Ezîzela!,ezîzela,girtîgeh,mirov,menzel

Ezîzela!

A+ A-

Girtîgeh li biniya bajêr, li serê girekî bû. Gelekî hindik deng dihatin girtîgehê. Car caran mirov dibû hesretê dengekî. Ku dengek ji menzeleke din a girtîgehê jî bihata mirov wekî tiştekî biyanî bihîstibe bi dilîniyên nostaljîk dipengizî.
Rojekê di bêhnvedana navbera du dersan de girtî hemû derketibûn hewşa menzelê. Di navbera wî û vî dîwarî de diçûn û dihatin. Hinek bi mejiyên xwe li gund û bajarên xwe digeriyan, hinek li serê çiyayan ji kozikekê direviyan kozika din. Hinan jî li ser mijara dersa wê rojê guftûgoyek vekiribûn û nîqaş dikirin.
Ji nişka ve dengê kerekî hat.
Apê Xidir (Xidirkê Omerî yê dengbêj) ji nişka ve li navenda hewşê rawestiya. Guhê xwe wisa da dengê kerê, wekî ku li kemana Dilşad Şeko guhdar bike bêdeng ma. Ji nav lêvên wî bi tenê gotinek derket: Ezîzellaaaaah!


Gotinên miftehî :