1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Fermo nehêlin dilê Ferînazê lêbide
Fermo nehêlin dilê Ferînazê lêbide,fermo,nehêlin,dilê,ferînazê,lêbide

Fermo nehêlin dilê Ferînazê lêbide

A+ A-

Rejîma Îranê bi salan e bi darve dike, lê tiştek ji vî welatî kêm nebûye. Gelek êş li pey xwe hiştine lê ji birînên xedar hestên azadiyê serî rakir. Ji bo hestên azadiyê tepeser bike hertim li pey tarîtiyê geriyane û digerin. Serhildanên van çend rojan li Mihabadê wek wê ye ku tu hindik mabî ji ser lêva zinarekî bikevî xwarê û bi carekê bask bi te ve çêbin û bilind bifirî. Hema li wê meydana ku duh gel kom bû, beriya bi çend salan dîsa hestên azadiya gelekî berxwedêr hatibû bi dar vekirin. Te nediwêrî li dûr ve li Çarçirayê temaşe bikî, te nediwêrî li dora wê meydanê bigerî, çendekê berê. Hêj li wê meydanê dengê nefesa dawî ya Pêşwa Qazî û rêhevalên wî tê mirov. Mirov êdî li wê meydanê nefesek ji hinavê dikêşe li gel ku rejîmê nefesa şoreşgerên kurd li wê meydanê çikand.

Wek mamosteyê nemir Şêrko Bêkes dibêje: ‘Dê fermo nehêlin baran bibare!’ Ew nikarin pêşiya jiyanê bigirin û azadî nayê bidarvekirin. Bi darvekirinan serê ti çiyayê me netewiya. Ava ti rûbara me nemiçiqî. Bi nêzîkbûna roja 9’ê Gulanê Rojhilat dîsa keliya. Ya rast rojhilat bi her helbestên Ferzad û êşên ji şikenceya Şîrînê li benda teqînê ye. Ferînaz îsyana li beramber hemû bêedaletiyan e ku di bêdengiyê de her roj diqîre. Jin li Rojhilat di nava  hezar û yek qeyd û bendên dewlet, malbat û desthildatdariya mêr de wek gula ku ji singa kevirekî derdikeve, serî radike. Hemû tevgerên jinan li Rojhilat serî hildane. Li hember cudakerhiyê di mal, dibistan, zanînge û qadên derve her kêlî di isyanê de ye. lê mixabin li gel van jî jin li Rojhilat tenê hene û ewqas. Mirî yan jî saxe ne diyare. Di xwepêşandanên ji bo Ferînazê de dîsa herî zêde mêr hebûn. Ez bi vê rexneyê di wê hewldanê de nînim ku asta wan serhildanan kêm bikim. Na! Berovajî serhildanên gelekî pîroz û di cihê xwe de bûn. Tişta li vir dixwazim bibêjim, li Rojhilat jin ewqas ji mafê xwe bêpar bûye ku hê jî nikare di çalakiyeke ji bo Ferînazê de tevlîbûneke çalak bike. Ev tablo rewşa xedar a jinan li Rojhilat nîşan dide. Em hemû divê rexneza xwe bidin. Jin tenê di bêdengiyê de dawî li jiyana xwe neyne belkî biqîre û daxwazên xwe bîne ziman, Ferînaz jî qêrîna vê bêdengiyê bû.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman şêwazî çêbû. Ger mirov temaşeyî dîmenên çalakiyên li vir bike, hemû mêr in, mêr li ser navê jinan daxuyaniyê didin. Li vir dîsa kes li dijî tevlîbûn û desteka mêran nîne, lê ger li welatekî hêj jin nikarin xwedî li hemcinsên xwe derkevin, ji bo wan xwepêşandanê bikin, bigrîn, biqîrin, hingê mêr çima wisa bi hêsanî daxwaza edaletê dikin. Ez fam nakim mêr daxwaza edaletê ji kê dikin di rewşekê de ku bixwe ewqas ne adil in ku jinên xwe li mal hiştine û hatine daxwaza mafê jinan dikin. Mixabin, em ewqasî  bi rastiyên xwe re vajî tev digerin. Ez dîsa dibêjim, bi van gotinan naxwazim siyê bixim ser serhildan û helwesta pîroz a gelê me ji bo Mehabadê. Lê em divê carekê jî li xwe vegerin û bihizirin ka çi dibe bila bibe di encamê de dîsa Ferînaz rastî destdirêjiya çend mêran hatiye û ji bo wê xwe ji qata çaremîn avêtiye xwarê.

Mijareke din jî helwesta partiyên rojhilat û başûrê Kurdistanê ye. Ez vekirî bibêjim helweta hinek partiyan tenê xizmetkirina dijminê gelê kurd e. Gelek çapemenî li Başûr bi zimanê Îranê li ser serhildana Mehabadê diaxivin. Her carê nûçeyekê belav dikin û wer nîşan didin ku wê Îran kesê tawanbar dadgeh bike û hwd. di rewşekê de ku ji xwe polîtîkayeke Îranê ya sîstematîk li hemberî kurdan bi taybet jinan heye. Lê bila bizanin ku ne xiyanet ne jî darvekirin serê ti jineke serbilind netewandiye. Kêm jinan xwe ji kela Dim Dimê neavêtin xwarê. Hema duh Şîrîna qehreman bi ken çû ber darê sêdarê û Ferînazê dilê wan hemû jinan di sînga xwe de dihewand. Dilê Ferînazê di dilê hemû jinan de lê dide û fermo nehêlin dilê Ferînazê lêbide. Kes nikare dilên mezin bi dar ve bike û bêdeng bihêle.