Ferhengên elektronîk,ferhengên,elektronîk

Ferhengên elektronîk

A+ A-

Hejmara ferhengên elektronîk hêj pir nebûye. Ji destpêka derketina înternetê heta îro bi kurmancî an deh ferhengên elektronîk hatine amadekirin, an jî hindiktir e. Lê xebatên komputergerên kurd ên sala 2003, 2004 û 2005an dide xuyakirin ku dê di sala 2006an de gelek ferhengên elektronîk derkevin holê.

Di van ferhengan de hûnê gelek gotinên nû jî bibînin. Gotinên ku ji nav taxan û gundan hatine berhevkirin. Lê hûnê bibînin ku bi sedan gotinên nû hatine avakirin jî hene. Hûnê bibînin ku ev gotinên nû hatine avakirin bi giranî ne serast in.

Amadekarên ferhengên elektronîk di warê kurdînasiyê de nîn in. Perwerdehiyek di vî warî de nedîtine. Bê çawa berî niha bi 15 salan (li bakûr) ciwanên kurd şoreş dîtin û bi xwe hesiyan, niha jî hîn dibin ku zanebûna xwe ya zanyarî û pisporî di xizmeta kurdî de bi kar bînin. Lê dema ev xizmet di warê zimên de be, divê berî her tiştî xweşik zimên hîn bibin.

Ji ber ku rewş ev e, ew jî dê ferhengên ku li holê ne, derbasî komputeran bikin û wan li ser qada elektronîkî bi kar bînin. Hingê jî ne dereng e ku mirov bêje ferhengên ku 200 hezar gotin, an jî 250 hezar gotinên kurdî vedihewînin bên belavkirin.

Wekî min di nivîsa duhî de jî got, ferhengên heyî jixwe xwedî kêmasiyên girîng in. Dê ev kêmasî jî derbasî van ferhengên elektronîk bibin. Her wiha dê teknîkzanên kurd bibînin ku ev ferheng ji sedî sed nabe bersiva karê wan. Hingê, dê pê bilîzin. Ev pêlîtsin jî di ferhengên elektronîk de dê gelekî xuya bibe.

Berê pêşî mirov dê bêje “ma çi xetereya vê yekê heye!” Lê divê mirov wisa nefikire. Her çiqas alternatîfa kesî nîn e ku tiştekî din bifikire jî (fermo hûn çi difikirin bifikirin), divê baş bête zanîn ku xetereya vê jî girîng e. Lewre îro kurdî ji ser kaxezê gelekî bêhtir li ser înternetê tê xwendin. Ev jî nîşan dide ku bikarhênerên komputerê pirtir bûne, komputer bêhtir ketiye malan û kargehan.

Gelo bi îngilîzî-almanî çend ferhengên elektronîk hene. Ez bawer dikim dê bi sedan hebin. Lê ji bo hemûyan jî bingehek heye. “World” di hemûyan de jî “cîhan” e. Yê me? Ferhengeke me ya bingehîn ku pirsgirêka wê ya di vî warî de hatibe çareserkirin heye? Na!

Di encamê de ne pêwist e ku mirov bêje bidestxistina ferhengeke elektronîk ji kirîna ferhenga bi 45 YTL gelekî hêsantir e. Tew ku di ferhenga elektronîk de 250 hezar gotin hebe û ku di du gotaran de jî  “berhevkirina hemû ferhengên kurdî ye” hatibe gotin, werin û safî bikin.

Gelek kes hene sirf ji bo “di vî warî de valahî heye”  dest bi kar dikin. Lê hindik kes “ji ber ku ez pisporê vî karî me” dest bi kar dikin. Ew pirahî mala vê hindikahiyê dişewitîne û hew. Çare ew e ku divê em hay ji van xebatan hebin û mirov bikaribe çiqasî serast bike ewqasî baş e.

Nîşe: Di înternetê de li van ferhengan bigerin û çavekî lê bigerînin. Ferhenga Yekbûn, Ferhenga Roj, Ferheng.Org û bi giştî li Ferhengên Elektronîk bigerin.


Gotinên miftehî :