1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Gernameya Başûrê Dilê Me
Gernameya Başûrê Dilê Me,Gernameya,Başûrê,Dilê,Me

Gernameya Başûrê Dilê Me

A+ A-

 Li Zaxoyê kêfxweşiya me ya herî mezin ketina dengê kek Arjen Arî bû. Du rojan me têr û tijî sohbet kir. Di rojên dîtirê gernameya me de hate dîtin ku ne ji qudreta xwedê be mirov nikare pêşiyê li Arjen bigire. Lêwma êdî ji kesan wêdetir, mirîşk û dîkiloyên Başûr jî nas dike.

Zaxo li gor Parêzgeha Duhok û Hewlerê gelek paş de maye. Ez bawer nakim  çawa ku Tirkan   bajarê Bakurê Kurdistanê şûnde hiştibe Hukumeta Herêma Kurdistanê jî Zaxoyê şûn de bihêle. Bes şûnde mayîna Zaxoyê li ber çavan e.  Bajarekî kevnare, bê plan û bername ye.   Û li her derê nîşanên Tirka yên  weke şûrekî dilê mirov dikin du parçe hene. Zaxo divê vê xemla tirkîtiyê ji ser xwe bavêje, û  yek ji bajarê herî pêşketiyê Kurdistanê be. Ji ber ku dema mirov gava xwe davêje herema Kurdistanê berê Zaxoyê dibîne. Û Xeyalên Kurdistana Gewre li zaxoyê dilikumin.

Lê Zaxo delal e. Weke Pira Delal. Weke Evîndarên pira Delal.

Wek pêşniyar divê Zaxo bibe parêzgeh.

Rojekê pêşde divê Zanîgeh lê bê avakirin. Niha Beşek lê heye. Lê ew têr nake.

13.10.2009 Duhok

 Dihok Li gor Zaxoyê gelek pêşketiye. Lê bê pergal. Bajar weke hespê hefsarê xwe qetandî ye. Bi ku de xwestiye bi wê de çûye. Li gele xanîyên yek qatî, avahiyên 10 qatî jî hatine avakirin. Bajarvanî di nav qaos û gelemşeyek mezin deye. Divê ev xanî li gor mimariyek kurdistanî bêne avakirin û herem bi herem bêne veqetandin. Heremên yek qatî, heremên 5 qatî, heremên 10 qatî.

Sistemek tarfikêya bi rêk û pêk jî tûneye. Berê hertiştî derveyî seyareyan tu cûreyên hatin çûnê yên din tuneye. Li hemû dinyayê hatinçûn di tenên salên destpêkên de bi seyarêyan çêbûye. Piştî wê otobus an jî wek yên niha pêşketî  tren û metro hene. Ku hem zahohem jî Duhok derbasî sistemek bi rêk û pêk a Otobusan nebe di pêşerojê de ji bo ku mirov karbe ji derekê here dereke din wê bi saatan di trafikê de bimîne.

Ev nimûne rewşa trafika Duhokê baştir dide nişandayîn. Carekê şofêrê seyarêya me bi şaşî ket rêyekê polîsê triafikê wiha got “ here hema tu bi ku de derî here” belê  here hema tu bi ku derî here.

Niha li Parêzgeha Dihokê du rojnameyên rojane derdikevin. Rojnameya Ewro û Waar. Herjamara çapa wan 3 hezar e. Ev ji bo pêşveçû û ronensansa gelekî gelek kêm e. Derfetê Hukumetê  gelek hene. Divê rêyek ji xwedina rojnameyan re bê dîtin.  Her wiha ji pirtûkan re. Nivûsa Swîsreyê 9 milyone lê nêzî 6 milyonan rojname têne çapkirin her roj.  Ji bo ku Kurdistan rastî jî bibe kurdistan divê çapemenî , xwendin û rewşenbîriya wê jî  pêşkeve.

Rewşenbîriyê mirov dikare weke beşek serbixwe jî şirove bike.

Di dema mivandariya yekitiya nivîskaran de û mivandariya birêz Hesen Silêvanî de,  li ber ronahiya heyvê û li ber dengê şingîne qedehan min ji nivîskarekî Dihokî pirsek kir: “ Gelo di rojname û kovarên Başûr de we qet li hember hukumetê   rexneyek dîtiye an bihîstiye?” Biraderê me wiha bersiv da” her kes di nivisandinê de azad e, dikare binivisîne” min pirs dubare kir: “Te an yekî din heta niha tu nîvîsek rexneyî li hember hukumetê,  Leq an jî  dezgehê partiyê nivîsek nivisandiye? An te xwendiye? Hêja dubare bersiva min bi heman hevokê da: “ herkes azade, dikare her tiştî binivisîne”

Belê ez jî dizanim her kes azad e. Bes yên azad nanivisînin.

