Girêk VI,girêk,vi

Girêk VI

A+ A-

Mele Hîkmet Got:
- Bûbo ji hal de ketiye, hema bila zarokên wî destên axê maçî bikin û derbasî cihê xwe bibin.

Ev balkêş bû. Mele lêxistina kekê min ne di cih de didît û ji ber wê jî destramûsandin bi Apê Bûbo nedida kirin, lê ev dêrindêz hemû li ber çavan digerand, çav dixapandin. Min di dilê xwe de dua kir ku kekê min ev alîyê fenek ê Mele Hîkmet fam nekiribe, an lê hay nebûbe.

Ji malên din ên gundiyan jî 18 kes bi wan re bûn. Dihat famkirin ku ev qas kes ji êvar de di mala Apê Bûbo de ne. Kî dizane bê çi axivîne. Mele bê navber dêrindêz bi rê ve dibir:

- Bûbo çîrok ji min re got, bê edebî kiriye, nelirêtî kiriye. Ji vana hemûyan jî wêdetir, fikrên Bûbo ne rast in, îro min bi dirêjahî xwest pêşî vê pê bidim famkirin.

Ev sî sal in ez li vî gundî mele me, Wele ne ji ber ku ez pir ji gund razî me, na! Rojên înê çil kes di mizgeftê de jî temam nabin û ji rûyê gund ev sî sal in min bi xweşkakî nimêja xutbeyekê nekiriye. Meletiya çi?! Jixwe kes çandinîyê jî nake ku em bêjin zekatek baş ji gund tê. Ma zekata heywanan. Ey Weleh kulekên we jî ne tu kulek in, ya herî zexel, nexweş, bi hîle li ku be para min dikeve.

Bêrê xwe da gundîyan:
- Îcar ku hûn ê wekî Bûbo jî bifikirin... Axe jî çûye ser xweşîya Xwedê... Ez ê li ber we û çî we bimînim?

Li vî welatî hemûyî bigerin, hûn gundekî tenê yê wekî vî gundî bi hizûr nabînin. Ew jî çi ye, hîmê ku Axê danîye binê xanîyên we ye. Malên we yeko yeko, bi destê xwe da lêkirin. Hûn ji xewa serê sibê, ji hembêza jinên we radikir û dibir ser keviran, di hênkayê de karê we dîsa bi we dida qedandin û ev xanîyên wekî qesran bi we da lêkirin. Hela li van gundên derdora xwe binihêrin, hîn hemû di nav pez, deve, hesp, qantir û keran de dijîn. Ê we? We axurên ji xanîyên gundîyên wan xweşiktir li terefê gund lêkiriye, mirov dibêje Xwedo mirov lê binihêrîya.

Hûn gerek ji canê xwe pirtir li vî hîmî miqate bin û nehêlin ji cihê xwe jî bileqe.

Gotina xwe ya dawî wa di devê xwe de asê kir û wekî di neqebeke teng re derbas bike yeko yeko berda.
- Ku hûn ê wisa nekin çi karê min li nav we heye?

Xelefo xanî lê dike. Xelef!
- Destên te radimûsim, seyda!
- Kê heta niha alî te kir?
- Birayên min, Weleh.
- Ya! We dît?
Rabû ser çongan wekî dike rabe ser xwe û destên xwe bilind kir, wekî serê mar di nav tiliyên xwe de zeft kiribe, tiliya xwe ya mezin li ser tiliya sereke şidand:
- We axe kuştiye, kuştiye! Hûn yeko yeko bi qurbana axê bin. We bi qasî malikek betanê nav hebên hinarê ji gundê xwe parastibûya, jê hez kiribûya, qîmeta axê daye we zanibûya, hûn ê jixweber serê sibehan bi xwendina azanê re rabûna, Weleh we nimêj jî nekira min nedigot tiştek û derbasî ser temelê xanîyê Xelefo bibûna.

Ma qey wijdan bi we re heye?
Kekê çavên xwe nema ji çavên Melê diqetand. Ew wekî min nebûbû şahidê axaftinên wî û bavê min.  Min dizanibû ku ew vê rûniştina Mele Hîkmet wekî selametîya rojê dibîne, lê tiştên ku Mele Hîkmet destên xwe davêtê hîn li ber çavên wî bi ruh nehatibû.

