1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmet Gulabî Dere
  4. Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk
Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk,guherîn,samîmiyet,û,dewleta,tirk,kurd

Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk

A+ A-

Roja 10’ê Mijdarê, yanê îro, li Enqereyê di Meclîsa Tirkiyeyê de mijara « çareseriya pirsgirêka kurd » tê niqaşkirin. Qasê ku hatiye ragihandin wê heman niqaş du rojan bidomin. Di demên borî de jî di bin baniyên heman Meclîsê de pirsgirêka kurd hatibû niqaşkirin lê belê em dizanin ku ti encameke erênî nehatiye destxistin.

Ev car guftugo di demeke cuda de pêk tên. Konjonktûra niha û a demên borî weke hev nîn in. Di qada navneteweyî de guherînên mezin çêdibin, û ev rewş li ser Tirkiyeyê hin wezîfeyan ferz dike. Lewre dewleta tirk bidil nebe jî ew neçar e ku di derbarê vê pirsgirêka bingehîn de hin gavan bavêje.

Weke tê zanîn ji meha Gulan a îsal vir ve, li Tirkiyeyê niqaşên germ hatine destpêkirin û dimeşin. Lê belê hemû niqaşên ku têne kirin li dora hev dizivirin. Heke AKP û dewleta Tirk di derbarê çareseriya pisrgirêka kurd de samîmî bûna heya niha wê hin encam hatibana girtin.


Vegera grûba gêrîla û ya penaberên Mexmûrê weke encameke van niqaşan nikare were pejirandin. Heman veger weke jesta hêza têkoşîna gelê kurd kete rojevê û pêkhat. Nêzîkatiya dewleta tirk a li grûbên aştiyê hê nediyar e, kes nizane wê ji vir bi şûn de çawa bibe. Dibe ku endamên heman grûban, bi taybetî ên grûba Qendîlê, raberî nêzîkatiyeke neyênî werin. Di demên pêş de em ê bibînin ka wê çi biqewime.

Di Meclîsa Tirkiyeyê de çi niqaş pêşdikevin bila bikevin, ez bixwe hêvî nakim ku Tirkiye bi vîna xwe a azad ji bo pirsgirpeka kurd çareseriyekê maqul bibîne. Çi guhertin çêbibin jî wê di bin zexta hêzên navneteweyî de pêkwerin. AKP û hin derdorên din dibêjin ev proje ya dewletê ye, bêguman ji heman gotinê cudatir jî ew nikarin tiştekê din bêjin.

Li welateke weke Tirkiyeyê bi hêsanî gavên pêşverû nayên avêtin. Zihniyeta ku heman dewlet li ser hatiye avakirin a direwan e. Qirêjayî a 87 salan nikare bi hin gavên sivik were paqijkirin. Ji bo vê divê amadekarî werin çêkirin. Lê belê ne amadekariyên li ser bingehekê rast û saxlem, qasê ku tê wuyan hemû hewldana AKP’ê ew e ku operasyonekê makyajê pêk bîne.

Hêzên navneteweyî jî di derbarê « çareserkirina » pirsgirêka kurd de xwediyê nêzîkatiyekê sivik in. Pîlanên AKP ji aliyê wan ve jî tê pejirandin.  Lewre mirov dikare bêje konsepta navneteweyî bi rengekê din dimeşe. Bi taybetî pêlên heman konseptê ên xetere lidijî KCK’ê û Abdullah Ocalan dimeşin. Bila kes xwe nexapîne û nekeve nava xeyalan, ne Emerîkî û ne jî Ewropî naxwezin ku bandora KCK û ya birêz Ocalan li ser gelê kurd belav bibe.

Di van rojan de wê hin bûyer biqewimin. Gavên ku we ji aliyê AKP’ê ve werin avêtin ji sînorên destûra bingehîn a niha derbas nebin. Di çarçoveya heman destûrê de we pakêteke “çareseriyê” were aşkerekirin. Bêguman gele kurd nikare bi heman gavan razî be, xurtkirina têkoşîneke demokratîk û hemdem zêdetir ferz e. Ne dewleta tirk dikare bi zihniyeta kevnar ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bibe bersiv û ne jî hêzên kurdan dikarin bi rêbazên dema borî û mentalîteya kevnar bibin bersiva hêviyên gele kurd.

Hêza ku xwe neguherîne nikare pêşketinan çêbike. Heman xal ji bo dewleta tirk, hemû partiyên wê ên siyasî û herwiha ji bo Kurdan jî rastiyekê ye. Heke ev gava guherînan were avêtin ez bawer im çareseriya pirsgirêka kurd jî dibe realîte.