1. Tekst

  2. Ger

  3. M. Çiya Mazî
  4. Ez çûm Kadıköyê
Ez çûm Kadıköyê,ez,çûm,kadıköyê

Ez çûm Kadıköyê

A+ A-

Îjar ez çûm Kadıköya Stenbolê wekî gelek caran. Belê, gelek carî xwepêşandan û civînên partiya BDP’ê û yên çepgirên Tirk li Kadikoya Stenbolê çêdibin. Ez jî hema hema diherim gişan. Tenê Şahiya Newrozê li aliyê Ewropa li Kazliçeçmeya Zeytinbûrnû çêdibe. Îjar jî mitîngek ji bo Rojava hebû, ji bo piştgiriya ku kurdên Rojavayê Kurdistanê li civîna Cenewreyê bê temsilkirin, mitîngek li qada îskeleyê li ber perê bahrê hat lidarxistin.

KADIKÖY; Navenda aliyê Anadolû yê Stenbolê ye. Çawa ku Taksîm û Beyoglû  navenda çand, huner û civînên girseyî ye, Kadiköy jî navendeke wisa ye ji aliyê Anadolû re.

      Navê Kadikoy yê kevin Kalkedon e, ango bi Yewnanî cihê koran.  Li gor mîta dîroka Stenbolê, dema ku qewmek dixwaze li van deverana bicîh bibin, jîrikê wan Stenbol aliyê Ewropa nîşanî wan dide, dema ku diherin û li alî Ewropa bi cîh dibin, mêze dikin ku li aliyê Asya jî şêniyek heye. Heyf û mixabiniyê dikin ku çima wan kesana jî nayên aliyê ewropa û ji wan re dibêje heke we heta niha ev dera xweş (aliyê Ewropa) nedîtibe nexwe hûn kor in. Ji wê rojê de navê wê maye Kalkadon an  jî  cîhê koran. Lê aniha Kadikoy e ango ‘Gundê Qadiyan’

      Aliyê Başûrê Kadikoy Bahra Marmarayê û girav, aliyê Rojhilat Navçeyên Maltepe û Ataşehîr, aliyê bakur jî Uskudar heye. Ji xwe aliyê rojava kendav û aliyê kendavê jî topkapî an go Seraya Osmaniyan û Sultanahmet e. Ev hemû navçe jî bi hevdûve ne ji bilî yê aliyên kendavan.

      Şopên Kurdan jî pir li vê derê hene. Wekî tê zanîn Alî Şamîl paşayê kurê Bedirxan paşa di nava 1880-1900’î li Kadikoy û Uskudar hukum kiriye. Ango aliyê Anadolu yê Stenbolê hema hema hemî di destê wî de bûye. Ji ber ku Qişleya leşkeriyê ya Selîmiye (ya Haydarpaşa) di dest wî de bû û ew bi xwe serfermandarê vê derê bûye hukmê wî jî pir bi hêz bûye. Heta tê gotin ku di şerê 1890’î yê Osmaniyan bi Rûsya re, Alî Şamîl Paşa 1000 heb ciwanên Kurd ji vir dane hevdû û çûye şerê Rûsyayê. Ewqasî hukumdar bû ku wan û Şaredarê Stenbolê car bi car şer kirine. Aliyê Şaredarê Stenbolê birayê Alî Şamîl paşa kuştine û zilamê Alî şamîl Paşa jî li Stesyona Bostancî Şaredar bi xwe kuştine. Ji ber wê yekê jî Alî Şamîl paşa ji alî Padişah ve hatiye surgûnkirin. Şopên Alî Şamîl paşa hê jî xuya ye. Wekî li navenda Kadikoy jî koşkek ku wê demê ya wî bû, heye û hê jî bi heybet li nava bajêr aliyê Taxa Degirmen xuya ye. Lê aniha ew koşk bûye dibistan û navê wê jî ‘Dibistana Seretayî ya Gazî Mustafa Kemal e’. Herwiha wekî tê zanîn Halîde Edîp Adivar a wêjevana Tirk û Kemalîst jî, qîza jina Alî Şamîl Paşa ye.