Mele Hîkmet qet nedigot ku Apê Bûbo çi gotiye, fikrên wî çi bûn, çawa anîye zimên û çima kekê min lêxistiye. Nedihişt ew tişt tew bên axaftin û perda ser rûyê bêjeyan rabe jî. Ew danîbû alîyekî, ji wê û wêdetir diaxivî û tew Apê Bûbo û yên wekî wî li fikra xwe poşman dikirin. Ev hosteyî hemû ya Mele Hîkmet bû. Careke din min bavê xwe bi bîr anî ku belasebeb nedigot "Siwarê Peyvê" û hêsir bêhemd ji çavên min hatin. Min pir jê hez dikir, pir. Ji her tiştî pirtir ji fikrên wî, xeyalên wî û xewnên wî.

- Mislimanan jî berê goştê xenzîr dixwar. Di dewra Hz. Mihemed de eshabeyan jî goştê xenzîr dixwar.

Pistepist bi gundiyan ket.

- Rojekê ayet hat, got "Xwedê mirar, xwîn, goştê xenzîr û heywanên ku ji xeyrî navê Xwedê bi navekî din hatibin serjêkirin heram kir". A, wê rojê goştê xenzîr heram bû. Ji meleyan bipirsin, her meleyek dê komek sedemên xerabîya goştê xenzîr bêje, lê di eslê xwe de Xwedê, ji bo Cihû bikaribin bi rihetî misliman bibin goştê xenzîr heram kir.

Pistepist dîsa bi gundîyan ket.

- Ma ne, hîn berî vê ayetê ayetek heye, min sûretê Çêlekê berê ji we re gotiye, di ayeta 47'an de Xwedê dibêje "Gelî Cihûyan! Ew ne'meta min da we bi bîr bînin. Û rast e, ku min kirin mezinên âlemê".

Haaa! Xwedê zemanekî ew kiriye mezinê âlemê, îcar qey dê ji bo wan goştê xenzîr qedexe neke? Helbet cihûyan, hîn ji ola xwe ya berê ve, ku dîsa Xwedê qedexe kiribû, goştê xenzîr nedixwarin û heta navê wî jî bi lêv nakin, dibêjin "ew tiştê pîs".

De, îcar ayet hat û ji bo bikaribin bibin misliman, ji bo nebêjin "em ê çawa herin ser wê ola ku tiştê pîs, goştê xenzîr dixwin", xenzîr hat qedexekirin. Ma hew ev? Ma Cihû jî wekî van kuman nadin serê xwe? Gotina "silavê" bixwe jî ne bi Erebî ye, bi zimanê Cihûyan e.

Axê 30 sal berê, rojekê gazî min kir. Go "hespa xwe bîne û were", min got qey em ê herin bezê. Ez li hespa xwe siwar bûm, ew li hespa xwe, em ber bi şûna zozanan ve ketin rê û çûn. Got "Seyda, ev demek e ku fikrek min heye lê ez dikim û nakim ji nav hev dernaxim, belkî tu ronî bikî". Min got "Estexfirela". Got "Seyda, min ji gundîyên xwe re xanî lêkirin, lê va ye nêzîkî 20 salan derbas bû, îcar zarokên wan dizewicin, sibe dema ez ji zarokên wan re xanî lê bikim, ez xanîyê her yekî li dora yê bavê wî bidim lêkirin, an li dora xanîyê yên din. Dema her kes li dora hev be, pirsgirêk naxuye, lê dema tevlihev bin, belkî çêtir hînî hevdu bibin û tevlihev bibin, bibin wekî ji xwînekê bin."

Hûn dibînin ku 30 sal berê ji bo we xeyala çi dikir?

Em dirêj dirêj axivîn. Me ev mijar ne li rêya çûnê qedand, ne li rêya hatinê. Ez lê şaş dimînim, li ber me çi qasî zehmet bû, jihevderxistina rastîyê. Me biryar da ku her kes li dora xanîyê bavê xwe be, ji bo rojekê nexweşiyek çêbû mirov li ber serê bavê xwe be.

De, hela li halê me yê îro binihêrin. Xelefo bi rojan e, ku bi tena serê xwe maye. Heyf e, Weleh!

Kî jî devê xwe vedike... Hela tew ev xortên niha, ku me hemû hem li Medreseyê hem li Diyarbekir dan xwendin, hela tew ew yekcar bi aqilê me ne bawer in.

Min baş dizanibû ku ew "me" ya wî ya dawî kêkê min bixwe bû.

- Erê, hûn bi aqilê me ne bawer in, pê ne qayil in, jê ne razî ne, îcar we çi danî şûnê? Ev e? Me 30 sal berê xanîyê bavê we dida lêkirin, hûn îro naçin alîkarîya cîranê xwe jî? Min di xwendina we de jehr danîno!

