Ferhenga Lazî-Kurdî,ferhenga,lazî,kurdî

Ferhenga Lazî-Kurdî

A+ A-

Ji gardiyanên girtîgehê hin ji wan laz bûn. Pir hindik dihatin hundir menzelê. Ji bo bên hundir pêşî destûr ji me dixwestin. Dema ku li hundir perwerde hebûya, me digot em niha ne musaîd in. Ji wan gardiyanên laz yek hebû ku bixwe zimanê xwe meraq dikir, lê ji tirsa hevalên xwe newêrîbû kovarê ji me bistîne û bixwîne. Rojekê ku ji bo hejmartina me hatibû hundir, bi dizîka li ser kaxeza pakêta cigareya xwe hejmara telefona kovara Chveneburi nivîsand û çû.

Wê demê baştir fam kir ku zilma Tirkiyeyê ne li ser me kurdan tenê ye. Heta, ji wan mazlûman ê herî bi şens û siûd em bûn. Em ewqas bûbûn yek ku hinekan ji me, xwe ji bo Rêberê dozê dişewitand, agir bi bedena xwe dixist.

Di girtîgeha Trabzonê de min dest bi nivîsandina Ferhenga Lazî-Kurdî kir.  Di sala 2001'ê de ez ji girtîgehê derketim. Lê ew arşîv hîn li ber destê min e. Ne wekî çavkaniyeke baş be jî, wekî xebateke watedar divê biweşe. Divê sibe laz bizanibin ku çawa me ji bo zindîbûna zimanê xwe têk dabe, dilê me li ser zimanê wan jî êşiyaye û me hewl daye ji bo wan jî tiştekî bikin ku zimanê wan winda nebe.

Ferhenga Lazî-Kurdî li vir bi alfabeya kurdî diweşînim:
Lazî      Kurdî
     
 Kûzî     Kevçî
 Çkaî     Av
 Cûma     Bira
 Biçî     Lawik
 Mjora     Roj
 Gaxwvelo     Maç(kirin)
 Xe     Dest
 Gûçxî     Ling
 Tolî     Çav
 Kitî     Tilî
 Memûlû     Dimeşim
 Nûlû     Dimeşî
 Nûlûtî     Dimeşin
 Sî     Tu
 Mâ     Ez
 Çûkûn     Em
 Nena     Deng
 Zûxa     Behr
 Zûxaşî Berepe Zarokên Behrê
 Joraşî Berepe Zarokên Rojê

 Û "Sî dîdo porrûm" ango "ez ji te hez dikim".


Gotinên miftehî :