Bi vê munasebetê ez behsa xebat û dezgehên rewşebîrî û saziyên din yê bi destega hukumetê karê xwe dimeşînin bikim.

 Wek Dezgeha Delal, wek hemû radyo, çapxane, rojname, televizyon û karên rojnamegeriyê bi alîkariya hukumetê û Partiyê karê xwe dimeşînin.  Ev cihê kêfxweşiyê ye. Nivîskarek an xebatkarek neçar nemîne ji bo karên xwe yê hunerî pêk bîne di derek din de bişuxule.

Wek minak li Bakur tu niviskarek bi niviskariya xwe nikare pariyek nan bibe malê. Lê li başûr ev derfet gelek pêşketine.  Çavê mirov li ser saatên Radoyê hezar dolarî  di qerimin. Her nêrînek  mirov  weke dîkilo şaş dimîne li ser derfetên ji bo saziyên rewşenbîrî hatine afirandin. Bila hemû derfet li hevalên me pîroz bin. Lê divê neyê ji bîr kirin hemû derfet ji bo kurdistanê ne, ji bo Kurdistana Gewre ne.
 Divê em ji bîr nekin.

Çend Pêşniyarên Birayane:

Li Kurdistanê  hilberin qediyaye. Herkes bi awayekî ji hukumetê mûçeyê digire. Yên negirin jî xwarin û zad, don û neftê distîne. Ev ji bo pêşeroja kurdistanê xeterek mezin e. Dew ji tirikyê, rûn ji tirkiyê, cil û cilşo ji tirkiyê . Heta kengê?  Divê bi lezgînî bernameyên  sinayî,  ji bo pêşketina gel perwerdehî bê pêşxistin. Ew deştên bêserî û beriyê beyar dilê mirov disojin. Heyfe. Ku ev deşt bêne ajotin û çandin têra hemû  kurdistanê dikin.

Divê ji bo vegera hemû zanyar, muhendiz û xendevanên serketî yê kurd derfet bêne afirandin. Ji kîja parçeyê Kurdistanê dibe bila be. Di şûna ku herin li Ewropa û Emerikayê bişixulin. Bila werin ji bo avakirina kurdistanê bişixulin.

Divê cih dem û dezgehên dîrokî  hem bêne parastin, hem jî bêne nasandin. Pira Delal ku ne ji hevalên hêjayê Zaxoyî be mirov nizane ev çi cûre şûnwareke. Divê diroka wê, efsaneyên wê, ji bo ku bi şev bê dîtin dora wê bê ronî kirin.

Xwarin û xwaringehên Herema Kurdistanê karesatekin.  Îsrafek gelek mezin li qada xwarinê heye. Bi dehan cûre xwarin ji bo yek mirovî  tê û piraniya wê xwarinê jî tê avêtin. Heyf e, guneh e. Divê neyê ji birkirn ku li parçeyên dinê Kurdistanê gelek kes ji birçîbûnê dimirin. Tenê ev israf bê sekinandin, bi hezaran kesên din dikarin bi rehetî pariyek nanê germ bixun.

Divê alîkarî hebe lê hemû sazi divê serbixwebin. Bi taybetî jî niviskar û rewşenbîr. Alîkarî divê nivisakaran neke alîgir û pesinkarê  hukumetê.

 Wek Ramadan Hajî gotî. Niha Kurdistanek sava ava dibe. Mezinbûn û geş bûna wê di destê me de ye. An wê li ser bingehên cîhana hemdem pêşkeve, an jî wê li ser rêgezên êl û eşîriyê.

Daxwaza me ew e ku Herema Kurdistanê ji bo hemû rojhilata navîn bibe tekane welatê pêşketî, demokrat û pêşverû.

Spasî ji bo hemû hevlên Zaxoyê. Di serî de Qeymeqam Huseyn Xalid, Serokê şaredariyê Muhsin Taha, Birêz Bawer Bawî, ku du rojan tevî Dilbirîn Halo, Ramadan Hajî, Xalid Huseyn û şewket Tahir Sîndî re.

Sipasî Ji bo Birêz Hesen Silêvanî û hemû heval û hogirên Duhokê. Serokê Leq a yekemin  serbest Lezgin, Qadir Qaçaxê Xwediyê Muzeya Qaçax, spasî ji bo Mueyyed Tayip Serokê Dezgeha Spîrêzê, Serokê Dezgeha Rewşebîriyê Birêz Adil Hesen re.

Mala we hezar carî ava.

Mem Mîrxan
[email protected]


Gotinên miftehî :