Serbest! Te çi xwend?
- Ez mîmarîyê dixwînim, Seyda.
- Serbest, a va ye bavê te li vir e, wekî îro tê bîra min, ku Axê ji bavê te re got "ez ê serbest bidim xwendin" bavê te ji cihê xwe piloz bû, bihostekê bilind bû, got "na axê min, bila zarokên min tev xulamê te bin". Ez dirêj nakim, Serbest, de îcar tu bêje, kê tu anî van dewranan?

- Seyda, cihê axê nayê gotin.
- Lê hûn aqilê me yê niha jî naecibînin, lawo!
- Ez xulamê we me, Seyda. Wisa mebêjin, ma me ji we çêtir çi kiriye?
- Rast e, we tu tiştekî çê nekiriye, lê ez dizanim lingên we qamekê li hewa, devê we erînekê vekirî ye, hûn di xewn û xeyalan de dijîn.

Deng jî nema ji Serbest derdiket. Melê bi rişma hespê gotinê girtibû û yeko yeko diajot ser gundiyan, kê li ber xwe bida dê bajota nav ser û çavên wan:

- Min digot qey herî pir van ciwanên ku me ew dan xwendin dê li vê sêla Axê xwedê derkevin, lê na! Pir bêwijdan û pir pûç derketin.

Law kesî ji we xulamtî nexwestiye, kesî hûn di nav erdên xwe de nedane xebitandin, kesî keda we desteser nekiriye, kesî tûmek gîhayê we jî bi hespa xwe nedaye xwarin, îcar çi ye ev rewşa we, ev halê we, ev berdûşîya we?

- Serbest!
- Seydayê min!
- Kurê min, va ye ez û va ye tu. Xortên din jî giş wekî wekî te ne, dixwînin. Fikrek we ya ji ya me çêtir hebe, herin mala xwe ji bavê xwe re bêjin. Lê na, ku tune be, wekî me bikin.

Rast e, bajar hene. Lê bajar ne cihê însanan e. Diranên bajaran ku yek zeft kir nema berdide, dihêre, dihêre, dihere, ji halekî dixe halekî. Ne mervantîyê dihêle, mêrantîyê. Ne yekîtiyê dihêle, ne alîkarîyê, ne jî însanetîyê dihêle. Gunehê kesî bi kesî nayê. Roja ku pere di bêrîka we de tune be hûn qedîyan, ji xwe re bimrin çêtir e. Lê li vir hûn hemû axe ne, lawo, hûn çima ji peyvê fam nakin? Erd pir, çêre naqede, her fêkî şîn dibe, her heywan tê xwedîkirin, îcar hûn doza çi dikin?

Binihêrin, Weleh, We Bileh we Tileh dê Xwedê wê bîne serê we ku tu poşmanî bi kêrî qalikê pîvazê, yê ku ji avêtinê re ye, nayê."

Mele Hîkmet bûyera navbera kekê min û Apê Bûbo dikir hincet û di ser wê re hewl dida bike destpêkek nû ji bo serastkirina navbera malên gundîyan. Xuya bû ku berê gelekî li ser vê mijarê fikiriye û çend caran di serê xwe de ev civat gerandiye û di xeyala xwe de ev axaftin kiriye, heta ku wiha wekî hebên tizbiyê rêz kiriye.

Lê kekê min di mala xwe de ji serdestîya melê aciz bûbû jî, bi gotina "Seyda, tu yê jî rojekê herî, ma qey tê timî li ber bêvila şaşîyan bî". Gotina kekê min gotinek gurînî bû di eyarê mîhan de. Lê Mele Hîkmet hem çavên xwe kuta xaliya ber xwe, hem jî wekî li gurê di bin eyar de hay nebûbe axaftina xwe domand:

- Helbet, roja ku keda ev qas salan li erdê bikeve, ez ê jî rahêlim pertolê xwe û herim.
Bersiva wî pir balkêş bû. Dihat wateya "heta asta dawî ez ê li ber xwe bidim". Ji ber ku mele doz wekî doza xwe qebûl dikir.

Wê deqeyê hîn nû ez lê hay bûm ku pismamê min ê bêhnteng Derwêş jî hatiye:
- Seyda, ma te behsa ciwanan kir, qey çi dibêjin?

Vê pirsê dê bernameya Seyda hemû xera bikira. Xuya bû ku Derwêş dixwest mele tiştên di nav gund de tên axaftin bîne zimên û ew jî bi ser gundîyan de hinekî bike bire bir û bi çavtirsandin û mêranîyê mijarê çareser bike. Li gor Derwêş pir pir gundîyan dê ji gund bar bikira.

