk.
Ez im ev ev ez im!..

Gerokek serbixwe me
li xwe digerim
Ji bo destpêkeke nû
diçim destpêka xwe.
Di nav gemariyên dîrokê de
veşarî ye pîroziyek
Ji Sumeran mayî
bingeha şaristanî û zanyariyê
Ew ez im
ez ew im
bêyî wî ne tu ez im.
Ez im ev ev ez im!..

Li girava mirinê
navê jiyanê me ez.
Di nav dilê jinan de
navê hêvî û paqijiyê
Kelecana li dilê zarokan im.
Ew in hezkiriyên min ên mezin.
Û her ew in
parazvanên min ên mezin.
Jin hêviyên xwe
zarok dilê xwe dibînin
dema nave min diqîrin.
Ji lewre ye
bêtir deng bi wan dikeve.
Ez ew im
ew ez im
em Kurdistan in.
Ez im ev ev ez im!..

Goriyê dostaniyên sexte
rêhevaliyên neşareza me.
Nankoriyê ji pişt ve lê da derba xwe
Ji bo gepek nan
li ber deriyê began
diewtin mîna segan.
Xwe bi ser min ve wer kirin
hêwirin li ser serê min
Xwedawendên tirsonek
û evîndarên kujerên xwe
Dê xwe li ser tunebûna min ava bikin
ji nû ve.
Lê gelo
giravek têre dike
ji bo bi milyonan dilî?
Radigire giravek
xiyalên bi milyonan zarokî?
Giravek dikare hilgire
hêviyên sedê salan?
Dikare bike bar û piştî
hêstrirê çavên dayikan?
Dikare xwe ragire
li ber qêrîna şervanên azadiyê?
Lewra ez di wan de veşarî me
ne li giravek bêxwedî.
Lê dawiya her tiştî heye
û dawiya wan im ez.
Ji lewre ye ev tirs û ev lerz
Ez im ev, ev ez!..

Mahabad Felat ARDA 2009-04-04 [email protected]


Gotinên miftehî :