   Gelek kesên Kurd ku ji wê demê de li gelek deverên Stenbolê belav bûne hene. Heta li giravan jî Diyarbekirî, Wanî hene û binecîh in. Gelek Kurd dibêjin ku 5 milyon Kurd û Esilkurd di nava 16 milyon serjimara  Stenbolê de hene. Ev ji sedî sed ne rast be jî, pir nêzî rastiyê ye.

     Herwiha ji Kadikoy ku mirov berê xwe dide giravan jî ne pêkan e ku Grava Îmraliyê neyê bîra mirov. Ku ji Kadikoy mirov bi gemiyê here teqrîben seet û nîvek heye. Heçî kurdên ku tên Kadikoy ji bo mitîngan û yên ku diçin Modayê, dibe ku silavekê ji serokê Kurdan Brêz Abdullah Ocalan re dişînin. Ji xwe gelek carî jî wê dûrişmeya ku pir tê bikaranîn jî tê gotin ” silav, silav, li îmralî Hezar silav”. Belê li vê mitîngê jî dîsa ew slogan bilêv bû, lê  ka deng dihere heta ku nizanim, bahr e, mezine û av bêîman e.

       Li Kadikoy azadiyek berbiçav ya gerê û ciwana û jin û qîzan heye. Îjar piştî ku li navçeya Beyoğlu li kuçeyan rûniştin û vexwarin li derveyî cafeyan hat qedexekirin, navenda Kadikoy hê pir bi rûmet bû. Li hemû kuçeyan bi awayekî azad xwaringehan, restorantant  û bar-bîraxaneyan kursî û maseyên xwe derxistin derve û mirov bi rehetî li derve dixwin û vedixwin. Kadikoy wekî Beyoglû ne pir tevlihev e jî, bi piranî Tirk û yên sekuler-laîk li vê derê digerin û binecîh jî bi piranî ew in. Hema hema ji berê gelek salan vir ve şaredarî di destê partiyên wekî CHP de ye, herwiha Kemalîst jî li vê derê berbiçav xuya ne û wekî navenda wan jî tê hesêb li gor Stenbolê.  Li gor hejmartina 2012 jî serjimara Kadikoy 521 hezar e. Ji ber ku di sêgoşeya giravan, kendava Stenbolê û Bahra Marmara de ye jî gera wê û cîhê wê xweş e.

      Kurd jî her mitîngên xwe yî aliyê Anadolu û gelek carî jî mitîngên giştî jî li vir çêdikin. Îjar jî heman tişt pêk hatibû. Ji seet 11-12’an heta ku girse hat Qada îskeleyê nêzî seetekê derbas bûbû. Li gelek aliyên kuçeyên nava bajêr panzer û erebeyên polisan hebûn û ji bo mudaxeleyê amade bûn. Gelek kes jî ji meraqakan li kêlekên qadê aliyê derve kom bûbûn û li kurdan dinêrîn. Lê belê Kemalîst jî di van mitîngan de pir dibehecin, faşîst jî.

      Erê ku mirov bibêje îro ev girseya vê mitîngê hew Kurd bûn peyva mirov di cîh de ye. Û îjar ne wekî carên din, lê hema hema hemû qad alên kurdan yê PKK, PYD û posterê Ocalan bû. Flama û alên Çepên Tirkan tunebûn, tenê yê ÛİDDER ê  ( platforma karkerên Marksist) hebû.

      Parlementerê BDP’ê Faysal sariyildiz yê ku nû ji girtîgehê derketibû jî hatibû vê derê; Sariyildiz digot ku “Rojava xeta Kurdan ya sor e, em ji bo rojava pir hesas in”.

Piştî Sarîyildiz Sabahat Tuncel jî peyîvî û beriya hemiyan Sirri Sureya Onder Peyîvîbû.

Di dawiyê de bibêjim, ev mitîng, ya ku ji bo Rojava lidar ket, ne wekî yên berê bi peroş bû. 19.01.2014.



Gotinên miftehî :