Seyda bi qasî me tu kesî heta niha nedîtibe, bi rûyekî tirş berê xwe da Derwêşê pismam:
- Derwêş! Kurê min tu qet çûyî Stenbolê?
Derwêş wa ji xwe bawer got "na, Seyda" û wekî bêje ez ji bersivê natirsim jî lê zêde kir "çima?". Seyda tizbiya xwe ya dirêj ji destê xwe avêt ber xwe û tilîya xwe ya sereke hinekî ajot pêş:
- Tu dizanî Deniz Gezmiş û hevalên xwe çima hatin daliqandin?
- Ji bo Komunîzmê?
- Na, berxê min, ji bo mamoîzmê.
- Ew çi ye, Seyda?
- De îcar, ez berê ji te dipirsim, Komunîzm çi ye berxê min? Ez ê jî ji te re mamoîzmê bibêjim.
- Dijminê dîn in, dijminê namûsê ne, haşa, haşa dibêjin Xwedê tune.
- De îcar berxê min, tu nas nakî, ez nas dikim, ji Farqînê Şêx Misbeh heye. Bila wekî wî bi serê min de jî neyê, ez berê çîroka wî ji we re bêjim.
Şêx Misbeh got ez hîn zarok bûm, şerê Îsraîl û Ereban hebû. Ez jî nexweş bûm, ketibûm nav nivînan. Wê demê GRIPIN hebû, her kesî digot qey dermanê Grîbê ye û hema hey ew didan min, lê ew jî tenê dermanê serêşê bû. Gundî dihatin mala me, ji devê derî heta ber doşeka min diketin rêzê, xwe li ber dixistin.
Yekî gundî digot "niç, niç, niç, Şêx çi zeîf bûye, bila çavên min birijin", yê din jî digot "huş, kurro! Kî dizane Şêx şeva borî di şerê kafiran de çi qasî şer kiriye, bê ka şûna çend guleyên tifingan li ser laşê wî heye, tu jî dibêjî qey bi rastî nexweş e."

Şêx Misbeh Mezin bû, bavê wî wefat kir. Lê Şêx Misbeh xwe di ser nezanîna gundîyan re mezintir nekir, şîretên rastîyê li wan kir û perda cahilîyê ji ser wan rakir.

Seyda tilîya xwe ber bi jor ve bilind kir:
- Xwedê zane, dîn dijminê cahilîyê ye.
Lê her ku Şêx Misbeh dît gundî mirîşk, elok û xwarinê ji ber devê zarokên xwe dikin û ji mala Şêx re tînin, ji wan re got "ji xwe re bin, ji zarokên xwe re bin, bes e vê cahilîya we", gundîyan navê wî bi "Komunîstîyê" derxistin û wî jî mala xwe bar kir, çû Mêrsînê, niha li wir e, ev gelek sal in min ew nedîtiye.

Îcar, berxê min, niha ez ji te re du tiştan bêjim hûn ê jî navê min bi Komunîstîyê derxin, lê yê ku çavên xwe bitirsîne nagihîje tu meqsedan.

Hz. Yûsiv hebû, ma ne?
- Erê, Seyda.
- Kesî ji we, ku berê çîroka Hz. Yûsiv Pêxember ji devê min guhdarî nekiriye, heye?
Kesî dengê xwe nekir. Kekê min li çavên min nihêrî, gotina wî ya "dê îcar kî mele ji malê derxe, te di qirdê miniyo" hate bîra min. Lê her tişt li hesabê min dihat.

- Hz. Yûsiv ma ne temamê genim, nîsk, ceh û garisê milet da hev û li gor lazimîya wan li wan belav kir?
- Erê, Seyda.
- Ha! Nîşana wî jî stêrk bû. Hz. Yûsiv bi stêrkan tê naskirin. Îcar Hz Îsa, Mûsa, Yaqûb, Îshak tev Cihû ne, ji miletekî ne. Û berxê min, Marx jî Cihû bû. Helbet wî çîroka Hz. Yûsiv bi qasî me dizanî û ew wekî çareserîyek baş dîrokî didît. Dema sîstemek çêkir dê sembolek ji dîroka gelê xwe lê bikira, ji ber ku sîstem ji ber a Hz. Yûsiv tefsiland, stêrk jî ji wî girt. Ma çi? Di sîstema Marx de çi hebe temam ji ya Hz. Yûsiv hatiye dizîn, tu tiştek lê zêde nekiriye. Hew hesab û kîtab nû ye.

