1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Hefteya Mafê Mirovan -5
Hefteya Mafê Mirovan -5,hefteya,mafê,mirovan,5

Hefteya Mafê Mirovan -5

A+ A-

Dewlet ev 80 sal in raserî kurdan hatiye, nahêle çavên xwe vekin, çendî ji dest hatiye kurdan  dihêre, dejenere û deforme dike, ji yeknetewtî û yekperestiya xwe re dike xerc, ardû û sûtemenî, hejmara xwe bi kurdên asimîlekirî zêde dike, kultura xwe bi ya wan dewlemend dike, mafê xwe yê „fethê“, zora xwe ya kolonîzatortiyê û awantajên dewletbûyînê bikar tîne.

Hikûmet tên û diçin, serokkomar û serokwezîr têne guhertin, partiyek diçe û yeke din dikeve şûna wê ,deshelatdarî dest dughere, belê ev hêrs û kîna dewletê, artêş, burokrasî, siyasetmedar û dîplomatên wê ji bo gelê kurd berdewam e, qebûl û piştgiriya wê di cihê xwe de ye, dikeve jiyanê dibe ferman û rapor:

Kurd gerek çavên xwe venekin, riya ber lingên xwe nebînin, dar tim li ser serê wan be, yeka wan nebe dudo û çucarî nebêjin xwezî bi îro, tim barê wan di bin zikê wan de be, zikek birçî û yek têr be û kes li kurdbûn, dîrok, ziman û nirxên kurdî neruxube, xwe li wan nêzîk neke û her newiloyîyek jî di nav xwîn û barûdê, agir û gurandinê de bigevize.

Ev  terorîzma kurdkuj, ji salên împeretorî hildiweşe; kevir bi kevir tê xwarê, serê demekê neteweyek û çend netewe jê diqetin, serbixwe dibin û pêde, wek meyleke di nav tirsa „ wê kurd jî ji dest me herin“, „doza mafên xwe bikin“ de, qonax bi qonax bêperwerwatir dibe, bi Komara Tirkiyê re dibe rêbaz û di rengê qirkirinên nîjadî û projeyên asimîlasyonî de bilaş û gewd dibe.

Sîstem bi biryar e, wê kurdan ji netewewtî bixe, ji xwe û nirxên xwe re biyanî bike û bîne cihê ew dixwaze.  Di vî alî de yekdilî ye, bi giş saziyên xwe ji jor heta bi jêr, di nav alarmê de ye.

Belê dewlet ji ezmûnên xwe yên ji hezar salan û bi vir de vê jî zane, ku kurd neteweyekî kevin û mezin in, wê zû bi zû serî netewînin, wê xwe bi nav diranên çerxa pişaftinê de bernedin û şerê li dijê kurdan jî dê dirêj bikşîne, dê bi tenê bi kuştinê neqede û di ber re wê projeyên demdirêj jî bixwaze.

 „ Dista Helandinê“ yek ji van projeyên navdar e, di nav salên 1947-1949 an de ji aliyê gurûbek „lêkolîner“, tê amadekirin, pêşkêşkirin û sala 1960 î wek pirtûk çap dibe.

„Dista Helandinê“ projeyeke bi detay û bi teferûat e, fikirlêkirî ye û berhema mitabeqat û şêwreke kûr e, li ber projeyeke Ingilîzî, bi navê „Sîstemê Brown“ hatiye amadekirin.

Amadekarên „Dista Helandinê“ çend salan li Ewropa geriyane, ketine dersên dibistanan û çavdêriyên xwe ji bo pişaftina zarokên kurd kirine program.

Kurdên di dibistanên Tirkiye de xwendine zanin ku li dibistanên seretayî berî ders dest pê bike sondek heye. Ev sond mîna bismilaha dersê ye û gotinên ewil û yên dawî wiha ne:

 „Turkum, dogruyum, çalişkanim……varligim Turk varligina qurban olsun „ ango „Tirk im, durust im, sexî me…..hebûna min bi goriya hebûna Tirk be“

Nimûneya ev sond û ev merasim ji ber hatiye girtin jî wiha bûye zemanekî  li Ingilistanê:

Ev merasim heftê carekê tê li dar xistin. Di saloneke mezin de zarokên dibistanê kom dibin, salon bi wêneyên Şahê Ingilistanê di nav xeml û xêzekê de ye.

Zarok merşa ingilîzî dixwînin û di bêhnika vê xwendinê de jî li du aliyên zarokan, li çep û rastê wan alên ingilîz bilind dibin.

Zarok didin pey hev, yeko yeko derbas dibin, dema tên hindama wêneyê Şah bi coşeke gurr, sonda jiberkirî dixwin.

Deng bilind dibe, di nav dîwarên salonê de li hev vedigere, di beden û dilê zarokan de qar dibe û ji çavên hinekan ji wan jî hêsir tên xwarê:

“Ez Ingilîz im, ez ingilîztiyê di ser her tiştî re, di ser canê xwe, mal û milkê xwe re digrim. Di dil û mêjiyê xwe de şerefa Ingilîz didim jiyandin. Di riya berz û bilindbûna wê de her kêlî amade me canê xwe bidim, Ez bêingilîzbûnê ne tiştek im” 54

Piştî vê merasimê bi awayekî ji amancê re xizmetê bike zarok dilîzin, di ber lîstikan re û di nav lîstikan de stran û merşan dibêjin, çîrok û efsaneyên navtêder têne xwendin.

Û dawiya dawî jî li zarokan şîr û şekir, şêranî û tehmetîtk têne belakirin. Mebest ji vê ew e ku netewiyeta ingilîz di dilan de bê kolan û zarokên biyanî, ji gel û etnîsîteyên din jî bi vî awayî bêne  ingilîzkirin.

„Riya em jî bişopînin ev e“ dibêje xwediyê Projeya „Dista Helandinê“ Dr.Arin Engin.

Sonda dibistanên Tirkiyê jî ji bo asimîlekirina zarokên kurdan bi temamî li ber vêya Ingilîz hatiye amadekirin, ango bi usûla Brownî.

Balkêş e ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî di wan salên kitêba  Dr.Arin Engin li Tirkiye digere, ango di salên 60 î de, projeya Teleb Hilalê Behsî „Kemera Erebî“ jî di rojevê de ye.

Hayê dewleta Sûrî û ya Tirk ji hev heye, Dr. Arin Engin û Teleb Hilal jî bi ihtîmaleke mezin ji hev nebêxeber in.

Hedefa herdû projeyan jî kurd in, rûniştvan û zarokên kurdan in. Projeya Teleb Hilal jî mîna ya Dr,Arin Engin, asimîlekirina kurdan derxistina wan ji ax û erda bav û kalan, dûrxistina ji sînorê di nav Rojava û Bakur de, bicîhkirina ereban li şûna wan û jihev qetandina kurdên vî alî û wî aliyê xetê ye.

Ev proje li dora 40-45 salan e ku navçe bi navçe li Rojavayê Kurdistanê tê bicîhanîn, dewlet kurdan ji gund û malên wan derdike û ereban tîne şûna wan.

Proje seranserê sînorê Tirkiye û hinekî jî ji sînorê Iraqê bi dirêjahiya 375 Km û bi pehniya 10-15 km an digre nav xwe.

Didome


Gotinên miftehî :