1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Hefteya Mafê Mirovan -2
Hefteya Mafê Mirovan -2,hefteya,mafê,mirovan,2

Hefteya Mafê Mirovan -2

A+ A-

Sala 201a an çend hefteyên din wê here ava û em dê têkevin sala 2011 an.

Li her aliyê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê,  girêdayê hefteya mafê mirovan çalakî li dar in, dewlet û hikûmeta AKP têne protestokirin, dosyayên wan yên nû û kevin têne vekirin û wa xwiyaye wê meh û salên li pêşiya me bi aliyekî xwe jî bibin meh û salên dêrandina kaya van xwedêjêneraziyan, wê bibin dem û qonaxên hesabpirsîn û hesabxwestina 80-90 salên buhurî ji wan.

Ev wê bibe kar û erkeke pîroz.

Kirinên neyarên mafên mirovan, mafbinpêkerên dewleta tirk, zihniyeta li pey qirkirinên mina Koçgîrî, Dêrsim û Zîlanê, Besta Qesaban, kuştinên mina yên Wedat û Apê Mûsa, Sîncar û 17 hezar kuştiyên kujerên wan “nediyar”ên diyar, gerek ji wan re nemîne, bibe ibret û dersek.

Bila ev bibe hewara sala nû, sala li pêşiya me.

Her kurdê şiyar, ne bi tenê kurd, elewî, ermenî, suryanî, her gel, ol, mezheb û kategoriya civakî ku doh yan jî îro, ji salên 1915 an û bi vir de û hê berêtir, bi rengekî ji rengan, ketiye ber şapa deshelatdarên şovenîst, dijminên reng, cihêyî û xweseriyan, her tirkê biaqil û bîrbir, her aştîxwaz û xêrxwazê jiyan û siberoja bi hev re, pêwiste di nav vê hewara pîroz de cîh bigre û bi dengê bilind vê bêje:

” Xwedê heşra min û we mafkûjan bi hev re neke, min ji we bêrî bike, ez ji ber kirinên we şerm dikim û bila kes min ji we hesab neke û ji ber ku em li ser heman ax û coxrafyê dijîn, yan jî ji ber em bi heman zimanî diaxivin, ola me yek e  ke stizbiya min bi ya we re bernede” !!!

Em jî em dê di rengê çend xelekan de hewil bidin têkevin nav vê hewarê û ji doh ber bi îro de bibin rêwiyek ji rêwiyên rêz û sefên wê.

Qarne û dosya dewleta tirk ne pak e, nepakî kevin e, heta tu bêjî bes bêperwa û xedar e, di xwîna çend xelk û kulturan de destên xwediyên wê hene û ji ewê tê zanîn gelekî tawanbartir e.

Demeke dirêj deshelatdarên tirk kirênên xwe veşartin, bi riya xwenêzîkirinên li rojava, endametiya di Konseya Ewropa û Nato de, bi hejmarek îmzeyên avêtin binê peymanên navneteweyî wek Peymana Mafê Mirovan û Hwd. xwe kamufle kirin, ev sazî ji xwe re kirin mertal û helbet dema ev giş kirin jî bêxwedîtiya kurdên bêziman û bêdengkirî di asta helî berz de bikaranîn.

Faşîzma di 1915 an de qira ermeniyan anî, dara wan ji bînî de birî û mîna noka tu li kevir bidî ew ber bi çarnikarên cîhanê de terqandin,  piştî 10 salan, vê carê bi navê kemalîzmê li kurdan raselitî, li dora 15 salan kerrên wan di korên wan re derxist, jiyan li wan kire zilindar, kerafî û dojeh û ji salên 40 î û pêde jî di bin berpirsiyariyên kesên mîna Bayar, Demîrel, Ecewît, Çiler û niha jî di bin ya Erdogan de nasnekirina mafên gelê kurd û bê hurmetiya jê re  dewam kir.

Ev projeyek bû, pişta xwe dida stratejiyeke diyar û fikirlêkirî, li pey wê dewlet, şefên wek Mistefa Kemal Û Inonu hebûn.

Tu li eslê wê binerî li gora dîroknasê kurd Ethem Xemgîn

Siyaseta tirkandina kurdan di serdema Siltan Evdilhemîd de, dema împeretorî diheje, gelên bindest serî radikin,helandina kurdan dibe biryar û wiha formûle dibe.

 „Ji bo bihêzkirina nîjadê tirk, bedêl û bihayê wê çi dibe bila bibe divê kurd bêne tirkandin“.

Jakoben û totalîterîstên siltan tînin xwarê, kemalîstên Seltenet û xîlafetê lexû dikin, bi gelek aliyên xwe sekûler, di mesela kurdan de bê virde û bê wêde wesyeta Evdilhemîd tînin cîh.

Roja damezrênerên Komara Tirk girêka xwe bi dû werîs xistin, di şerê rizgariya neteweyî de kurd dan kêleka xwe û bi Lozanê sînorên xwe misoger kirin, êdî li gora ya di dilê xwe de zend û bendên xwe li kurdan vemalan û diran li wan qiriçandin.

Sala 1924 an, dewletê zimanê kurdî qedexe kir, bi dû de û di ber re rewşenbîrên kurd girtin, avêtin zîndanan, naçarên sorgonan kirin.

31 ê Tebaxa 1930 ê axaftina Ismet Inonu bi minasebeta vekirina xeta şiva tirênê wiha deng dide:

“ Li vî welatî bi tenê netewê tirk xwedîmaf e, ew bi tenê dikare  xwediyê daxwazên etnîkî û nîjadî be, wekî din mafê kesekî tune doza mafên wiha bike.“

19 rojan piştî wê 19 Îlonê, heman salê ango sala 1930 ê axaftina Wezîrê Edaletê Mahmût Esat jî di rûpelê Miliyetê de dibe manşet:

„Tirk efendiyê bi tenê ne li vî welatî, kesên bi nîjadê xwe ne tirk, bi tenê mafekî wan heye, xizmetkarî û koletî, bila dost jî û dijmin jî vê wiha zanibin.“

Didome


Gotinên miftehî :