Ê Hz. Yûsiv jî pêxemberekî dîroka Îslamê ye. Îcar dema Hz. Yûsiv qal dike dibe Îslam, dema Marx qal dike dibe kufir? Na! Dewleta Atatürk jixwe dewleteke ne Şerhî ye, îcar çawa dijberên wê dibin dijminê dîn û Şerîetê? Qey ez cahil im, ku hûn ê rê li ber min şaş bikin?!
- Haşa!
- Ê? Îcar madem hûn nizanin Deniz Gezmiş çima hatiye daliqandin, hûn ê çawa zanibin ku zarokên we yên li mektebên Stenbol û Diyarbekirê dixwînin çi difikirin?

Bavê Serbest bi tasewas pirsî:
- Qey çi dixin serê van zarokan, Seyda? Qet qala tiştekî nekiriye vî zarokî!
- Ma tu her roj mastê xwe bi kamyona ku tê gund naşînî Diyarbekirê?
- Belê!
- Ê, niha ez ji te re çi qasî qala sîstema wê kamyonê bikim jî tê çi jê fam bikî? Xelk ji bo jê fam bikin sêzdeh çardeh salan dixwînin.
- Rast e, wele. Yê ku dajo jî hew dajo, li ku xera bibe dibe senayê.
- Ê, lawê te jî tişta ku aqilê te negihîjê ne ji te re dibêje, ne qal û behs dike.
Apê Hadî bi meraq li çavên Serbest nihêrî. Serbest wekî nizanibe bavê wî lê dinihêre, zîq li Seyda dinihêrî.

- Berxê min! Deniz Gezmiş û hevalên xwe jî dixwazin axatîyê rakin, dewlet jî dixwaze axatîyê rake. Herdu hem hevdu dikujin, hem jî bi hev re dijminê axatîyê ne. Ev yek. Qebûl. Feqet li vir axatî tune, mezinatî heye, mezinê gund heye. Tiştên hûn bîr nabin ji bo we kiriye. Dewlet dixwaze we wekî hebên hinarê ji hev belawela bike, mezinê we jî we di nav gund de bi qalikê hinarê diparêze, hûn her malbatek jî di hindurê vê hinarê de bi betanekî tên parastin. Lê dema hûn hevdu berdin, hûn bi kêrî wî betanê tenik jî nayên.

Seyda hespê xwe ajot ser terş û telaşên ku tu siwar nikaribin bidin pey:
- Haya rehmetî ji van meseleyan gişan hebû, ji ber wê hûn kî dikarin kevirekî deynin ser kevirekî, kerem bikin, wekî din, heta vir ne keda we ye, ji niha û pê ve jî mebêjin qey em ê lê xwedîtîyê bikin, an jî karibin xera bikin. Her kes bi qasî xwendina xwe, zanîna xwe ye.

Sibehê dema ez ji xew rabûm, min ji dengên gundîyan fam kir ku Mala Apê Hadî ji gund bar dikin. Di gund de ji kurekî wî pê ve tu hevalê min tunebû, ew jî diçû, gund li ber çavên min kavil dibû.

***
- Navê wî çi bû?
- Qet nayê bîra min.
- Tu di Facebookê de qet lê negerîyayî piştî ew qas salan?
- Ne navê wî, ne paşnavê wî tê bîra min.
- Tê ji gundîyan bipirsiya.
- Ez ji 1986'an ve ne çûme gund, ne min kes ji wan dîtiye.
***

Dêya min dema ji me hêrs dibû digot "bila Xwedê rihê min bistîne, ez ji nav we herim û hembêza we şûv bimîne". Dêya min li nav me bû, lê pêşî bavê min û dûre hevalê min ê herî baş çûbûn û hembêza dilê min bi rastî jî şûv mabû.

Ez reviyam çûm şûna xênî, ji gundîyan tu kesî alî wan nedikir, mala xwe bi xwe bar dikirin. Min ji hevalê xwe pirsî, got "em diherin Edenê". Dûre min çima navê wî ji bîr kir, nizanim, qey ji bo ji nexweşî ya wê xelas bibim, min ji canê xwe kiriye û avêtiye.

Lê îro dibînim Mele Hîkmet rast gotiye, kesî tişt jê fam nedikir, bajar wekî dêwekî mirov di nav dev û diranên xwe dihêrin, winda dikin. Lê heta mirov nejî mirov fam nake. Her tişta mirov fam dike bi berdêlekê ye, eyn wekî mirov ji dikanê tiştekî bikire. Berdêla wê dibe can be, dibe êş be, dibe mal be, lê bê berdêl famkirin tune.


Gotinên miftehî :