Ez im mîr im,ez,im,mîr,im

Ez im mîr im

A+ A-

Li der min zilm 

Li dor min zilm 

Li ser min zilm 

Li jor min zilm


Lê ez beng im 

Seranpê ceng im 

Li cîhanê deng im 

Li jîyanê şeng im


Xwedî al xwedî war 

Dil ji pola bi rim bi mertal 

Namirim ez her şên û şîn 

Ji lew ez im nebiyê Zal


Lê tu kî yî ey kesê ne kes 

Ey Tûran û Roma teres 

Her talan e we nine keramet 

Bîjiyên Osman bê war û dexes


Ev serî pêl nebû bi hezarê salan 

Nabe war ji we re ev ax û ev xan 

Îroj Silîva Gever Cizîr im 

Sibe bi şan li textê mîr im


Mahabad Felat Arda 2015-09-10


Gotinên miftehî :