1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Mehmet Yilmaz
  4. Ez ne xwediyê wê lêborînê me
Ez ne xwediyê wê lêborînê me,ez,ne,xwediyê,wê,lêborînê,me

Ez ne xwediyê wê lêborînê me

A+ A-

Ez difikirim ku der barê Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd ku ev du car in tê taxîrkirin de, hin tişt ji aliyê endaman ve divê bên zanîn. Ji ber vê ez dixwazim tiştên ku dizanim bi we re parve bikim, ev pêdiviyek rewşenbîrî (boborin mirovî) ye, li gor baweriya min.

Wekî tê zanîn Desteya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Kurd di îlona 2010'an de biryar dabû ku biçe Kongreya Awarte. Digel vê biryarê ji bo pirsgirêkên komeleyê bên axaftin, bîr û ramanên endaman bên guhdarkirin û rexneyên wan bên satandin û ji bo ku kongreyeke beşdariya pirtir were pêkanîn, lijneyek hate avakirin. Di vê lijneyê de cih dabûn min jî. Hîn ku me dest bi xebatên kongreya îlonê kiribû, ji nişka ve rêveberiya komeleyê – bêyî ku hincetekê nîşan bide- kongre betal kir û piştre ji sibata 2011'an biryara kongreyê girt. Me da xuyakirin ku em vê biryara rêveberiyê rast nabînin, lê dîsa jî me got em li hember biryara we bi rêz in.

Ji bo Kongreya Asayî ya meha sibatê tevî ku min nedixwest jî dîsa navê min li lijneya amadekar hatibû nivîsandin. Digel ku min taxîrkirina kongreyê rast nedidît, dîsa jî min bertek nîşan neda û min ev peywir red nekir.

Ji bo alîkariyekê bidim çareserkirina pirsgirêkên li komeleyê, hem li hundir ji bo endaman, hem li derve ji bo îtîbara komeleyê bilind bibe û ji bo bawerî û vîzyonê me dest bi hin xebatan kir. Li gor ramana hevpar a lijneyê beşa herî girîng a van xebatan ew bû ku bi hemû endaman re rû bi rû were axaftin û bîr û ramanên wan bên guhdarîkirin. Ji bo vê me hemû endamên ku me xwe gihandê, vexwend avahiya komeleyê. Mixabin beşdaryek baş a vê vexwendinê nebû. Me ji bo vê guhnedanê kes tawanbar nekir. Yek ji armancên lijneyê jî ew bû ku sebeba neguhdana endaman were famkirin. Me dîtin û ramanên endaman ê beşdar bûn bi awayê devkî û nivîskî stand. Piştre ji bo kesên beşdar nebûne bi awayekî nivîskî bişînin me wekî anketekê bi riya mail hewl da.

Hîn ku me amadehî dikir ku em digel endamên li Amde rû bi rû hevdîtinan pêk bînin, em bi neyîniyeke din re rû bi rû man. Azad Zadl û Şeyhmus Sefer ku belgeyên kongreyê biribûn midûriyeta komeleyan, gotin ku ji alî yasayî ve derfet tune di meha sibatê de kongre pêk were. Piştî vê agahiyê min ji wan re got ku cara duyem taxîrkirina kongreyê dê îtîbara komeleyê yek car bixwe û ji holê rake. Min got ku çi rê hebin divê ji bo çêkirina kongreyê bên ceribandin. Xwiya ye ku vê ramana min bandor kir û bi lez em kom bûn û çûn midûriyeta komeleyan. Vê carê Azad Zal, Şeyhmus Sefer, Arjen Arî, Mehmet Çakmak û ez hebûm.

Dema me mijar ji rayedaran re vekir, em pêrgî bersivek cuda hatin. Gotin şaşiyek heye, şaş hatiye famkirin. Gotin hûn dikarin di meha sibatê de kongreyê bikin, lê divê ne kongreya asayî be. Me hemûya bêhnek veda. Tew nebe em ne mecbûr bûn carek din kongreyê taxîr bikin.

Wê rojê ku me dest bi temamkirina kêmasiyan kir, ji der dorê hin gotegot hatin guhê me. Ji em hîn bibin bê ev rast in an na, em digel rêveberî û lijneya amadekar li komeleyê civiyan. Rêveberê komeleyê Azad Zal, Îrfan Babaoglu, Arjen Arî, Mehmet Deviren, Aydin ... û endamê lijneyê Mehmet Çakmak û Sîdar Jîr beşdar bûn. Dema me mijar vekir Mehmet Deviren ku endamê lijneya amadekar e jî, Mehmet Çakmak û Sîdar Jîr dan xuyakirin ku divê kongre ji bo havînî were taxîrkirin. Dema me pirsî ku çima wisa dibe, gotin ku ji bo kongreyeke rêkûpêk dem nemaye.

Helbet ji ber ku min aqilê xwe nexwariye min bawer nekir. Ez nema dikaribûm bi lijneyek wisa re ku li şûna hincetên rastî bi hincetên ku zarok pê naxapin tîne ziman re bixebitim. Min ê çi bikira? Ez êdî nikaribûm di vî temenî de biketima pey -danasîna demokrasiyê- ya Nîçe. Çawa be min got demokrasî heye û min karê wan ê bêyî min de, êdî serkeftin xwest.
Ez bawer nakim ku kesên rêza wan ji bo wan tune be, rêzdariya kesên din bikin û tiştên rast bikin. Piştî ku peywir dan kesan ji bo kongreyê bikin û piştre jî bêyî tu hincetên cidî, hem jî du caran taxîr bikin, di pirtûka min de dikare li bin sernivîsa “pêlîstoka zarokan” cîh bigire.

Ez li ser navê xwe dibêjim: Tu çewtiya min a ku ez lêborînê bixwazim li hem ber kesî çênebûye. Peyama ku ji endaman re hatiye şandin û ji bo taxîrkirinê lêborînê dixwaze, bi min re netêkildar e û ez ne xwediyê wê lêborînê me.
Digel rêz û silavan