"Gotin Xuda Bû",gotin,xuda,bû

"Gotin Xuda Bû"

A+ A-

Di nav lepên dêleguran de derbas bû jiyan û xiyal hêvî û hezkirin di nav pençe û diranên bi xwîn de elçiqîn gotin di gewriyan de hatin fetisandin.

Tirsa mezin gotin bû Di nav dilên newêrek Û bijiyan de Tirsa mezin Xuda bû Di silbûna dengên lerzok û dilên pirpitî de

Çeka herî mezin bû gotin Di nav dilên mezin hêviyên nûşîn de Azadî di gotinê de veşarî bû Gotin raza evînê bû Lewre ”Gotin Xweda bû”

………….

Ez ji dêlva te de bêjim ’Bijî Serok Apo’ Dê deng bigihêje te gelo? Dê ew dêmên ji nahpên dêleguran çiriyayî Derman bibin? Dê bibe tasek ava sar Bi ser kezeba şewitî ve Û hênik bike? ………..

”Ger hebîba min cehennem dafik, tu dane bî Sed qesem dê biçime nêv de, ez bi qesta daneyê (1)” Raza jiyanê ye ev Serdestiya jiyanê Di nav dilên mezin de veşarî ne Xuda ku ji nav pençên bi xwîn dipekin Û dibin xewnereşka dêleguran: Bijî Serok Apo!..

Mahabad F. ARDA 2008-10-15

(1)Siyapoş


Gotinên miftehî :