1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GELO JI BO AŞTÎYEK A MAYÎNDE ÇI DIVÊT?
GELO JI BO AŞTÎYEK A MAYÎNDE ÇI DIVÊT?,gelo,ji,bo,aştîyek,a,mayînde,çi,divêt

GELO JI BO AŞTÎYEK A MAYÎNDE ÇI DIVÊT?

A+ A-

Wek ku tê zanîn di bin bandor û ferzkirina civaka hindurîn û ya derva da, yên ku êdî bi bawer bûne, ku pirsgirêka k’urdî bi hêza leşkerî nikare bê ç’areserkirin, ji hêla Hukumeta T’irkîyayê va hinek gav hatine avîtin. Helbet, r’asttir dibû mirov bigota, ku Erdoxan û hukumata wî dane xuyanê, ku ew dixwazin pirsê bi aştî ç’areser bikin...

Hema bi çi awahî?

Lê, li ber ç’avan e, di heman demê da, dema bi Serok Ocalan r’a hevdîtin pêk tên, dema nameyên wî digihînin Qendîlê û Ewropayê, ji bo ku anegorî dîtinên Serokê T’evgera R’izgarîxwaz û Gelê Kurd, şaxên PKK-ê siyasî û leşkerî biryarekê bigirin, Hukumaeta T’irkîyayê, girtina siyasetmederên k’urd û bombebarankirina Herêma P’arastinê ya Medîyayê didomîne. Gelo mirov di r’ewşeke weha da mirov dikare li cidîyeta Erdoxa, Partî û Hukumeta wî bawer bike. Helbet na! Cêr’ibandinên ç’areserkirina pirsgirêkên vî r’engî di cîhanê da hene. Eger bi r’astî daxweza Erduxan û Hukumeta wî ya bi aştî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî hebûya, wek ku heşmedîya t’endurist a ne nexweş, wan divê opêratsîonên leşkerî û t’evkujîya siyasî a li hember gelê k’urd r’awestandana... Ev êrîşên hewayî, ev girtin, ev têr’ora dewletê tiştekî dinê ji me r’a dibêjin, ku vê carê jî ew dixwazin gelê k’urd bixapînin û hewl jî didin!

Lê ev dem êdî ne ew dem in!...

Û ev jî ne bes e, Erdoxan diçe Mêrdînê, dibêje, ku ewê pirsê ç’areser bikin, her dimîne, ku gel bang li dot û lawên xwe yên li çîyê bike, bila bên û teslîm bin.

De, îjar, ji k’erema xwe r’a, bibêjin, k’a mirovekî hema hinekî xwedî heş û feraset be, wê tiştên weha bibêje?

Û dîsa di vê pêvajoyê da ew hinekan tevger dikin, ku hinek pirsa efûya giştî derxin holê, û Erdoxan jî li Balikesîrê, li ser taştîya bi nûnerên hinek k’omên civakî r’a dibêje, ku ji bo wan mirovan ên ku mirov kuştine, efû tuneye!?

Bi astî mirov tiştên weha dixwîne, matmayî dibe û dixwaze pirsê bide wî, gelê t’irk û hemû mirovayîyê: “Ma gelo kujer û têrorîst kî ne? Ma gelo k’î divê k’ê efû bike? Ma ne, hemû serhildanên k’urdan û ev jî, ya bi serk’êşîya PKK-ê, destpê bûne, ji bo ku t’evkujî û t’unekirina gelê k’urd a ji hêla r’êjîmên hov û barbar bidin r’awestandin, ji bo ku ew mafên ku ji bona gelê t’irk hene, ji bo gelê k’urd jî hebin. Hew! Fermo, van hemûyan pêk bînin, û şer’ê r’aweste!”

Heya gelê k’urd gihîştye r’ewşek a îro, bi hezaran dot û lawên gelê wê yên here hêja p’akrewan bûne, bi hezaran k’urdên medenî yên bê sûc û guneh hatune qet’ilkirin, bi hezaran gundên me şewtandine û wêran kirine, bi dehhezaran girtîyên me yên siyasî çê bûne – mamosta, nivîsk’ar, r’ojnameger, hozan, parêzer û siyasetmeder. Bi hezaran zarokên k’urd ên heya 14 salî di girtîgehan da ne, ji ber ku kevir avîtine tank û p’anzêrên r’êjîma têrorîst û kujer...

A, eger bi r’astî armanca r’êjîmê ya aştîyê heye, divê hemû hêzên xwe yên leşkerî, polîs, hêzên ewlek’arîyê ji K’urdsistanê vek’işîne û hemûyan bi hêvîya gelê k’urd bihêle. Wê demê wê sedî sed dengê ç’ekan r’aweste, wê aştî bê hem T’irkîyaê, hem K’urdistan, hem jî hemû herêmê...

Dawîya dawîyê divê ev “ev siyasetmeder û rêvebirên dewletê” yên xwedî “heş û sewda” sedemên vî şer’î tê bigihîjin û li gel jî bidine têgihîştin, ku T’evgera Gelê K’urd a Azadîxwaz t’evgerek a dijî têr’ora dewletê ye. Û, ger bi r’astî di cîhanê da dewlet û sazîyên şaristanî hebûna, wê ev t’evger wek “T’evgera Gelê K’urd a Antîtêror” bi nav bikirana.

T’a ev yek neyê têgihîştin, t’a li ser vê bingehê p’êwendîyên ji bo aştîyê pêk neyên, gelê k’urd dê bi bawerî nêzîkî “hewlên” dewletê nebe!...

Ezîz ê Cewo 04. 03. 2013