1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Foruma Civakî ya Mezopotamyayê
Foruma Civakî ya Mezopotamyayê,Foruma,Civakî,ya,Mezopotamyayê

Foruma Civakî ya Mezopotamyayê

A+ A-

Li derveyî van festîvalan bi sedan çalakiyên çandî û hunerî  yên din jî pêk tên.

Heta roj heye sê çalaki bi hev re pêk tên.

Weke van sê rojên dawiyê.

Wek e Foruma  Civakî ya Mezopotamyayê.

Berê me di nûçeyan de guhdarî dikir.

Li welatekî  Ewropa yan li welatekî dinê forumek civakî pêk hatiye.

Gelek kes li ser pirsgirêkên dinê axivîne...

Û me digot gelo em ê çi wext tevli  wan civînen  foruman  bibin?

Ev dem ji bo Amedê niha ye.

Sê roj in Amed  jî Foruma  Civakî ya  Mezopotamyayê re mazûvaniyê dike.

Ji ber kesên ku meraq dikin ez bipirsim: Gelo çi ferqa Foruma Civakî û Festîval,  cîvîn û çalakiyên din ên  li Amedê pêk tên heye?

Gelek  ferq heye.

Di serî de ev çalakiyek navneteweyî ye.

Bi sedan  mêvan ji du hêlên  cur bi cur hatin Amedê.

Û li ser hemû pirsgirêk û mijarên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn sê rojan bênavber civîn  û asamble hatin çêkirin .

Yekem car ji derveyî kurdên ku ji gundên wan hatine qewirandin, kesên din ên xerîb hatin li Amedê  kon vegirtin.

Park bi rastî jî bû baxçeyên biratiya gelan.

Her çiqas ji stranên hev fêm nekin jî li dengên êşên hev  guhdarî kirin.

Ji êşên hev  haydar bûn û  ji bo pirsgirêkên  hevpar ên mirovatiyê civîn li dar xistin, meşiyan, slogan û dirûşm  qîriyan.

Û bi amadekirina komên wergerê yên profesyonel (bi kêmanî her cîvînek bi 3 zimanan werger hate kirin) bi berfirehî  pirsgirêkên gelê kurd û Rojhilata Navîn û yên dinyayê ji dengê nivîskar, siyasetmedar  û zanyarên kurd guhdarî  kirin.

Ku mirov van sê rojên dawiyê yên forûmê jî li çalakiyên deh salên dawiyê hesab  bike.

Ev ronensans e.

Her wiha em  hêvî dikin ku wê ev şoreşa  çandî bênavber berdewam bike.

Nîşeyek balkêş:

Weke tê zanîn gelek beşên civînan hene.

Wek, panel, munazara,sempozyum, konferans, çaliştay (xebata rû bi rû), forum, asanble, kongre û hwd. (Ji xwe asanbleyê qûş li me qetand. Heta me fêm kir û me bi mêvanan da fêmkirin em hetikîn.)

Cureyên cîvînan çi dibe bila be ji bo kurdan ferq nake.

Tu kes bi rêk û pêk amadekariyekê nake.

Derfetên teknolojik ê wek sînevîzyon, projection bikar nayînîn.

Kî çi zanibe, ji ferhenga dilê xwe wê dipeyive.

Tu çi navî li civînan dikî bike?

Xem nake.

Mem Mîrxan