1. Tekst

  2. Ger

  3. M. Çiya Mazî
  4. Ez çûm şahiya Newroza Stenbolê
Ez çûm şahiya Newroza Stenbolê,ez,çûm,şahiya,newroza,stenbolê

Ez çûm şahiya Newroza Stenbolê

A+ A-

Bi rastî nivîskar Şivan Zeren belesebep navê pirtûka xwe nekiriye Kurdistanbûl. Bi qasi ku zanim û bi qasi ku ev çar sal in ez diçim şahiyên Newrozên Stenbolê, ev ya heri mezin, gewre û beşdarpir bû. Ji xwe gellek kesên ku li qadê ez bi wan re peyîvîm jî wisa digotin. Way Tv dibêjin di ser milyonek mirovî re beşdarî çêbûye. Ez bawer dikim ku ev rast e û coşek mezin hebû li qadê.

Îro roja Yekşemê û 23’yê meha Adarê ye, serê sibehê zû ez rabûm ku tenê herim, ji ber ku zarokên min ji alîkî din ve çûbûn, min da rêya Metroyê. Li Uskudar mirov pir bûn û girse bi girse ber bi Marmarayê ve diherikîn. Lê ji ber ku mitinga AKP’ê jî hebû kesî nizanîbû kî kî ye, hema herkes ji alî xwe de dimeşiya. Li stasyona Metroya Marmarayê tenê afişeke Erdoğan bala min kişand,  wekî din li Stasyona Uskudar ku ber bi Yenîkapî diçûn tu afişê AKP’yê tunebû.  Lê dengê kurdan yê qibe û û ken û coşa wan xwe dida der û hêdî hêdî hevdû nas dikirin di hundurê Metroyê de. Ji xwe metro an Marmaray pêşî diçe Yanîkapî , li wir yên ku diçûn mitinga AKP’ê hemî li wir daketin bawer bike ji kurdan hindiktir bûn û hemî bê deng û hîs daketin. Piştî wê rawestgeha dawiyê ya Kazliçeçmeyê ango qada Newrozê dihat û herkesî digot ev yên mayî hemî diçin şahiya Newrozê, ji ber wê yekê jî hê trên nesekinîbû deng bi çepikan ket û ‘bijî Newroz !’ destpê kir. Çepik, Tilîlî û duruşme di pêlikên metroyê û heta qada newrêzê dom kir.

Tevlî ku hê seet 12 bû û hê gelek xwendekar ji bo ezmûna zaningehan nehatibûn qadê jî gerxêleyek muazzam hebû û alên Rêberê PKK’ê, alên PKK’ê, yên YPG’ê di piraniyê de bûn û li gor salên din pi pir zêde bûn. Herwiha posterên Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan li gor salên din pir zêde bûn. Wekî Sirri Sureya Onder got ” Ma hûn mecbûr bûn ku hûn Amedê Mehcûb bikin û ewqas mirov hatin”.

Hewa jî xweş bû, ne germ û ne sar bû, hinekî ji erdê dixan radibû, lê belê wekî salên par şilî û herî tunebû, Sırrı Sureya Onder, Pinar Aydınlar, Levent Tuzel, Serokê Kantonên Rojava û Selhattîn Demîrtaş peyîvîn. Xuya bû ku herkes şaş mabûn ji vê girseya mezin.

Li aliyakî qadê tenê 35 heb tuwaletên zilaman û 20 heb yên jinan hebûn û li ber her yekê 15 an 20 mirov ketibûn dorê û her tim jî wisa bû, ji bilî aliyê qadê yê din. Ji vê yekê jî mirov dikare hejmara qelebalixê texmîn bike.  Şaxa BDP  ya Baxcilarê standa xwarinê çêkiribû û li wir jî mirov di dorek duvdirêjde bûn, ji bilî standên mirovên din bi sedan. Li derveyî qadê jî bi qasî yên qadê mirov hebûn û li ser çîmenan û derdorê rûniştibûn.

Wekî her derê û di her şahiyên wisa de ciwan dixwazin xwe xuya bikin û çi rêyên ku metirsî hebin xwe lê radikşînin. Li ser jorê banê platforma axaftinê dîsa çend heb ciwan hebûn û al di dest wande bû. Pewywîrdaran nikarîbûn ew daxistana. Heta bi Sirri Sureya jî got “dakevin”, lê daneketin. Lê yê pêşkeşvan hinekî bi konetî digot, “hûn ji bo xatirê Serok dikin hûnê dakevin” wê demê bi rastî jî hinek daketin.

Belê li Stenbolê jî xuya bû ku Kurd û bi taybetî BDP, PKK dikare girseyên mezin  daxin qadan û bi hêsanî orgenîze bikin û bi rêve bibin. Li nik Kazliçeçme ango li Yenîkapiyê mitînga dewletê hebû, erê bi rastî jî bi hêz û imkanên dewletê ewqas mirov hatibûn ser hev lê qada Kazliçeçme bi hêza Kurd û partiyên wan hatibûn ser hev. Tabî nûnerên partiyên çepgirên Tirk û saziyên din jî hebûn û alên HDP’yê jî ne hindik bûn.

Piştî 3-4 seetan ez hêdî hêdî ji şahiyê vediqetiyam. Li vegerê ewqas bi girseyî mirov diketin turnikeyên metroyê, turnîkeyan iflas kirin û neşixulîn û dema ku ez derbasî metroyê bûm mirov hemû belaş derbas dibûn.

Şahiya Newroza Stenbolê xweş bû. Dîsa Newroza Hemû Kurdistanbûliyan, Kurdistaniyan û gelên Mezrabotan pîroz be û bila serkeftin û xweşiyê bîne ji hemû Kurd, bindest û mazlûman re.